Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bajarokê Bulamê ya Semsûrê bi jinan re civînek li dar xist. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîdê Turkoglu bal kişand ser pirsgirêkên jinan û wiha got: “Ji bo ku jin bibin xwedî hêz an jî fikarên paşerojê nejîn çiqas budçe tê xerckirin? Divê hesabê van hemûyan bê pirsîn.”
Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bajarokê Bûlamê ya bi ser navçeya Çelîkan a Semsûrê ve bi jinan re civînek li dar xist. Civîn li Cemxaneya Bûlamê hate lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu û gelek jinên ji bajarok tev li bûn.
‘Jin ked û mafê xwe nagirin’
Halîde Turkoglu li vir axivî û diyar kir ku kombûna wan bi jinan re ji bo wan gelekî bi nirx e û wiha got: “Çîrokên me yên hevpar derketin holê, her wiha cudahiyên me jî xuya dibin. Em wekî jinan di nava fikar û xofê de ne. Lê belê di heman demê de em hêviyê jî geş dikin. Em di pêvajoyeke aştiyê re derbas dibin. Em dizanin ku iradeya me ya çareserkirina pirsgirêkan heye.Li Bûlamê jin piranî di karên çandiniyê de dixebitin. Lê belê em dizanin ku ew nikarin keda xwe bistînin. Em dizanin ku fikarên paşerojê bi hev re hatine girêdan. Pirsgirêka herî mezin a ku jin pê re rû bi rû dimînin, xizanbûna jinan e.”
‘Divê em li hesabê xizanbûna jinan bipirsin’
Halîde Turkoglu bal kişand ser krîza aborî û xizanbûna li Tirkiyeyê û axaftina xwe wiha domand: “Pêvajoya bûdçeyê li pêşiya me ye. Gelo ev bûdçe çima xizanbûna jinan ji çareser nake? Divê em bibin bersiva van xalan. Ji bo ku jin bibin xwedî hêz an jî fikarên paşerojê nejîn çiqas budçeyê tê xerckirin? Divê hesabê van hemûyan bê pirsîn. Ger sermaye ji gel re neyê dayîn, ev tê wê wateyê ku ew mafê me dizin. Di jiyana bi rûmet de maf tê parastin. Divê em jî hesabê mafê xwe bipirsin. Dema jin hewl didin ku ji aliyê aborî ve li ser piyan bimînin, neçar in ku karên malê jî bikin. Ji ber vê yekê jî em wekî DEM Partiyê hewl didin ku bibin dengê jinan.”
‘Em naxwazin karê tûtînê bikin’
Piştre jinên bajarok axivîn û bal kişandin ser pirsgirêkên bajarokê Bûlamê û gotin: “Em jî naxwazin karê tûtinê bikin. Em dizanin ku tûtin çiqas zirarê dide. Lê belê çavkaniyeke din a debarê nîn e. Bûlam cihekî biçûk e lê ji bo ciwanên me qadeke xebatê dikare bê avakirin. Ji ber ku nayê avakirin, ciwanên me neçar dimînin biçin bajarên din. Ew neçar dimînin ku ji axa xwe qut bibin. Em dixwazin li ser axa xwe bixebitin û debara xwe bikin. Lê ew jî bi mesref e.”
Civîn, bi pirs û bersivan bi dawî bû.

















