Şaredariya Mûşê û SESê derbarê nexweşiya giran a pêsîran, HPV û HIV, tundiya li dijî jinan, menopoza zû û plansaziya malbatê de ji bo jinan semînerek li dar xist û derbarê van nexweşiyan de agahî dan.
Bi pêşengiya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Mûşê û Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Mûşê di çarçoveya meha hişyariya êşa giran a pêsîrê de li Navenda Çand û Perwerdehiyê ya Jinan a Porsorê perwerdehî da jinan. Jinan eleqe nîşanî bernameya perwerdehiyê da û perwerdekaran li ser mijarên nexweşiya giran a pêsîran, HPV û HIV, tundiya li dijî jinan, menopoza zû û plansaziya malbatê agahî dan jinan. Mijarên teşhîsa zû, kontrolên tenduristiyê yên birêkûpêk, rêbazên tenduristiyê yên diparêze û gihîştina mekanîzmayên piştgiriyê yên di têkoşîna li dijî tundiyê de hatin vegotin û li ser van mijaran agahî hatin dayîn.
Hevşaredara Mûşê Tuba Sayilgan di bernameyê de axivî û da zanîn ku tenduristiya jinan parçeyekî jiyanî ya civakî ye û girîngiya gihîştina jinan a ji mafên tenduristiyê re û hişyarbûna wan a di vê qadê de gelek girîng e.


















