Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê li dijî zêdekirina heqên xwarinê ji duh ve çalakiyan li dar dixin, piştî çalakiyan bi sedan polîs ket nava zanîngehê.
Di sala 2026an de 3 cara heqê xwaringeha Zanîngeha Bogazîçiyê zêde bû, xwendekarên zanîngehê li dijî zêdekirina heqê xwarinê çalakî li dar dixin. Bi sedan polîs li dijî çalakiyên xwendekaran ket nava zanîngehê. Polîs xwendekarên li xwaringehê çalakî li dar dixin dorpeç kir û ketina zanîngehê hat qedexekirin.













