• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
31 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

    Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

    Di şewata li Êlihê de parêzer Gulsum Tunç jî jiyana xwe ji dest da

    Di şewata li Êlihê de parêzer Gulsum Tunç jî jiyana xwe ji dest da

    Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

    Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

    Wan dê ji bo aştiyê bimeşe

    Wan dê ji bo aştiyê bimeşe

    Li Nisêbînê girtina bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’

    Li Nisêbînê girtina bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’

    Erdogan ji Leyla Zanayê re sersaxî xwest

    Erdogan ji Leyla Zanayê re sersaxî xwest

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

    Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

    Di şewata li Êlihê de parêzer Gulsum Tunç jî jiyana xwe ji dest da

    Di şewata li Êlihê de parêzer Gulsum Tunç jî jiyana xwe ji dest da

    Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

    Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

    Wan dê ji bo aştiyê bimeşe

    Wan dê ji bo aştiyê bimeşe

    Li Nisêbînê girtina bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’

    Li Nisêbînê girtina bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’

    Erdogan ji Leyla Zanayê re sersaxî xwest

    Erdogan ji Leyla Zanayê re sersaxî xwest

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

Qamişlo / AW

31 TEBAX 2026 - 12:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xwendekar û malbatên xwe li bajarê Qamişlo daxuyaniyek dan û daxwaza sererastkirina biryara Wezareta Perwerdeyê ya derbarê zimanê Kurdî de kirin û daxwaz kirin ku mafê xwendekaran ji bo fêrbûn û perwerdekirina bi zimanê dayikê were misogerkirin.

Xwendekar û malbatên xwe li li bajarê Qamişlo, ji bo biryara Wezareta Perwerdeyê ya derbarê hînkirina zimanê Kurdî de daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Daxuyanî li ber avahiya Rêveberiya Herêma Qamişlo ji hêla Henan Bekir ve, bi amadebûna xwendekaran û dê û bavên wan, hate xwendin. Piştî xwendinê, daxwazên xwendekar û dê û bavan ji gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Hessamre hate pêşkêşkirin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Me biryara Wezareta ku di dîroka 27/8/2026de derket û têkildarî serrastkirina rêwimayên cîbicîkar ên ku di dîroka Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyeyê nirxand, bi taybet danpêdanên taybet bi Desteya Perwerdeya neteweyî, xwendina wê di dibistanên nîvîna bi zimanê Kurdî wekî zimanê kom a dawîn a pileyan de.

Ev gav di rêya danpêdana fermî ya bi zimanê Kurdî de pêşketineke giring e, lê em piştrast dikin ku ev danpêdan, tevî giringiya wê, hin pêşxistina qanûnsaz û perwerdeyî heye da ku bikaranîna mafê zimanî bêkêmasî were misogerkirin.

Mijar ne tenê têkildarî zêdekirina zimanê Kurdî wekî materyaleke xwendinê ye, lê têkildarî mafekî zimanî ye ku girêdayî wekhevî û mafekî zimanî, çandî û perwerdeyî yê girtina bi zimanê wan ê dayikê ye. Herweha têkildarî mafê zarok, şagird û xwendekaran ê fêrbûna bi zimanê wan ê dayikê û bikaranîna wî ya di bidestxistina zanînê de ye.

Em dibînin ku cudahiyeke cewherî di navbera fêrkirina zimanê Kurdî û fêrkirinê bi zimanê Kurdî de heye. Hebûna ziman a sê saetên di heftîyê de gava pêşîn e, lê têrê nake ku zimanê Kurdî bike zimanê fêrkirin û zanînê û nabe ev biryar bibe banekî dawîn ê vî mafî.

Herweha em piştrast dikin ku mafê ziman nabe ku mafekî erdnîgarî yê girêdayî hebûna ‘rêjeyeke berçav’ a hemwelatiyên kurd li herêmeke diyarkirî be; zimanê dayikê bi guhartina cihê niştecihbûnê nayê guhartin û xwendekarê kurd li ku dera Sûriyeyê be, mafê wî yê fêrbûna bi zimanê xwe ji dest nade.

