• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
28 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Dayikên Aştiyê dê serdana partiyên siyasî bikin

    Dayikên Aştiyê: Em dixwazin bi Serok re hevdîtinê pêk bînin

    Egîd Akgun jiyana xwe bi daxwaza aştî û azadiyê honand

    Egîd Akgun jiyana xwe bi daxwaza aştî û azadiyê honand

    ROJEVA 28ê COTMEHA 2026an

    Li Dîlokê cezayê 9 kesan hat erêkirin: Baweriya bi aştiyê bi darazê nayê qelskirin

    Li Dîlokê cezayê 9 kesan hat erêkirin: Baweriya bi aştiyê bi darazê nayê qelskirin

    Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

    Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Dayikên Aştiyê dê serdana partiyên siyasî bikin

    Dayikên Aştiyê: Em dixwazin bi Serok re hevdîtinê pêk bînin

    Egîd Akgun jiyana xwe bi daxwaza aştî û azadiyê honand

    Egîd Akgun jiyana xwe bi daxwaza aştî û azadiyê honand

    ROJEVA 28ê COTMEHA 2026an

    Li Dîlokê cezayê 9 kesan hat erêkirin: Baweriya bi aştiyê bi darazê nayê qelskirin

    Li Dîlokê cezayê 9 kesan hat erêkirin: Baweriya bi aştiyê bi darazê nayê qelskirin

    Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

    Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

Daristan Pala / AW

28 COTMEH 2026 - 11:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Evdilxaliq Endakçî yê ku di sala 1989an de dema gerîla ye di şerekî de birîndar dibe û leşker wî ji helîkopterê diavêjin xwarê, ew felc dibe. Endakçî behsa wî şerî kir û bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û destnîşan kir ku ji bo ku pêvajo bi awayekî rast û dirust bi rê ve biçe pêwistî bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xurtkirina têkoşînê heye.

Li Kurdistanê salên 1980yî û 1990î dîrokeke gelek girîng û xwedî wate ye. Tevgera Azadiya Kurdistanê di van salan de teşe girt û ji çend kesan gihîşt bi milyonan kes. Keç û xortên Kurd berê xwe dan nav tevgerê û ji bo azadiyê têkoşînê kirin. Li dijî vê yekê destilatên Tirkiyeyê jî polîtîkayên qirkirinê xist dewrê û zext û zilma li ser Kurd û Kurdistanê û endamên tevgerê zêdetir kir. Tevî qanûnên navxweyî û navneteweyî jî dewletê polîtîkayên derexlaqî li dijî Kurdan bi rê ve bir. Lê dîsa jî ne Kurdan ne jî tevgera wan serî netewand û li ber xwe da.

Evdilxaliq Endakçî yê ku di nava Tevgera Azadiyê de di cîh digirt, di sala 1989an de di pêvçûneke li herêma Colemêrgê de ji aliyê leşkeran ve tê girtin. Leşker wî ji helîkopterê diavêjin û ew bi giranî birîndar dibe û bedena wî felc dimîne. Tevî vê rewşa xwe jî bi salan di girtîgehê de dimîne û rojekê jî dev ji têkoşîna xwe bernade.

Evdilxaliq Endakçî 37 sal in astengdar e û li ser sendeyla bi teker dijî. Endakçî ji Ajansa Welat re behsa çîroka xwe ya tevlibûna Tevgera Azadiyê û tiştên hatine serî kir û bal kişand ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Bandora malbatê û cemedaniyên ku hatine şewitandin

Evdilxaliq Endakçî bal kişand ser zextên wê demê û da zanîn ku bavê wî bandoreke mezin li ser wî çêkiriye. Evdilxaliq Endakçî anî ziman ku bavê wî her gav du cemedanî (kefî-şaşik) li serê xwe girê didan û wiha got: “Li ber çavên min du sê caran leşkeran cemedaniyên bavê min şewitand. Di wan salan de min tam nedizanî ka ev tişt ji bo çi çêdibin û çima ewqas zext hene. Lê belê ew dîmen di hişê min de hişyariyeke kûr çêkir. Piştî naskirina hevalan di sala 1989an de min biryara tevlibûnê da û em ji gundê Talê yê Elbakê derbasî Gireşînê bûn û li wir tev li tevgerê bûn.”

Şerê li Colemêrgê

Evdilxaliq Endakçî behsa şerê ku di meha Mijdara sala 1989an de li herêma Colemêrgê qewimî kir û ev yek anî ziman: “Di sala 1989an de em derketin gundekî. Em heta derengiya şevê meşiyan û gihîştin gund. Hevalekî me hinekî nexweş bû, me got em li serê gund hinekî bêhna xwe vedin û derman bidinê da ku hinekî baş bibe û piştre em bimeşin. Lê cihê ku me bêhna xwe veda, gundiyan derdorê me girtin û em dane ber guleyan. Agahî dabûn leşkeran jî. Ew der geliyekî fireh, bêdar û zirav bû. Ji nişkê ve gule li me reşandin. Di wî şerî de hevalê Azad, Sîpan û hevalekî din şehîd ketin.”

