Amed – Li gundê Eyntirtê yê bi ser navçeya Gêlê ya Amedê ve pirsgirêkên binesazî, rê, av û cezayên giran ên ceyranê gundî bêzar kirin. Gundiyên ku xizmet ji wan re nayên kirin bi gazinc in. Rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî dan zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan plansaziya wan heye.
Li gundên navçeya Gêlê ya Amedê ku bi dîroka xwe ya kevnar û Çemê Dîcleyê tê naskirin, welatî bi pirsgirêkên binesaziyê re rû bi rû man e. Yek ji van gundan jî Gundê Eyntirtê ye. Gundê Eyntirtê tevî ku nêzî Çemê Dîcleyê ye jî ji ber ku li ser cihekî bilind hatiye avakirin, bi salan e di xwegihandina ava vexwarinê de zehmetî dikişand. Di dawiya sala 2025an de bi xebatên AVAMEDê ev pirsgirêk hatibe çareserkirin jî gund ji pergala nûjen a qenalîzasyonê bêpar e. Li aliyê din, têkoşîna hiquqî yê di navbera Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) û gundiyan de li ser “cezayên ceyrana qaçax” êdî bûye kêşeyeke aboriyê. Her wiha li gund pirsgirêka rê jî heye. Saziyên berpisyar ji ber kêmbûna budçeyê xebatên rê û binesaziyê dabeşî salan dikin; ev rewş jî dibe sedem ku gundî rasterast bertekê nîşanî polîtîkayên şaredariyê bidin.
‘Qenalîzasyon tune ye, em ji bêhnê nikarin di malên xwe de rûnin’
Yek ji niştecihên gund Ahmet Çaçan anî ziman ku li gundê wan nêzî 400 mal hene û pirsgirêka wan a herî mezin tunebûna qenalîzasyonê ye û wiha got: “Li gundê me qenalîzasyon tune ye. Ji ber bêhnê em nikarin di malên xwe de rûnin, her der pîsîtî ye. Ji ber vê pîsîtiyê zarokên me nexweş dikevin, nexweşiyên giran çêdibin. Em serî li şaredariyê didin, dibêjin ‘em ê bên paqij bikin’ lê tu kes nayê. Yên ku pereyê wan heye bi vidanjoran paqij dikin.”
“DEDAŞ xizmetê nade, lê bi hezar lîre ceza dibire”
Ahmet Çaçan diyar kir ku ew ne tenê di warê binesaziyê de, di warê ceyran û avê de jî pirsgirêkan dijîn û da zanîn ku DEDAŞ bi hincetên pûç cezayên giran li gundiyan dibire û wiha qala pirsgirêkan kir: “DEDAŞ ji bo kontrolê nayê, ceyranê rast û dirûst nadin me. Lê radibin bi hinceta qaşo ‘ceyrana qeçax’ 49 hezar TL ceza li min birîn. Me serî li dadgehê da, me doz qezenc kir lê niha birine temyîzê. Ne tenê ji min re, li gund hema bêje ji her malê re 60, 70 heta 100 hezar TL ceza tê birîn. Hêza me tune ye em vî pereyî bidin. Ez 10 sal in nexweşê fitiqa piştê me, nikarim bixebitim. Bi van cezayan dixwazin me bi temamî tune bikin.”
‘Şaredarî dibêjin temam û tu tiştî nakin’
Keyayê gund Mehmet Dogan jî gazinên gundiyan piştrast kir û diyar kir ku sozên di her heyama hilbijartinê de tên dayîn, piştî hilbijartinê ten ji bîrkirin. Mehmet Dogan destnîşan kir ku daxwazên wan ên xizmetê tên piştguhkirin û wiha got: “Di vê hilbijartinê de min wezîfeya muxtariyê girt. Me daxwaza xwe ji rêvebirên DEM Partiyê re jî got, me serî li Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Gêlê ya AK Partiyê jî da. Lê her carê dibêjin ‘temam’ û tu tiştî nakin. Binesaziya me bi temamî sifir e.”
‘Çemê Dîcleyê li ber me ye, lê em tî ne’
Mehmet Dogan anî ziman ku her çend Çemê Dîcleyê li tenişta gundê wan be jî ew bi bêaviyê re rûbirû ne û wiha bang li rayedaran kir: “Par em bi rojan bêav man. Ji bo çareserkirina pirsgirêka av û qenalîzasyonê budçeyên pir mezin naçin, bi pompeyeke avê ev kar çareser dibe. Dema hilbijartinê Şaredariya Bajarê Mezin hat, rayedarên din jî hatin, soz dan. Lê ew soz tenê di axaftinan de man. Em êdî sozên pûç naxwazin, em xizmetê dixwazin.”
