Navenda Nûçeyan – Rojnameger Zubeyde Cacan ku li Fransayê bûyerên civakî ji nêz ve dişopîne bal kişand ser zextên nedîtî yên li dijî çalakger û rojnamegeran û wiha got: “Li welatekî ku xwe demokratîk pênase dike û dersa demokrasiyê dide welatên din, rûdana van tiştan nakokî û bêrûmetiyeke mezin e.”
Protestoyên xwendekaran ên ku di Îlonê de li Parîsê, Créteil û Seine-Saint-Denisê yên Fransayê dest pê kir, wek bertekek li dijî qutkirina budçeyê, kêmasiya mamosteyan, polên qerebalix, newekheviya derfetan û pergala Parcoursupê derketin holê. Di xwepêşandanên ku di demeke kurt de li seranserê welêt li zêdetirî hezar dibistan û zanîngehan belav bûn, li Marsîlya, Lyon, Nantes, Toulouse, Lille û Strasbourg car caran pevçûnên dijwar qewimîn.
Her çend li gorî amarên fermî ti kes nemiribe jî, bi bandora bikaranîna ava îsotê û guleyên plastîk ji 170 kesî zêdetir xwendekar û nêzîkî 65 xebatkarên perwerdeyê birîndar bûn, zêdetirî hezar û 700 kes hatin desteserkirin û zêdetirî 400 dibistan bi awayekî demkî hatin girtin.
Ev xwepêşandanên ku di meha Cotmehê de bi beşdariya sendîka, karker, cotkar û xebatkarên giştî veguherîn tevgereke civakî ya berfireh û greveke giştî ku tê de zêdetirî 800 hezar kes derketin kolanan, kokên xwe ji ruhê Gulana 1968an digirin. Mîna çalakiya CPE ya 2006an, Êlekzerên 2018–2019an û Reforma Teqawidiyê ya 2023yan, ev pêvajoya dawî jî bertekeke berfireh a ku bi kevneşopiya kûr a çalakiyan a Fransayê re hatiye hevgirtin, li dijî kêmasiyên di xizmetên giştî de, qeyrana aborî û newekheviyan radixe ber çavan.
Rojnameger û çalakger bi maskeyên gazê li qadê ne
Rojnameger Zubeyde Cacan ku li qadê buyeran dişopîne, destnîşan kir ku di dema çalakiyan de ew neçar in bi maskeyên gazê, berçavkên skiyê û serûma fîzyolojîk derkevin qadê da ku xwe li hemberî gaza îsotê biparêzin. Zubeyde Cacan diyar kir ku tevî van hemû zextên li medyayê jî dest bi manîpulasyonek mezin hatiye kirin û li ser ekranên televizyonan tenê kesên ku derdorê têk didin û talanker tên nîşandan û got: “Lê belê nayê dîtin ku tundiya sereke ya ku îro li holê ye, tundiya pergalê bixwe ye û ya ku xizanî û newekheviyan jî diafirîne ev e.”
Zubeyde Cacan bal kişand ser zexta hikûmetê ya li ser darazê û wiha pê de çû: “Prensîba cudabûna hêzan yek ji bingehên demokrasiyê ye, lê îro cezayên giran û dadgehkirinên lezgîn tên bikaranîn. Wekî mînak, ji bo zilamekî ku ji bo zarokê xwe yê di landikê de têr bike xwarina pitikan dizîbû, dozger daxwaza 11 meh cezayê girtîgehê kir. Ev nîşan dide ku êdî mirov nikarin pêdiviyên herî bingehîn ên malbatên xwe pêk bînin. Tundiya herî mezin tam li vir e; di vê xizaniya ku rê li ber jiyana mirovane digire de ye.”
Çalakiyên xwendekarên lîseyê ji Val-de-Marne belav bû
Zubeyde Cacan diyar kir ku çalakiyên destpêkê li herêma Val-de-Marne ya li başûr rojhilatê Parîsê ji aliyê xwendekarên lîseyê ve hatibû destpêkirin, di demeke kurt de li taxên hejar û piştre jî li lîseyên xwedî îmtiyaz ên mîna Henri-IV belav bû û bû cihê piştgiriyeke xurt. Zubeyde Cacan anî ziman ku xwendekar daxwaza hejmareke têr a mamostayan, hebûna kursî û maseyan li polan de û bidestxistina heman şansê serkeftinê yê bi xwendekarên ji derdorên îmtiyazdar re dikin û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Lê belê hikûmet bi polîsên CRS, bi gazên îsotê, bi bombeyan û bi gefên erkdarkirina artêşa leşkerî bersiv dide van daxwazên rewa û çalakiyan qedexe dike. Di encamê de gelek ciwanan dest, çavên xwe winda kirin an jî ji çeneya xwe birîndar bûn.”

‘Ev ciwan di tevahiya jiyana xwe de tenê Macron dîtine’
Zubeyde Cacan anî ziman ku ev xwendekarên lîseyê hema hema di dirêjahiya jiyana xwe de tenê desthilatdariya Emmanuel Macron dîtine û di nava şert û mercên pir dijwar de mezin bûne. Zubeyde Cacan wiha berdewam kir: “Dema ku Macron hat Qesra Élysée ew nêzîkî pênc salî bûn, îro jî panzdeh salî ne. Malbatên van ciwanên ku li taxên xizan mezin dibin pir caran di karên ne ewle de dixebitin; bi nexweşiyan û westandina kar têdikoşin. Heta hin malbat di tijîkirina sarincê de yan jî di kirîna hewcedariyên xwe yên rojane de jî zehmetiyê dikişînin. Ev tevger bi daxwazên berbiçav dest pê kir, lê belê îro nerehetiyeke civakî ya pir gelempertir tîne ziman.”
‘Heke ev li Cezayir an Tirkiyeyê rû bida…’
Zubeyde Cacan diyar kir ku li qadê lîseyî, xwendekarên zanîngehê, êlekzer û karker bi hev re piştevaniyeke mezin nîşan didin, lê belê polîs van demên piştevaniyê belav dikin û tundiyê dikin. Zubeyda Cacan di dawiyê de wiha got: “Hevalê min ê rojnameger ji aliyê polîsekî ve ji gewriya wî hat girtin û hewl hat dayîn ku were xeniqandin. Heger tevgereke di vê pîvanê de li Cezayîrê an jî li Tirkiyeyê rû bida, hikûmeta Fransayê dê bibûya yek ji wan hikûmetên yekem ên ku zextê şermezar dike û piştgirî dida ciwanan. Lê dema ku otorîterbûn ji welatê me bixwe tê, gotar diguhere. Vê carê behsa ewlehiyê û parastina aramiya giştî tê kirin. Ev pîvana dualî ya herî mezin e.”













