MEBYA-DERa Sêrtê û Êlihê dê di 27-28ê mehê de bi boneya 40 roja gerîlayên ku di dîrok û li cihên cuda şehîd ketibûn û navên wan hatibû eşkerekirin mewlûd bidin. MEBYA-DERê banga beşdarbûnê li welatiyên Sêrtê û Êlihê kirin.
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku di dîrok û di demên cuda de şehîd ketibûn û navên wan hatibû aşkeren, bi mebesta 40 roja wan li gelek bajaran mewlûd tê dayîn. Wê bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Sêrtê dê di 27ê mehê de li Eywana Dawetê ya Keremê mewlûd bê dayîn. Ya Êlihê jî dê di 28ê mehê de li Eywana Dawetê ya Vûralê mewlûd bê dayîn.
‘Beşdarî mewlûda şehîdan bibin’
Hevseroka MEBYA-DER Sêrtê Emîne Aşkara diyar kir ku ew ê 27ê mehê de ji bo cangoriyên azadiyê mewlûd bidin û wiha bang kir: “Em dibêjin bila gelê me yê Sêrtê xwedî li cangoriyên xwederkevin. Em ê saet di 12:00an li eywana dawetê amade bibin û mewlûd bê xwendin. Em dixwazin gelê me me bi tenê nehêle û beşdarî mewlûda şehîdan bibin.”
‘Em li hemberî şehîda peywira xwe bi cih bînin’
Dûre jî Hevserokê MEBYA-DERa Sêrtê Abdûlbakî Taşçi ji bo ku welatiyên Sêrtê tev li mewlûda cangoriyan bibin ev bangê kir: “Em li ser navê MEBYA-DERa Sêrtê bangewaziyek ji bo gelê xwe yê dikin. 27ê mehê roja sêşemê dê ji bo hemû şehîdên şoreşê û demokrasiyê em ê mewlûd bidin. Em dixwazin hemû gelê me beşdar bibin. Da ku em jî li hemberî şehîda peywira xwe bi cih bînin.”
‘Ji bo şehîdan em çi bikin têr nake û kêm dimîne’
Herî dawî rêveberê MEBYA-DERa Êlihê Şefîk Aratemûr jî balê kişand ser girîngiya cangoriyên azadiyê û got ku şehîd pêşeng û ronahiya civakê ne û wiha axivî: “Wan rêya me ronî kiriye û wan Kurdistanek azad ji bo me pêşkêş kiriye. Di serî de cihê hemûyan bihuşt e. Heta ku yek dilop xwîn di laşê me de hebe em ê li pey doza wan bin. Ji bo şehîdan em çi bikin têr nake û kêm dimîne. Ji bo vê yekê em hevalên ku di demên dawî de navên wan hatibûn aşkerekirin û me wan bi bîr anîn û niha jî em ê ji bo wan mewlûd bidin. Ev asta ku em îro hatine bi saya serê şehîdan e. Ji bo vê yekê em dixwazin hemû malbatên şehîdan û welatiyên me yên li bajêr û li gundan bila me bi tenê nehêlin.”
