Em tekez dikin ku xwendekar û şagirdên niha li dibistanê dixwînin berçav werin girtin. Nabe ku sûdgirtina ji sîyaseta nû tenê bi nifşên nû yên ku dê di siberojê de derbasî dibistanê bibin, sînordar be û di heman demê de îro nifşek heye ku bi salan derfeta wî çênebûye ku bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibe. Serrastkirina bandora bêparîya zimanî pêwîst e xwendekarên niha bi rêya bernameyên veguhêz û qerebûyî yên li gor temen û astên wan ên xwendinê bigire nav xwe.

Herweha em piştrast dikin ku xurtkirina zimanê Kurdî nayê wataya dûrxistina zimanê erebî yan jî daxistina ji nirxê wî, lêbelê tê wataya avakirina nimûneyeke perwerdeyî ya duzimanî ku zimanê dayikê yê xwendekar diparêze û di heman demê de xurtbûna wî ya di zimanê erebî de û fêrbûna zimanên bîyanî jî misoger dike. Bi vê yekê wekhevî, girêdan û yekîtîya neteweyî xurt dibe.

Lewra, daxwazên me ev in:

1. Pêşxistina biryara wezaretê ya hejmar 68/943/ da ku bibe gaveke ber bi misogerkirina fêrbûna bi zimanê Kurdî û ne tenê rêxistina fêrkirina wê wekî materyaleke fêrkirinê.
2. Misogerkirina mafê xwendekar û şagirdên kurd di fêrbûna zimanê wan ê dayikê da li hemû aliyên Sûriyeyê û negirêdana vî mafî bi cihê niştecihbûnê yan bi rêjeyeke niştecihî ya destnîşankirî ve.
3. Pêwîst e her nezelalîya di pîvana “herêmên ku di wan de rêjeyeke berçav a hemwelatiyên kurd hene” ji holê rabe û pîvanên zelal û aşkere werin danîn da ku jihevcihkirina di navbera xwendekaran de li gor niştecihbûna wan ji holê were rakirin.
4. Pêjirandina sê waneyan di heftîyê de pêwîst ene wekî banekî dawîn ê fêrbûna zimanê Kurdî were hesibandin.
5. Danîna planeke demî ya zelal a çûna hin bi hin ji fêrkirina zimanê Kurdî ber bi fêrkirina bi zimanê Kurdî ve û di hejmara zêdetir a materyalan de heta ku bigihîje nimûneyeke fêrkirinê ya duzimanî di pêvajoyên guncav de.
6. Misogerkirina sûdgirtina xwendekar û şagirdên ku niha li dibistanan in ji siyaseta nû ya fêrkirinê û sînordarkirina vî mafî bi nifşên bê.
7. Amadekirina mamosteyên ku dikarin bi zimanê Kurdî di hemû astan û di hemû materyal û beşan de fêr bikin û sînordarkirina kadroyên fêrkirina zimanê Kurdî tenê.
8. Sûdgirtina ji pêşnivîsên perwerdeyî yên ku berê di warê perwerdeyê bi zimanê Kurdî de hene, bi taybet bi hezaran mamosta û karmendên di qada perwerdeyê de yên xwedî pêşnivîsên curbicur û vekirina rêyê li pêş wan da ku di prosesa perwerdeyî ya fermî de beşdar bibin li gor bingehên akademîk ên zelal û bê duristina paşguhkirin.
9. Amadekirin û pêşxistina tegihên zanistî û akademîk ên pêwîst.
10. Tevlîkirina çand, wêje, dîrok û kevneşopiya Kurdî di mihênahên neteweyî de bi awayekî zanistî û hevseng ku tê girêdayîya çand û dîroka civaka sûrîyeyî derxîne pêş.
11. Misogerkirina berdewamûna fêrkirina zimanê erebî li gel zimanê Kurdî, herweha pêjirandina fêrkirina duzimanî wekî rêyeke xurtkirina wekhevîya derfetên, ne ku zimanek ji zimanekî din çêtir were ditin.
12. Vekirina rêgehên di xwendina bilind de ji bo amadekirina mamosta, vekoler û pisporên bi zimanê Kurdî û piştgiriya lêgerîna zanistî û berhemana zanînê ji derên akademîk jî.
13. Misogerkirina ku zimanê Kurdî nebe materyaleke ezmûnî ya negering, lê pêwîst e di aliyên curbicur ên jiyana dibistanî û fêrkarî de bibe xwedî amadabûneke rastîn.
14. Dayîna garantiyeke qanûnî, xwecih û qanûnsaz ji bo mafên zimanî û fêrkarî yên hemwelatiyên kurd da ku ev maf nebe têkildarî biryarekê îdarî ya ku pêkane û were serrastkirin an betalkirin.