‘Em ketin nav avê, şer heta êvarê berdewam kir’

Evdilxaliq Endakçî anî ziman ku tu cihê parastinê tevî ku tune bû jî wan hewl da xwe biparêzin û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku mewzî tune bûn, di gelî de av dihat û em ketin nav wê avê. Hevalan bi wî awayî xwe parastin. Dema ku di nava şer de guleyek li navtenga min ket, ez li wir birîndar bûm û ji navtengê ve ez felc bûm. Şer heta êvarê berdewam kir û leşker û cerdevanên din jî hatin. Piştî şer ez ji nav wê avê derxistim. Av ji ber şert û mercên zivistana Colemêrgê pir sar bû û em dicemidîn. Beriya sibeha din em anîn Colemêrgê. Ji wir ez siwarî helîkopterê kirin. Lê dema ku helîkopter ji bo deyne erdê nizm dibû, ji bilindahiya bi qasî sê çar metreyan min avêti nerdê. Bi ketina erdê re birîna min kûrtir bû û ji ber ku birîna min giran bû û ez felc bûm.”

Saetên dijwar ên li nexweşxaneyê û veguhestina bo Enqereyê

Evdilxaliq Endakçî diyar kir ku ew du mehan li nexweşxaneyê maye û piştre radestî malbatê hatiye kirin. Evdilxaliq Endakçî anî ziman ku malbatê ji bo tedawiyê ew biriye nexweşxaneya rehabîlîtasyonê ya li Enqereyê û wiha pê de çû: “Li wir tedawiya min a fîzîkî dest pê kir. Lê dema ku tedawî xilas bû, cîhaz li lingên min xistin û bi piştgiriya mirovan ez dimeşiyam. Di raporê de nivîsîn ku ‘Kêmasiya felcê heye lê dikare 10 kîlometreyan biçe û pêdiviyên xwe çareser bike’. Me ev rapor qebûl nekir lê li ser wê raporê min girtin û û birin zindana Enqereyê.”

‘Min xwest ez herim qawîşê û di nav hevalan de bimînim’

Evdilxaliq Endakçî behsa şert û mercên Girtîgeha Enqereyê û biryara xwe ya derbasbûna nava qawîşên siyasî kir û wiha axivî: “Dema ku min birin zindana Enqereyê, kes nêzîkî min nedibû û heval jî li wir tune bûn. Min di revîrê de hiştin. Ji ber ku ez felc bûm, min bi tenê nikaribû pêdiviyên xwe çareser bikim. Hinek hevalên din ên ku ji dosyeya PKKê hatibûn girtin hebûn, yek ji wan mela bû. Me daxwazname da ku ew heval alîkariya min bikin. Lê rêveberiya zindanê got ‘Em li revîrê vê yekê qebûl nakin. Tu biryara berpirsiyariyê bide û biçe qawîşê’. Min jî hemû berpirsiyarî hilda ser xwe û ez derbasî qawîşê bûm. Piştî çend daxwaznameyan min sewqî Girtîgeha Amedê kirin. Li Amedê ji min pirsîn ka ez dixwazim biçim kîjan qawişê, min jî daxwaza qawîşa girtiyên PKKê kir. Hinekî ecêbmayî li min mêze kirin û piştre min birim wê qawîşê. Ez salekê li girtîgeha Amedê mam heta ku hatim berdan û vegeriyam malê.”

‘Pêvajo bi saya birêz Abdullah Ocalan dest pê kiriye’

Evdilxaliq Endakçî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û rola diyarker a Îmraliyê û ev yek anî ziman: “Pêvajoya ku ev çend sal in tê nîqaşkirin, mîmarê wê yê yekemîn birêz Abdullah Ocalan e. Ji aliyê Serokatiyê û tevgerê ve ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd gavên pir girîng, bi qîmet û şênber hatine avêtin. Lê belê gava ku em li aliyê dewletê û qanûna ku di Meclisê de tê axaftin dinêrin, em ti gavên rastîn û dilsoz nabînin.”

‘Bê ked tiştek bi dest nakeve’

Evdilxaliq Endakçî nirxandina xwe bi banga xurtkirina têkoşînê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî kir: “Ji bo ku ev pêvajo bi rastî û dirustî bi rê ve biçe, gere berî her tiştî Serokatî bi awayekî fîzîkî azad bibe. Divê Serokatî rasterast li nav gel û tevgerê de be da ku aştî zûtir pêk were. Heta dawiyê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo aştiyê û xişk û biratiyê divê em destê birêz Abdullah Ocalan xurt bikin. Tu tişt bê ked û berxwedanê bi dest nakeve. Bi ked û berxwedana xwe em ê destê Serokatiyê xwe xurt bikin û serkeftinê bi dest bixin.”

Etîket: Abdullah OcalanEvdilxaliq EndakçîPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Aştiyê dê serdana partiyên siyasî bikin

Dayikên Aştiyê: Em dixwazin bi Serok re hevdîtinê pêk bînin

28 COTMEH 2026
Du salên banga Bahçelî qediya: Çima Abdullah Ocalan nehat Meclisê?

Du salên banga Bahçelî qediya: Çima Abdullah Ocalan nehat Meclisê?

24 COTMEH 2026
Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

24 COTMEH 2026
Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

23 COTMEH 2026
Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

23 COTMEH 2026
Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

23 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne