Komeke koçberên Girê Spî dema hewl dan vegerin malên xwe û derbasî bajarê xwe bibin, bi êrişa komek provokator re rû bi rû man û wesayîtên wan hatin şewitandin.
Komeke koçberên Girê Spî yên ku hewl didan vegerin malên xwe dema gihîştin bajarê xwe bi êrişan re rû bi rû man. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin ev kom bi armanca vegera malên xwe li ser vexwendina Gerînendetiya Herêma Girê Spî berê xwe dane avahiya gerînendetiyê, lê bi talan û êrişan re rû bi rû mane. Komek provokasyon êrişî wesayîtên koçber kir û şewitandin. Her wiha hate ragihandin ku koma êrişkar bi guleyan êrişî koçber kir kiriye û nêzî 20 wesayîtên koçberan hatine şewitandin.