Em piştrast dikin ku danpêdana bi zimanê Kurdî gaveke giring e û li ser tê avakirin. Lê danpêdana rastîn ne tenê ew e ku di tabloya waneyên de were rêzkirin, lê karîna xwendekar a bikaranîna wê ya di fêrbûn, derbirîn û berhemana zanînê de ye.

Herweha em piştrast dikin ku tecrîbeya 14 salî ya fêrkirina bi zimanê Kurdî û pê re jî komîser hebûna pisporî, minhac û kadroyên fêrkirinê, pêwîst e wekî embareke. perwerdeyî were ditin ku dikare were pêşxistin û di asta neteweyî de sûd jê were girtin, û ne wekî tecrîbeyekê were ditin ku pêwîst e were paşguhkirin. Her weha hebûna bi hezaran mamostayên xwedî pispôriyên curbicur ên di fêrkirina bi zimanê Kurdî de xwedî pispôrî ji bo avakirina nimûneyeke fêrkirinê ya gîştîtir ji bo wezarêtê derfeteke rastîn e, li şûna destpêkirina ji sifirê.

Herweha em piştrast dikin ku mafê zimanî mafekî heyî ye û ne sozeke paşxistî ye. Her siyaseteke serrastker pêwîst e li gel nifşên siberojê, xwendekar û şagirdên ku niha li dibistanê ne bigire nav xwe.

Rêzgirtina cihêrengiya zimanî û çandî yekîtiya neteweyî lawaz nake, lê xurttir dike û wekheviya rastîn nayê wataya jiholêrakirina cudabûnê, lêbelê tê wataya misogerkirina mafên hemû hemwelatiyan bê cudahî.”

Çavkanî: ANHA

 

Etîket: Perwerdehiya KurdîQamişloxwendekarên KurdZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
Tayîp Temel: Em Kurd mafê zimanê xwe dixwazin

Tayîp Temel: Em Kurd mafê zimanê xwe dixwazin

17 TEBAX 2026
ARÎ-DERê kongreya xwe li dar xist: Ger ku ziman tune be tu wateya xebatan jî tune ye

ARÎ-DERê kongreya xwe li dar xist: Ger ku ziman tune be tu wateya xebatan jî tune ye

15 TEBAX 2026
Fermandariya Ewlekariya Hundirîn a Hesekê: Dê êrişkarên Qamişloyê bên cezakirin

Fermandariya Ewlekariya Hundirîn a Hesekê: Dê êrişkarên Qamişloyê bên cezakirin

12 TEBAX 2026
‘Divê em malên xwe bikin dibistanên zimanê Kurdî’

‘Divê em malên xwe bikin dibistanên zimanê Kurdî’

4 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûnê çarçewa: Pêşnîyazê Abdullah Ocalanî do pêşkêşî partîyan bêro kerdene

    Ocalan bersiv da îdiayên derheqê xwe de: Ev parvekirin tevgerên provokatîf in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Şiyar Jîrkî li Elkê şîn hate danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê nexweş Saîd Yildirim krîza dil derbas kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Veysî Aktaş: Pêvajo bi saya şehîdan hat vê astê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şêrko Kanîwar hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Cizîrê gel diherike şîna şehîdên Tevgera Azadiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên têkoşîna azadiyê li Stenbolê hatin bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne