• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
01 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DBP: Vera qirkerdişan rayîrê çareserî netewa demokratîk a

    DBP: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    ‘Nexwendina pirtûkê dikin sedema şewitandina înfazê’

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 1ê MIJDARA 2026an

    Mîthat Sancar: Abdullah Ocalan çûye cihê xwe yê nû

    Mîthat Sancar: Abdullah Ocalan çûye cihê xwe yê nû

    Li Stenbolê 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin  HATE NÛKIRIN

    Li Stenbolê 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin HATE NÛKIRIN

    ÎHDa Îzmîrê: Divê Îrfan Yildirim demildest bê berdan

    ÎHDa Îzmîrê: Divê Îrfan Yildirim demildest bê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    DBP: Vera qirkerdişan rayîrê çareserî netewa demokratîk a

    DBP: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    ‘Nexwendina pirtûkê dikin sedema şewitandina înfazê’

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 1ê MIJDARA 2026an

    Mîthat Sancar: Abdullah Ocalan çûye cihê xwe yê nû

    Mîthat Sancar: Abdullah Ocalan çûye cihê xwe yê nû

    Li Stenbolê 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin  HATE NÛKIRIN

    Li Stenbolê 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin HATE NÛKIRIN

    ÎHDa Îzmîrê: Divê Îrfan Yildirim demildest bê berdan

    ÎHDa Îzmîrê: Divê Îrfan Yildirim demildest bê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Nexwendina pirtûkê dikin sedema şewitandina înfazê’

Murat Temel / AW

1 MIJDAR 2026 - 08:41
Kategorî: POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Wan – Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat anî ziman ku binpêkirina mafên girtiyên siyasî roj bi roj girantir dibe û wiha got: “Heta ku li Îmraliyê tecrîd li ser Birêz Ocalan hebe ev rewş dê xwe li hemû zindanên Tirkiye û Kurdistanê girantir nîşan bide.” Her wiha Kerem Canpolat got ku pirtûkan nadin girtiyan lê paşê jî bi hinceta ‘we pirtûk nexwendiye’ înfaza girtiyan tên şewitandin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û pêvajoyek da destpêkirin. Piştî vê bangê gelek caran li ser mafên girtiyan û polîtîkayên taybet ku li girtîgehan tên meşandin, niqaş hatin kirin. Lê tevî vê yekê jî polîtîkayên li girtîgehan têne meşandin bidawî nebûn, berovajî vê yekê her ku diçe xerabtir dibe.

Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat ji bo ajansa me behsa polîtîkayên dewletê kir û banga bila rewşa girtîgehan bên baş kir.

‘Sozên hatin dayîn pêk nehatine’

Di destpêka axaftina xwe de Kerem Canpolat diyar kir ku wekî federasyon li dijî binpêkirinên li girtîgehan hem çalakiyên demokratîk li dar dixin hem jî bi Wezareta Dadê re hevdîtinan dikin, lê tevî ku wezaretê 2-3 caran soza başkirina şert û mercan daye jî, heta niha tu gavên erênî nehatine avêtin.

Kerem Canpolat destnîşan kir ku pêvajoya du salan û gotinên siyaseta derve xwe li hundirê zindanan nîşan nedaye û wiha got: “Berovajî vê yekê, zextên li ser girtiyan zêdetir dibin. Li zindanan gardiyan bi birina di nava girtiyên edlî, bi qedandina pêvajoyê û bi derketina cenazeyan gefan li girtiyên siyasî dixwin. Her wiha girtiyan nabin nexweşxaneyan û qadên wan ên sosyal qedexe dikin û wan ceza dikin. Di demên dawî de ji girtiyên 5 salan bigire heta yên 30 salan ku cezayê wan qediyaye jî di wextê wan de nayên berdan. Pirtûkan nadin wan û paşê bi hinceta ‘we pirtûk nexwendiye’ înfazên girtiyan dişewitînin û berdana wan taloq dikin.”

‘Malbatên girtiyan nikarin biçin hevdîtinên zarokên xwe’

Kerem Canpolat bal kişand ser têkildarî sirgûnkirina girtiyan a ji bo bajarên dûr û da zanîn ku ev yek ne tenê helwesta îdare yan jî dozgeran a bi serê xwe ye, polîtîkayeke esasî ya dewletê ye.

Kerem Canpolat destnîşan kir ku di nav krîza aboriyê ya giştî de malbat jî di aliyê aboriyê de pirsgirêkan dijîn û nikarin biçin hevdîtina zarokên xwe û wiha pê de çû: “Bi vî awayî dayik, bav, xwişk, bira û hevjînên girtiyan li derve tên cezakirin û peyama ‘zarokê we ev tişt kiriye, em ê li we jî wisa bikin’ didin wan. Bi şandina girtiyan a ji bo bajarên dûr ên ku civaka Kurd lê hindik e, dixwazin polîtîkayên xwe yên neyînî li wan zindanan rehettir bimeşînin.”

‘Divê girtî li nêzî malbatên xwe bin’

Kerem Canpolat bi bîr xist ku wan wekî malbat berê jî ji bo vê mijarê li Enqereyê çalakî kirine, ji bo dewlet dev jê vê polîtîkaya xwe berde çûne Meclîs û Wezareta Dadê û ev tişt anî ziman: “Li hemû bajarên Tirkiye û Kurdistanê zindan hene, tiştê ku niha li Tirkiyeyê herî zêde zindan in. Divê her girtî li nêzî malbata xwe be. Divê dewlet hem ewlehî, tenduristî û mafên mirovî yên girtiyan hem jî çûyîn û hatina malbatan bifikire. Li dinyayê mînakên vê zêde ne, lê mixabin Tirkiye demeke dirêj e di vî warî de rêya nebaşiyê dimeşîne.”

‘Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan’

Di dawiya axaftina xwe de Kerem Canpolat bal kişand ser girêdana navbera pergala Îmraliyê û zindanên din û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tecrîda li Îmraliyê xwe li hemû zindanan nîşan dide. Dema em behsa azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedandina tecrîda li Îmraliyê dikin, heta ku li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tecrîd hebe û di çûyîn û hatinê û hevdîtinan de pirsgirêk hebin, ev rewş dê xwe li hemû zindanên Tirkiye û Kurdistanê girantir nîşan bide. Ji ber vê yekê divê tecrîd biqede û deriyê Îmraliyê vebe. Daxwaza civakê û ya federasyona me jî azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e ku bikarîbe rola xwe bilîze û bê parêzer yan jî heyetan, ew bi xwe rasterast xwe bigihîne akademîsyen, siyasetmedar û hemû nûnerên civaka Kurdistan û Tirkiyeyê. Heta ku li wê derê rehetiyek çênebe, em dizanin ku li zindanên Tirkiye û Kurdistanê jî tu tişt çênabe, ji ber ku bi hevdu re girêdayî ye.”

Etîket: Kerem CanpolatMED TUHAD-FEDTUHAD-FEDzextên li ser girtîgehan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Îzmîrê banga ji bo girtiyan: Girtiyên nexweş berdin û dawî li taloqkirina înfazê bînin

Ji Îzmîrê banga ji bo girtiyan: Girtiyên nexweş berdin û dawî li taloqkirina înfazê bînin

26 COTMEH 2026
Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Divê bêhiqûqî bi dawî bibe

Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Divê bêhiqûqî bi dawî bibe

25 COTMEH 2026
Girtiyê nexweş Cevzet Derese piştî 30 salan hat berdan

Girtiyê nexweş Cevzet Derese piştî 30 salan hat berdan

15 COTMEH 2026
‘Heke behsa aştiyê bê kirin divê ev yek ewilî xwe di zindanan de bide nîşandan’

‘Heke behsa aştiyê bê kirin divê ev yek ewilî xwe di zindanan de bide nîşandan’

9 COTMEH 2026

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

6 COTMEH 2026

TUHAD-FED: Dest ji astengkirina berdana girtiyan berdin

5 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne