• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
27 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Sûrê firoşkarên seyar peyarêyan asteng dikin

    Li Sûrê firoşkarên seyar peyarêyan asteng dikin

    Hemû wesayît û milkên Şaredariya Colemêrgê hatine desteserkirin

    Hemû wesayît û milkên Şaredariya Colemêrgê hatine desteserkirin

    Erdogan û Bahçelî do bêrê têhet

    Erdogan û Bahçelî civiyan

    DEM Partî: Di vê budçeyê de aştî û edalet tune ye

    DEM Partî: Di vê budçeyê de aştî û edalet tune ye

    Li Amedê 9emîn Sempozyûma Aborî Siyaset û Rêveberiyê ya Navneteweyî dest pê kir

    Li Amedê 9emîn Sempozyûma Aborî Siyaset û Rêveberiyê ya Navneteweyî dest pê kir

    Karkerên înşaata Nexweşxaneya Bajêr a Amedê carek din dest bi çalakiyê kir

    Karkerên înşaata Nexweşxaneya Bajêr a Amedê carek din dest bi çalakiyê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Amed / AW

27 COTMEH 2026 - 14:51
Kategorî: ROJANE
A A
Şaredariya Sûrê bi daxuyaniyekî bal kişand ser parvekirinên medyaya dîjîtal û diyar kir ku firoşkarên seyar ji ber ku dibin sedema astengiya peyarêyan ew neçar mane ku mudaxaleyî wan bikin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê demek dirêj e ji ber tezgehên firoşkaran welatî di çûn û hatina peyarêyan de astengiyan dijîn. Her çiqas ji aliyê şaredariyê ve ji bo çareserkirina pirsgirêkê gelek hevdîtin hatibin kirin jî ev pirsgirêk berdewam dike. Zabitayên şaredariyê ji bo çareserkirina pirsgirêkê dest bi kontrolên rojane kiriye û di hin hesabên medya dîjîtal de parvekirinên şaş û berevajî tên kirin. Li ser van parvekirinên şaş û berevajî Şaredariya Sûrê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Daxuyaniya ku ji aliyê Şaredariya Sûrê ve hatiye parvekirin wiha ye:

“Li ser Cadeya Gaziyê, ji ber astengkirina peyarêyan ku rê li ber çûn û hatina peyayan digire, zabitayên şaredariyê dest bi kontrolan kirin. Ji ber ku li ser medyaya dijîtal hin parvekirinên şaş û berevajîkirî belav bûne, me pêwîstî dît ku em raya giştî agahdar bikin.

Weke Şaredariya Sûrê, me ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gelek civîn li dar xistin. Me nêzîkatiyeke avaker û lihevker nîşan da û komîsyonek ava kir da ku bi hevkarî çareseriyekê bibînin. Me bi aliyên têkildar re hevdîtinên pêwîst kirin, agahî û hişyariyên pêwîst dan wan û ji bo rakirina tezgehan heta 25ê cotmeha 2026an dem da wan.

Tevî hemû hewldanên ji bo diyalog û lihevkirinê, astengkirina peyarêyan berdewam kir. Ji ber vê yekê, ekîbên zabiteyên Şaredariya Sûrê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê neçar man ku destwerdanê bikin.

Em wan îdiayên şaş ên li ser medyaya dîjîtal red dikin ku vê destwerdanê berevajî dikin. Di wan parvekirinan de, ew hevdîtinên berfireh û pêvajoyên lihevkirinê yên ku berê hatibûn kirin, bi temamî hatine paşguhkirin. Ev destwerdan bi armanca parastina mafê welatiyên me bi taybetî jî kesên astengdadar ji bo çûnûhatineke ewle û hêsan hatiye kirin.

Em hem mafê esnafên xwe yê debarkirinê, hem jî mafê welatiyên xwe yê bikaranîna azad a qadên giştî li ber çavan digirin. Lê belê, tu çalakiyeke bazirganî nikare bibe hincet ji bo binpêkirina mafên kesên din.

Şaredariya Sûrê, tevî ku pabendbûna xwe ya bi diyalog û lihevkirinê diparêze, dê parastina nîzama bajêr, qadên giştî û mafên welatiyên xwe bidomîne.”

Etîket: Cadeya GazîSaredariya Sure
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo jinên Sûrê kursa xwendin û nivîsandina Kurdî dest pê kir

Ji bo jinên Sûrê kursa xwendin û nivîsandina Kurdî dest pê kir

20 COTMEH 2026
Li Baxçeyên Hewselê dest bi xebatên paqijiyê hate kirin

Li Baxçeyên Hewselê dest bi xebatên paqijiyê hate kirin

21 TÎRMEH 2026
Şaredariya Sûrê ji bo karmendên xwe dest bi kursa Kurdî kir

Şaredariya Sûrê ji bo karmendên xwe dest bi kursa Kurdî kir

26 HEZÎRAN 2026
Mikaîl Aslan li Amedê konserek bi coş li dar xist

Mikaîl Aslan li Amedê konserek bi coş li dar xist

1 HEZÎRAN 2026
Mîkaîl Aslan dê li Amedê konserê li dar bixe

Mîkaîl Aslan dê li Amedê konserê li dar bixe

26 GULAN 2026
Şaredariya Sûrê ‘Şeva Çîrok û Helbestan’ li dar dixe

Şaredariya Sûrê ‘Şeva Çîrok û Helbestan’ li dar dixe

13 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qeyim dê xaniyên welatiyan hilweşîne: Veguherîn bi zilmê nabe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne