Berdevkê PJAKê Rêwar Awdanan têkildarî şerê muhtemel yê Îran û DYA-Îsraîlê diyar kir ku vê carê, dê asta agirê şer û hedefgirtina binesaziya stratejîk wêrankertir be û got; “Nîşanên heyî derdixin ku emê şahidiya sîmayekê nû yê şerê cîhanê yê sêyemîn bikin. Berfirehiya şer derdora Îranê û bi taybetî welatên Nîvgirava Erebî bigire nav xwe.”
Berdevkê Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK) Rêwar Awdanan li ser rewşa herêmê, şerê Îran û Amerîka-Îsraîlê peyamek weşand.
Berfirehiya peyama Berdevkê PJAKê Rêwar Awdanan wiha ye;
“Navenda desthilatdariyê ya Komara Îslamî ya Îranê di Şerê 12 Rojan, Şerê Çil Rojan, Şerê Tengava Hurmizê de derbeyên wêranker pêk hatin. Lê dîsa jî bi serhişkî tevdigere û guh nade şîretên kesên mîna Kirûbî, Xatemî, Zerîf û Rûhanî yên ku bang li hikûmetê dikin ku ji helwest û polîtîkayên xwe yên li hember hêzên navneteweyî vekişe. Ew heta peymanên mîna Turkmençay jî di berjewendiya mayîndebûna pergalê de dibînin. Danûstandin û Peymana Îslamabadê ne di wê astê de bûn ku agirê şer vemirînin. Ji ber ku tawîza ku ji hêla her du aliyên şer ve tê xwestin ji bo aliyê din nayê qebûlkirin.
Niha her tiştek amade ye ku qonaxek nû ya şerê Amerîka-Îsraîlê li dijî Komara Îslamî ya Îranê destpê bike. Şerê Tengava Hurmizê û dorpêça deryayî-hewayî ya li ser Îranê, di rastiyê de, pêşgotinek bû ji bo şerê tevahî û dijwar ku em li ber wê ne. Di qonaxa berê ya pevçûnê de, ne Komara Îslamî nekarî para hêza ku ew dixwaze di pergala siyasî ya Rojhilata Navîn a nû, rêziknameyên ewlehiyê û rêyên bazirganî û aborî yên herêmê de li ser Amerîka-Îsraîlê ferz bike; ne DYA’yê û ne jî Îsraîl nekarîn bi êrîşên leşkerî û kuştina Elî Xamineyî û serkirdeyên din vê rejîmê bixin bin kontrolê an jî bi tevahî hilweşînin. Dûrxistina Komara Îslamî ji pozîsyona hêzek xeternak ji bo pergala nû ya Rojhilata Navîn di polîtîkaya sereke ya DYAyê de ji bo kontrolkirina Çînê ye.
Heta ku Tengava Hurmizê û Bab el-Mendeb a pir hesas di bin kontrola Komara Îslamî û hêzên wekîlên wê de bin, aboriya cîhanî dê lewaz bibe û DYA dê nikaribe bernameya xwe ya li dijî Çînê pêş bixe. Bi rakirina zexta li ser Rûsyayê û kêmkirina piştgiriya ji bo Ukraynayê, Trump di rastiyê de zextê li ser hêzên Ewropî (Brîtanya, Fransa, Almanya) dike ku di şerê li dijî Komara Îslamî de li pêşiya bernameyên Amerîkî-Îsraîlê nesekinin. Hem Komara Îslamî û hem jî DYA di qonaxên berê yên şer de hemû hêza xwe nexistin şer. Lê vê carê mijar dê cuda be.
dê asta agirê şer û hedefgirtina binesaziya stratejîk wêrankertir be û got; “Nîşanên heyî derdixin ku emê şahidiya sîmayekê nû yê şerê cîhanê yê sêyemîn bikin. Berfirehiya şer derdora Îranê û bi taybetî welatên Nîvgirava Erebî bigire nav xwe. Herêm niha dikele, alî amade ne ku di her kêliyê de deriyê dojehekî rastîn li ser hev vekin.”













