Karwanê duyem a koçberan ji kampa Serêkaniyê ber bi gudewarên Serêkaniyê Zirgan û Til Temirê ve bi rê ket.
Li gorî nûçeya ANHAyê; îro karwanê duyem a koçberên Serêkaniyê ku li kampa Serêkanyê diman, ber bi 55 gundên gundewarên Serêkaniyê Zirgan û Til Temirê ve bi rê ket.
Karwan ji nêzî 700 malbatan ango 7 hezar kesan pêk tê.
Karwanê yekem ku nêzî ji 400 malbatan pêk dihat di 10ê tebaxê de vegeriyabû Serêkaniyê û gundewarên wê.














