Amed – Hevserokê SESê yê Amedê Mehmet Nûr Ûlûs diyar kir ku nexweşxaneyên Amedê barê 10 bajaran hildigire lê binesaziya wan têk çûye û wiha got: “Pergala kapîtalîst tenduristiyê wekî qadeke bazar û qezencê dibîne; nexweşxaneyên bajaran pirsgirêkê çareser nakin, kûrtir dikin.”
Li Tirkiyeyê qada tenduristiyê bûye qurbanî polîtîkayên çewt ên desthilatdariyê. Ji ber polîtîkayên çewt ên li qada tenduristiyê û vê qadê wek qada bazar û qezencê dîtin, dibe sedema pirsgirêkên kûr. Ji ber vê yekê niha li Tirkiyeyê pergala tenduristî û nexweşxaneyan xitimiye. Welatî biqasî pêwîst e sûd ji vê qadê nagirin û nexweşxaneyên dewletê wek cihê bi ‘tendirûst’ nabînin.
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Amedê Mehmet Nûr Ûlûs, derbarê krîza kûr a tenduristiyê, kêmasiyên giran ên nexweşxaneyan û polîtîkayên desthilatdariyê de nirxandinên berfireh ji ajansa me re kir.
Mehmet Nûr Ûlûs diyar kir ku nexweşxaneyên Amedê ne tenê xizmetê didin nûfusa bajar, di heman demê de barê tenduristiyê yê nêzî 10 bajarên herêmê jî hilgirtiye û got ku ji ber vê giraniyê, kapasîteya fîzîkî û teknîkî ya sazûmanên tenduristiyê têrê nake û binesaziya heyî her ku diçe zêdetir di bin vî barî de diqerime.
‘Qadên mayîn û razanê yên nexweşan gelekî teng in’
Mehmet Nûr Ûlûs destnîşan kir ku nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rû bi rû ne û wiha axivî: “Li gelek beşan kêmasiyên pergala oksîjenê hene, qadên mayîn û razanê yên nexweşan gelekî teng in û şert û mercên paqijiyê jî li jêrî asta pêwîst in. Mirov dema diçin nexweşxaneyan, ji ber kêmasiya xizmetê, nebûna alavên paqijiyê û rûniştvanên nebaş ên li korîdoran, rastî zehmetiyên giran tên. Nexweşxaneyên ku ji bo 500 kesan tên plankirin, di nava sê salan de hejmara nexweşên wan digihîje hezarî û ev yek dibe sedem ku tevahiya binesaziyê hilweşe û xizmet rawest in.”
‘Pergal mirovan teşwîqî nexweşiyê dike’

Mehmet Nûr Ûlûs bal kişand ser nêzîkatiya pergalê ya li hember tenduristiyê û wiha domand: “Pergala kapîtalîst a heyî tenduristiyê ne wekî mafekî jiyanî, lê wekî qadeke qezencê dibîne. Li şûna ku pêşî li nexweşketina civakê bê girtin, pergal mirovan teşwîqî nexweşiyê dike da ku li ser dermankirin, derman û amûrên tibî bazirganiyê bimeşîne. Polîtîkayên paqijî, jîngehparêzî û parastina tenduristiyê tên paşguhkirin û tenê polîtîkayên dermankirinê yên li ser pereyan tên rojevê.”
‘Bijîşk neçar dimînin di nav 3-4 deqeyan de li nexweşan binêrin’
Di domandina axaftina xwe de Mehmet Nûr Ûlûs anî ziman ku ji aliyê xebatkarên tenduristiyê ve jî krîzeke mezin heye û wiha pêde çû: “Ji ber kêmbûna kadro û zêdebûna hejmara nexweşan, barê kar li ser bijîşk û karkerên tenduristiyê gelekî giran bûye. Li gorî pîvanên tenduristiyê yên cîhanî divê herî kêm 12 deqe ji bo pişkinîna nexweşekî bê veqetandin, lê îro li Amedê bijîşk neçar dimînin di nav 3-4 deqeyan de li nexweşan binêrin. Di demeke ewqas kurt de ne pêkan e ku nexweşî bi rêkûpêk bê fehmkirin û dermankirineke rast bê meşandin.”
‘Pêwîstî bi gavên mayînde û berfireh heye’
Mehmet Nûr Ûlûs der barê projeyên “Nexweşxaneyên Bajarî” de jî anî ziman ku desthilatdarî van projeyan wekî mizgînî û çareserî pêşkêş dike, lê di rastiyê de ev proje bixwe dibin çavkaniya qeyranê û gotinên xwe wiha domand: “Ev kompleksên mezin bêyî ku pêdiviyên herêmê û paşerojê li ber çavan bên girtin tên avakirin û di demeke kurt de têrê nakin. Her wiha pirsgirêka cîhê mayînê ji bo xizmên nexweşên ku ji bajarên din tên gelekî giran e, her çend Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hewl bide bi vekirina mêvanxaneyan vê kêmasiyê bigire jî, pêwîstî bi gavên mayînde û berfireh heye.”
‘Xizmeta bi zimanê zikmakî ji bo tenduristiyê şertekî jiyanî ye’
Her wiha Mehmet Nûr Ûlûs bal kişand ser xizmetdayîna bi zimanê zikmakî û da zanîn ku xizmeta bi zimanê zikmakî ji bo tenduristiyê şertekî jiyanî ye û banga têkoşîneke hevpar li tevahiya civakê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê gel û kedkarên tenduristiyê destê xwe bidin hev da ku li dijî vê pergala bazarê, xizmeteke tenduristiyê ya giştî, bêpere, demokratîk û bi zimanê zikmakî bê avakirin.”