AVAMED: Qenalîzasyon di plana sala 2028an de ye
Li ser gazinc û daxwazên gundiyan, me mijarê ji Cîgirê Serokatiya Daîreya Karsaziyê ya Herêma 2yemîn a AVAMEDê Abbas Aslan pirs kir. Aslan bersiv da pirsên derbarê pirsgirêkên li gund.
‘Qeyda qutbûna avê ya 3 rojan tune ye, pirsgirêk ji avdana baxçeyan e’
Abbas Aslan diyar kir ku di sîstema wan de tu qeyda xeletî an qutbûna avê ya 3 rojan a li herêmê tune ye û wiha got: “Ji ber ferqa bilindahiyê berê pirsgirêkeke wiha hebû lê saziyê di Mijdara sala 2025an de bi xeteke nû ya 3 hezar metreyî 35 malên li gund cara yekem gihandin şebekeya ava vexwarinê û li gund ava şebekeye gihişt her malê.” Abbas Aslan ji bo kêmbûna avê ya di mehên havînê de jî ev bang kir: “Ji ber avdana baxçeyan bi ava şebekeyê çêdibe kêmbûna avê demkî ye. Ji bo ku av bigihe her kesî, divê av ji bo armanca xwe were bikaranîn û zêde bar li şebekeye nekin.”
‘Li herêmê hîn şebekeya qenalîzasyonê tune ye’
Abbas Aslan da zanîn ku li vê herêmê hin şebekeyeke fermî ya qenalîzasyonê ya AVAMEDê tune ye û wiha domand: “Pirsgêrêkên ku çêdibin ji ber tijebûna çalên foseptîk ên ferdî ne. Çareseriya bingehîn bi çêkirina şebekeyê dibe û ev kar di plansaziya me ya sala 2028an de hatiye bernamekirin.”
Îdiayên pereyê vidanjorê û avêtina ava pîs
Abbas Aslan li ser îdiayên gundiyan ên “ji bo vidanjorê 800 TL ji me tê xwestin” û “ava pîs nêzî gund tê valakirin” jî wiha axivî: “Heqê vidanjorê li gorî biryara Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê diyarkirin. Ji ber ku ev herêm zêdetirî 20 kîlometre dûrî navendê ye, heqê vidanjorê ji bo malên bi abone hezar û 165,85 TL û ji bo yên bêabone 2 hezar û 331,71 TL ye. Pereyê ku gundî dibêjin di binê vê tarifeyê de ye û hîn kêmtir e. Ava ku bi vidanjoran tê girtin, li gorî qanûnên jîngehê li cihên fermî yên deşarjê tên valakirin. Valakirina li nêzî cihên rûniştandinê tune ye, lê dîsa jî ji ber îdiayên gundiyan li ser tenduristiya zarokan, saziyê lêpirsînek da destpêkirin. Heke binpêkirinek hebe, dê cezayên pêwîst werin birîn.”
Abbas Aslan di dawiyê de diyar kir ku ew daxwazên muxtar û gundiyan dişopînin û di demekî kurt de dê wan agahdar bikin.
‘Rê dê dîsa bên kontrolkirin’
Li ser gazincên gundiyan ên derbarê xirabûna rêyan de jî Serokê Daîreya Çêkirin, Parastin û Tamîrkirina Rêyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bûrhan Kaya ji ajansa me re axivî.
Bûrhan Kaya diyar kir ku par li ser rêya gund xebatên tamîrkirinê hatine kirin û heta niha di vê salê de tu giliyên nû negihiştine ber destê wan. Bûrhan Kaya derbarê rêya alternatîf a ku gundî behs dikin de jî wiha got: “Ew rêya alternatîf a ku tê gotin, li derveyî qada xizmeta şaredariya me ye û ji aliyê şirketa petrolê ya taybet ve tê bikaranîn. Budçeya ku ji bo parastin û tamîrkirina rêyan a salane tê veqetandin, têrê nake ku em hemû rêyan bi hev re çêkin. Ji ber vê yekê em rêyên xwe beş bi beş çêdikin. Lê belê, ji bo vê pirsgirêka ku li ser rêya gund çêbûye, em ê dîsa tîmên xwe bişînin, kontrolên pêwîst bikin û xebatên ku hewce ne em ê bi cih bînin.”


















