Stanbêj û muzîkjen Yûnûs Coşkûn ê li navçeya Hezoya Êlihê dihat naskirin, qrîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Yûnûs Coşkûn ê ku dengbêj û her wiha di dawetan de stran digotin ji ber qrîza dil jiyana xwe ji dest da. Yûnûs Coşkûn ji navçeya bajarokê Kaniyahenê ya navçeya Hezoya Êlihê ye û li herêmê bi dengbêjî û stranbêjiya xwe ya li dawetan dihat naskirin. Yûnûs Coşkûn ê ku îro serê sibê qrîza dil derbas kir, li gel hemû hewldanên tibî jî jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê wî li Goristana Asriyê ya Êlihê hate veşartin. Malbat, xizm û gelek hezkiriyên Yûnûs Coşkûn tev li merasîma definkirinê bûn.
Dê şîna wî li bajarokê Kaniyahenê bê danîn.
Ew ji malbatek stranbêj bû û neviyê stranbêj û defjenê li herêmê naskirî Qadoyê Derwêş bû.













