Di hefteya 7emîn a Lîga Super a Tirkiyeyê de Amedsporê li Stada Tahîr Elçî ya Amedê Konyaspor jî têk bir û di lîgê de derket rêza duyemîn.
Di hefteya 7emîn a Lîga Super a Tirkiyeyê de Amedspor û Konyaspor li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev. Bi deh hezaran alîgirên Amedsporê beriya maçê ketin stadê.
Beriya maç dest pê bike bi deh hezaran alîgiran dirûşmên “Şampiyon Amed” , “Amed Amed” û sirûda “Dîren Ha Diyarbekîr Dîren” berz kirin. Her wiha li stadê stranên Kurdî û Tirkî hatin lêxistin.
Dema deqîqe bû 21 û alîgirên Amedsporê lambeyên telefonên xwe bi hev re vêxistin û sirûda “Dîren Ha Diyarbekîr Dîren” berz kirin.
Di beşa ewil a maçê de pozîsyonên her du tîman ên bi bandor çênebûn û beşa ewil 0 û 0 bi dawî bû.
Amedsporê di maçê de çend pozîsyonên bi bandor bidestxistin lê nekarî golê biavêje. Di deqîqeya 86an de bi asîsta Dîa Saba Mbaye Dîagne gol avêt û Amedspor 1 û 0 ket pêşiyê.
Di deqîqeyên dawiyê de alîgiran dirûşma “Vaye alîgir vaye şampiyon” berz kir. Amedsporê dû re pozîsyoneke golê bi dest xist lê nekarî goleke din biavêje û maç 1 û 0 bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû.
Alîgiran piştî maç bi dawî bû dirûşma “Kîne em, Kurd in em” berz kir û bi lîstikvanan re serkeftina tîma xwe pîroz kirin.
Bi vê encamê Amedsporê pûanên xwe kir 17 û di lîgê de derket rêza duyemîn. Amedspor 27 maç in li sehaya xwe têk naçe.
Amedspor dê di 24ê Cotmehê de saet di 19.00an de li Samsûnê bi tîma Samsûnsporê re bilîze.
















