Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re civiya.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Qasra Serokkomariyê bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re civiya. Têkildarî naveroka hevdîtinê agahî nehat dayîn lê payîn dê di hevdîtinê de geşedanên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk were destgirtin. Piştî hevdîtinê dayîna daxuyaniyê jî ne diyar e.













