• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

Enqere / AW

6 COTMEH 2026 - 15:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren ku di çalakiya li dijî astengkirina berdana girtiyên siyasî yên jin de axivî, bi lêv kir ku Lijneya Rêvêberî û Çavderiyê ya Girtîgehan li dijî pêvajoyê tevdigere û got: “Rêya aştiyê ji vebûna deriyên girtîgehê derbas dibe.”

Federasyona Komeleyên Piştgirî û Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAD-FED), li dijî sepanên Lijneya Çavderî û Rêveberiyê ya Girtîgehan ku berdana girtiyên jin asteng dike, li ber Wezareta Dadê daxuyanî da. Endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên demokratîk, saziyên hiqûqê, parlamenterê DEM Partî yê Amedê Serhat Eren û gelek kes tevlî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî astengkirina berdana girtiyên siyasî di nobede de ne” hat vekirin û wêneyê jinên girtî ên berdana wan tê astenkirin hatin rakirin. Girse dirûşmeyên, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindandan” berz kirin.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Endama OHDê Berfîn Babaoglu ve hat xwendin. Berfîn Babaoglu anî ziman ku heta bêhiqûqiya li girtîgehan bi dawî bibe ew ê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Heke li welatekî qala aştî, siyaseta demokratîk bê kirin û li hevkirina civakî bê kirin, gava herî şênber girtîgeh in. Girtiyên jin ku bi salan e di girtîgehê de ne û tevî cezayê wan ê bi awayekî li dijî hiqûqî temam bûye jî vê carê berdana wan bi biryarên keyfî yên Lijneya Rêveberî û Çavderiyê ya Girtîgehê tê taloqkirin. Aştî ne tenê bi dawîbûna şer û pêvçûnan e. Aştî ew ê ku mirov ji ber fikir û remanên xwe neyên ceza kirin e. Ji aliyekî vê qala aştiyê bikin û ji aliyê din ve jî berdana girtiyan asteng bikin ew yek nakokiyeke pir mezin e. Em li vir bang dikin; Di serî de girtîgeha Sîncanê û li hemû girtîgehan girtiyên ku înfaza wan temam bûye, divê bên berdan û astengiyên li pêşiya berdana wan bên rakirin. Heta hevalên me bên berdan, sepanên li dijî hiqûqî li girtîgehan bi dawî bibin û mirov ji ber fikir û remanên xwe neyên cezakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Ev lijne li dijî pêvajoyê tevdigere’

Parlamenterê DEM Partî yê Amedê Serhat Eren jî diyar kir ku ew li ber Wezareta Dadê ku ji bêhiqûqiyê re çavê xwe digirê daxuyaniyê didin û wiha axivî: “Lijneya Rêvêberî û Çavderiyê bi awayekî li dijî hiqûqî berdana girtiyan asteng dike. Ew lijne li dijî hiqûqê bi awayekî tol hilanînê tevdigerin. Ew sepan li dijî pêvajoyê ye. Ew lijne li dijî pêvajoyê tevdigere. Rêya aştiyê ji vêbûna deriyên girtîgehê derbas dibe. Em bang li Wezaretê dikin ku li dijî sepanên vê lijneyê bikevin tevgere û lêpirsînê bidin destpêkirin. Heke vê yekê nekin em ê vê lijneyê gilî bikin. Ji bo berdana girtiyên siyasî li benda çi teyîd û tespîte ne. Divê demildest girtiyên siyasî bên berdan û heta hevalên me azad bibin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: Berfîn BabaoglugirtigirtîgehSerhat ErensiyasîTUHAD-FED
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

‘Heta hovîtî li girtîgehan bi dawî dibe em li vir in’

20 MIJDAR 2026
Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

19 MIJDAR 2026
Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

14 MIJDAR 2026
‘Nexwendina pirtûkê dikin sedema şewitandina înfazê’

‘Nexwendina pirtûkê dikin sedema şewitandina înfazê’

1 MIJDAR 2026
Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

29 COTMEH 2026
Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

29 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne