• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
29 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Welatiyên Wanê: VASKÎ bûye xwînmêj

    Welatiyên Wanê: VASKÎ bûye xwînmêj

    Cîhan Aydin: Divê astengiyên di navbera Ocalan û civakê de bên rakirin

    Cîhan Aydin: Divê astengiyên di navbera Ocalan û civakê de bên rakirin

    Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Welatiyên Wanê: VASKÎ bûye xwînmêj

    Welatiyên Wanê: VASKÎ bûye xwînmêj

    Cîhan Aydin: Divê astengiyên di navbera Ocalan û civakê de bên rakirin

    Cîhan Aydin: Divê astengiyên di navbera Ocalan û civakê de bên rakirin

    Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

Ugur Dînler / AW

29 COTMEH 2026 - 10:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Serokê Komeleya Şêx Sêîd Kasim Firat bal kişand ser armanca avakirina komeleyên ser navê eşîrtiyê yên bi destê desthilatê hatine avakirin û got: “Ev proje ji sala 1925an de bi Plana Îslahata Şarkê ketiye dewrê û hêj didome. Ji Osmaniyan heya niha eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin.”

Li bakurê Kurdistanê di salên dawî de li ser navê eşîran li gund, navçe û bajaran sedan komele hatin vekirin. Her çiqas li ser navê gelek beşên jiyana civakî komele werin vekirin jî, komeleyên li ser navê eşîran hatine vekirin, balê dikişînin ser xwe. Piraniya van komeleyan ji aliyê xizmên axayan, kesên nêzî desthilatdar û dewletê ve tên vekirin. Ev komele bi xebat û tevgerên xwe ve wekî saziyeke dewlet û pergalê tevdigerin.

Piraniya komeleyên bi destê dewletê yên eşîran hatine avakirinn ne ji bo pêdiviyên rasteqîn ên gelê herêmê, lê belê ji bo guhertina dînamîkên herêmî û kontrolkirina hilbijêran hatine rojevê. Bi rêya van komeleyan tê xwestin ku ku li hemberî tevgerên siyasî yên rexnegir, alternatîfek were derxistin, bandora partiyên siyasî yên rexnegir ên li ser girseyan were lewazkirin û di qonaxên hilbijartinan de wekî baregehên fermî yên dengdanê werin bikaranîn. Ev modela nû ya rêxistinkirina eşîran, hewl dide girêdanên eşîrtî û feodal ji nû ve germ bike da ku civak ji daxwazên nûjen ên demokratîk, mafên kolektîf û îradeya azad a siyasî were dûrxistin.

‘Dewlet eşîrên li gor xwe ava dike û diparêze’

Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat derbarê mijarê de got ku beriya sed salan dema Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin, ji bo Kurdan tune bikin desthilatan eşîr derxistine pêş û wiha got: “Ev proje ji sala 1925an de bi Plana Îslahata Şarkê ketiye dewrê û hêj didome. Di wê zagonê de pirs ev bû, em ê Kurdan çawa tune bikin? Çawa asîmîle bikin û çawa pasîf bikin? Rêbaza wan a yekem bi kuştinê bû. Ya duyem jî di nav Kurdan de xurtkirina zihniyeta eşîrtî û malbatî bû. Wan digot, ‘Eşîrên li dijî me bikujin, yên ku li gorî dilê me jî saz bikin û piştgiriyê bidin wan’. Piştre jî di nav xelkê de dubendiya Sûnî û Elewî teşwîq kirin da ku wan ji hev cuda bikin. Bi vê jî nesekinîn, cudahiya Dimilî û Kurmancî derxistin pêş. Yanî Kurmanc û Dimilî, Sûnî û Elewî hwd. Li hemû herêman ev siyaseta xwe meşandin. Lê belê Şêx Seîd Efendî û hevalên xwe xwîna xwe danîn holê û xetek saz kirin. Ew xet, xeteke neteweyî bû. Di wê xeta neteweyî de cudahiya zayendî, çînî, dînî û baweriyê tune bû. Xwîna her kesî bi hev re hat rijandin. Pişt re jî mirovên ji hev cuda, bi nêrînên cuda, jin, mêr, elewî, sunî, feqîr û dewlemend bi hev re canê xwe da û xeteke neteweyî hat avakirin.”

‘Ji bo ku Kurdan parçe bikin komeleyên eşîran vedikin’

Kasim Firat destnîşan kir ku ramana zagona Îslahatê bi awayekî veşartî tê domandin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Yanî çi dikin? Komeleyên modern ava dikin, komeleyên eşîran ava dikin. Pir tiştan dikin da ku Kurdan ji hev parçe bikin. Ev siyaset e, siyaseta dewletê ye û ji dema Osmaniyan ve ev pergal dimeşe. Divê Kurd van tiştan baş bizanin û kûr bifikirin. Kurd yek in. Dîroka wan yek e, erdnigariya wan yek e. Divê vê baş bizanin û li gorî vê tevbigerin. Helbet malbat û eşîrên cuda hene, lê belê nabe ku ev bibin sedema şer û dubendiyê. Ji ber vê yekê ez dibêjim ku divê Kurd bihişmend bin, ev projeyek e, projeya desthilatdarên li ser Kurdistanê ye. Em vê projeyê red dikin.”

‘Divê pêşengên Kurdan van xalan şîrove bikin û rave bikin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Kasim Firat diyar kir ku li hemberî vê feraseta dixwazin ava bikin bi lez tedbîr bên girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heger tedbîr neyên girtin, wê zilm, despotî û rewşa heyî bidome. Pergal û hikûmet li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Hinek kes hene di nav AKPê de ne, an li cihên din in, hinek ji ber berjewendiyan, ji bo parastina aboriya xwe, an ji bo parastina berjewendiyên eşîra xwe bi vî awayî xurt dibin. Divê siyasetmedarên Kurd, mela, seyda û pêşengên Kurdan van xalan şîrove bikin û rave bikin. Divê partiyên Kurdan jî li ser mijarên civakî hestiyar bin. Divê hestiyariya wan hebe û li rastî, çand û edetên dîrokî yên Kurdan xwedî derkevin. Lê belê ne bi awayekî paşverû, divê bi rengekî maqûl, biaqil û bi awayekî ku li dijî dîn û pîvanên bingehîn nebe tevbigerin.”

‘Bila tu kes gavên li dijî berjewendiyên Kurdan neavêje’

Kasim Firat bi lêv kir ku divê tu kes gavên li dijî berjewendiyên Kurdan neavêje û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Civaka Kurd mexdûr e, mezlûm e û di bin destê desthilatdaran de ye. Heke em van tiştan bi cih neynin û li ser vê yekê tênekoşin, em hem li ba Xwedê û hem jî di wijdana mirovahiyê de berpirsiyar in. Ez ji hemû siyasetmedaran û ji hemû kesayetên Kurd re dibêjim, tehemula hevdu bikin. Li mafên bingehîn ên Kurdan xwedî derkevin û gavên li dijî berjewendiyên Kurdan neavêjin. Vê yekê jî baş bizanin, Kurd û Kurdistan li ser hemû kesayet, îdeolojî û siyasetan re ye. Divê her kes vê baş bizanibe, heq, fermana îlahî û wijdan jî vê yekê li me ferz dike.”

Etîket: dewleteşîretKasim FiratKomeleOsmanîperçekirina KurdanSerokê Komeleya Şêx Sêîd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kasim Firat: Bi dorpêçkirina Ocalan pêvajo nayê meşandin

Kasim Firat: Bi dorpêçkirina Ocalan pêvajo nayê meşandin

24 ÎLON 2026
Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

19 ÎLON 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

31 TÎRMEH 2026
Li Wanê komeleya ‘Demhat’ hat vekirin

Li Wanê komeleya ‘Demhat’ hat vekirin

30 TÎRMEH 2026
Dayikên Aştiyê: Aştî bi avêtina gavan mayînde dibe

Dayikên Aştiyê: Aştî bi avêtina gavan mayînde dibe

8 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne