MEBYA-DERa Sêrtê bi boneya 40 rojiya şehîdên Tevgera Azadiya Kurd mewlûd da. Di axaftinên bîranînê de hat gotin ku dê xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin û bi serkeftinê tacîdar bikin.
Bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER), ji bo 40 rojiya pakrawanên têkoşîna azadiya Kurd, mevlûd hat dayîn. Di mewlûdê rêveber û endamên MEBYA-DERê, Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên TJAyê, rêxistinên DEM Partiyê û DBPê yên navend û navçeyan, Hevşaredarên navend û navçeyan û gelek kes beşdar bûn. Li eywana ku mewlûd lê hate xwendin pankartên “Têkoşîna wan rêya me ronî dike”, “Em deyndarên şehîdên xwe ne, şehîdên me rûmeta me ne” û “Çavkaniya me ya mezin a rastiyê serokatî û şehîdên me ne” hat daliqandin. Kesên ku li eywanê amade bûn ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêzgirtin û piştî rêzgirtinê dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin.
‘Civaka Kurd her tim gotiye em hene’

Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş di bîranînê de axivî û ev tişt anî ziman: “Em qala hebûna gelekî dikin. Ligel vê êşa mezin dilê hemû dayikan şewitandiye. 200 sal in em berxwedanî û têkoşîna hebûnê dikin. Hemû dewletên cîhanê bûne yek da ku ev gel nebe xwedî statuyekî û nasname û xwedî ziman. Li dijî vî gelê hemû kiryarên nebaş ên ku ji destê wan dikin. Hemû dewletên Rojhilata Navîn ji bo gelê Kurd tune bikin, çi ji destê wan tê dikin. Heta niha gelek serhildan li Kurdistanê çêbûne û dîsa jî Kurd li ber xwe dane û her gotine ’em hene’. Dema ku em li dîroka xwe ya dawî dinêrin hemû xem û êşên me bi sed salan daye ber çavan.”
‘Em ê têkoşîna wan tacîdar bikin’

Hevserokê MEBYA-DERa Sêrtê Abdûlbakî Taşçi destpêkê bi xêrhatina mêvanan kir û ev tişt vegot: Şehîdan hebûna me diyar kirin. Hatina me ya vir jî bi saya serê şehîdan e. Em ê jî ji niha û pê ve çi ji destê me bê em ê ji bo şehîdan bikin da ku xeyalên wan pêk bên. Em ê têkoşîna wan tacîdar bikin. Divê em di şopa wan de bin da ku ew jî di gora xwe de rihet razên. Rêber Apo pêvajoyek daye destpêkirin. Divê em jî li gora ruhê pêvajoyê tevbigrein û têkoşîna xwe mezin bikin. Yan jî tu şansekî me tune ye. Divê herkes bi vê nêzîkatiyê tevbigere. Li ser medyayên dijîtal şerê derûniye tê meşandin. Dixwazin hişê civakê tevli hev bikin û civakê ji rastiya wan bidin dûrxistin.”
‘Dê her rêya me ronî bikin’
Piştî ku axaftin bi dawî bûn peyama Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan hate xwendin. Tûncer Bakirhan di peyama xwe ya şandî de ev tişt anî ziman: “Gelê me yê hêja yê bi qîmet. Îro em ji bo kesên jiyana xwe ji bo têkoşîna aştî, demokrasî, wekhevî û azadiyê re feda kirin û di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane, hatine cem hev. Girêdana me ya bi şehîdan re, bi mayîndekirina têkoşîna wan û hêviya aştiyê ya ku wan hildigirt, pêkan e. Ew ê wekî pêşengên vê têkoşînê berdewam bikin ku rêya me ronî bikin. Berpirsiyariya herî mezin a ku îro dikeve ser milê me, ew e ku em bêyî ji bîrkirina êşên borî, pêşerojê ava bikin. Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ beriya her tiştî pêvajoya ew e ku dayik zarokên xwe winda nekin. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku tu dayikek careke din êşa zarokan nebîne û tu malbatek careke din şînê daneyne. Ez kesên ku jiyana xwe ji dest dan bi rehmet û mînetdarî bi bîr tînim, careke din sersaxî û sebrê ji malbatên me û hemû gelê me re dixwazim. Ez li ber bîranînên wan bi rêzdarî serî ditewînim û soz didim ku em ê têkoşîna xwe ya ji bo pêşerojeke aştîxwaz û demokratîk bi biryarî bidomînin.”


















