• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
22 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Qeyim dê xaniyên welatiyan hilweşîne: Veguherîn bi zilmê nabe

    Qeyim dê xaniyên welatiyan hilweşîne: Veguherîn bi zilmê nabe

    Ji gundên Şaxê banga ji bo pêvajoyê: Em ne gotinan, gavên hiqûqî û şênber dixwazin!

    Ji gundên Şaxê banga ji bo pêvajoyê: Em ne gotinan, gavên hiqûqî û şênber dixwazin!

    ROJEVA 25ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 22yê COTMEHA 2026an

    Celal Yildirim dîsa rakirin nexweşxaneyê

    Celal Yildirim dîsa rakirin nexweşxaneyê

    Mithat Sancar: Pirsa kîjan mekanizma dikare hevrûbûnê pêkbîne li pêş me sekiniye

    Mithat Sancar: Pirsa kîjan mekanizma dikare hevrûbûnê pêkbîne li pêş me sekiniye

    TJA li Stenbolê bang kir: Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin

    TJA li Stenbolê bang kir: Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Murat Temel / AW

22 COTMEH 2026 - 08:48
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Hevşaredarê Tuşbayê Umît Keser derbarê plana îmarê û veguherîna bajêr ên li taxên Kalecîk û Şemsîbeyê yên navçeya Tuşbayê de axivî û wiha got: “Plana heyî dê bibe sedema xirakirina gelek xanîyan. Em li dijî veguherîna bajêr nîn in, lê veguherîn bi zilmê nabe.”

Bi polîtîka û rêya qeyim, piştî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li taxên Kalecîk û Şemsîbeyê yên ser bi navçeya Tuşbayê ya Wanê ve plana îmarê ket meriyetê û wê di encama vê planê de gelek şêniyên taxan mexdûr bibin. Biryar, ji aliyê Serokkomariyê ve di 24ê Nîsana 2026an de hat weşandin û ket meriyetê. Erka birêvebirina pêvajoyên plana îmarê û rewşa milkên xezîneyê jî bi piranî di bin berpirsiyariya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de ye.

Hevşaredarê Tuşbayê Umît Keser ku her du tax jî di nav sînorên navçeya wan de ne, behsa plana ku wan amade kiribû kir û vê projeya îmarê weke zilmê pênase kir.

‘Qeyim plana me xira kir’

Hevşaredar Umît Keser bi bîr xist ku wan di nav heft mehên ewil ên hevşaredariya xwe de bi plansaziyên şaredariya xwe û yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re xebateke berfireh kirin e û got: “Li herêmê daxwaz û nerazîbûnên mezin ên gel hebûn. Me ev daxwaz yek bi yek berhev kirin, planeke nû li gorî dilê gel amade kir û di her du meclisên şaredariyan de jî erê kir. Lê piştî derbeya qeyim, bi hinceta sedemên teknîkî ev plana me ji panoyê derxistin. Li wir pirsgirêkeke teknîkî tune bû, sedema sereke ew bû ku ew plan ji bo berjewendiya gel bû.”

‘Ev ne plan e, zilm e’

Umît Keser bal kişand ser cudahiya di navbera şaredariya gel û zîhniyeta qeyim de û wiha pê de çû: “Piştî daxistina plana me, bi lez planeke nû derxistin holê. Gelê me yê taxên Şemsîbey û Kalecîkê li dijî vê yekê rabû ser pêyan û hatin meclisa me. Xelkê her du taxan nerazîbûnên xwe anîn ziman. Gel dibêje ku ew vê planê qebûl nakin. Di plana me de li tevahiya taxan tenê xirakirina xaniyekî dihate pêşdîtin, lê di plana qeyim de tenê li ser parselekê biryara xirakirina 25 xaniyan hatiye dayîn. Ev ne plan e, ev zilm e. Ev berxwedan û daxwaza gel bi rêya parlamenterên me gihîşt rojeva Meclisê jî.”

‘Xaniyên gel ne kevn in’

Umît Keser da zanîn ku di bin navê veguherîna bajêr de nêzîkatiyeke ku rastiyê berovajî dike tê birêvebirin û wiha got: “Ev xaniyên navborî ne xaniyên kevn in, ên 12-13 salî ne. Piştî erdheja Wanê ya 2011an di sala 2013an de li gorî plana Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê wekî avahiyên nû û saxlem hatine çêkirin. Ji mixtar û welatiyan re dibêjin ku ew ê tenê rêyên mezin ên 30-40 metreyî vekin, paşê çi dibe ne diyar e. Ji ber vê nezelaliyê, xebata me ya 10-15 hezar ton asfaltê ya ku me îsal ji bo Şemsîbey û Kalecikê plan kiribû jî di nîvî de ma.”

‘Em ê ti carî rê nedin desteserkirina mal û milkê gelê xwe’

Umît Keser di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew li dijî polîtîkayên desteserkirinê ne, li cem gelê xwe ne û got: “Em li dijî veguherîna bajaran nîn in, lê veguherîn bi zilmê nabe. Banga me ew e ku demildest vegerin ser plana ku me bi gel re amade kiribû. Heke plana me esas bê girtin, ji sedî 50 zêdetir lêçûn jî dê kêm bin. Em wek Şaredariya Tuşbayê amade ne piştgiriyê bidin her çareseriyeke ku xaniyên xelkê hilnaweşîne û daxwazên wan esas digire. Em ê ti carî rê nedin ku mal û milkê gel werin desteserkirin.”

Etîket: Hevşaredarê Tuşbayê Umît KeserqeyimQeyimê WanêŞaredariya Tûşbayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê panela Parastina Gola Wanê û qadên çandî hat lidarxistin

Li Wanê panela Parastina Gola Wanê û qadên çandî hat lidarxistin

19 COTMEH 2026
Serdanên taxan ên Dem Partiyê û Şaredariya Tûşbayê didomin

Serdanên taxan ên Dem Partiyê û Şaredariya Tûşbayê didomin

19 COTMEH 2026
Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

17 COTMEH 2026
Alî Mahîr Başarir: Armanca vê operasyonê bêdengkirin e

Alî Mahîr Başarir: Armanca vê operasyonê bêdengkirin e

14 COTMEH 2026
Bertekên operasyona Halk TVyê: Heqîqet bi qeyiman nayê tunekirin

Bertekên operasyona Halk TVyê: Heqîqet bi qeyiman nayê tunekirin

14 COTMEH 2026
Li Tuşbayê DEM Partî û hevşaredaran serdana gundan kir

Li Tuşbayê DEM Partî û hevşaredaran serdana gundan kir

5 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li stada Amedê kes nikare wê têk bibe 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne