Serokê Rêxistina AKPê yê Şirnexê li bajarokê Dêrgulê ya ku 6 roj in elektrîk lê hatiye birîn, dest bi berdevkiya DEDAŞê kir.
Li Bajarokê Dêrgulê ya Şirnexê ji 20ê Cotmehê ve heya niha ji aliyê DEDAŞê ve ceyran hatiye qutkirin û şêniyên bajarok ji bo bertekê nîşanî vê yekê bidin, îro zarokên xwe neşandin dibistanê.
Serokê Rêxistina AKPê yê Şirnexê Halîl Îbrahîm Erkan şevê din çû bajarok û ji şêniyên bajarok xwest tişta DEDAŞ dixwaze pêk bîne û qebûl bikin. Li ser van gotinan, welatiyan bertek nîşanê serokê AKPê da û gotin: “Tu berdevkiya DEDAŞê dikî.”
Li gel ku li bajarok gelek nexweşên girêdayî cihazên ceyranê hene jî heya vê kêliyê jî ceyran nehatiye berdan.












