Wan – Li Wanê ji bihabûna fatûreyên avê ketine nav tengasiyeke dijwar û welatî ji ber vê yekê mislixên xwe bi tirs vedikin. Welatiyên ku bertek nîşanî rêveberiya qeyim dan, anîn ziman ku VASKÎ bûye xwînmêj.
Di bihabûna avê de Wan di nava bajarên Tirkiyeyê de di pêş de cih digire. Metrekupa avê ya li malan tê bikaranîn ji 56 lîreyan derbas bûye û meh bi meh zem tê li ser bihayê wê. Piştî 15 metrokupan bihayê avê zêdetir dibe. Ev tarîfeya bilind, bi taybetî ji bo malbatên qelebalix dibe barekî giran. Her wiha di binesaziya avê ya Wanê de jî gelek pirsgirêk hene. Li hemberî vê tarîfeya biha, Gerinendetiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyon (VASKÎ) di pêkanîna xizmetên binesaziyê jî kêm dimîne. Li gel van kêmaniyan îsal VASKÎ wê saetên avê jî bi saetên biaqil re biguherîne û 6 hezar lîre heqê saeta avê jî li ser fatûreyan zêde bike û bide li ser milê gel.
Welatiyan derbarê fatûreyên giranbiha yên avê û sepanên VASKÎyê de axivîn.
Îsmet Koşar da zanîn ku ew bi xwe teqawît e û heke mehê 2-3 hezar lîreyan bide avê, pereyê jê re dimîne, têra debarê nake û wiha axivî: “Ez niha du hezaran bidim avê yan bidim heqê gaza xwezayî û fatûrayên din? Dê kîjanê bidim kîjanê nedim? Ev çi edalet e, ez nizanim. Em qala edaletê dikin, lê belê li Tirkiyeyê edalet tune ye. Hemû dizîker in, çi bikeve destê wan talan dikin. Yanî ev VASKÎ bi xwe jî wisa ye. Fatûreyan giran derdixin ji gel re. Hemû sixtekar in. Ewqas pereyan didizin û çi dikin nizanim.”
‘Ava çiyayên me bi bihatî difiroşin me’
Ferzende Orkmez bertek nîşanî sepanên VASKÎyê da û destnîşan kir ku VASKÎ wekî çeteyan tevdigerin, pereyê gel dixin bêrika xwe û alîgirên xwe. Ferzende Orkmez diyar kir ku yên feqîr û mexdûr ew in û wiha pê de çû: “Yên ku kêfa xwe dikin jî ew in. De bila bêjin em ê van fatûreyên wan ên giran çawa bidin? Hemû bar avêtine ser pişta feqîr û hejaran. Hinek ji wan têra xwe bir û çûn. Îcar barê wan ma li ser milên me û em nikarin bidin, em ê çawa bidin? Em nedin jî tên ava me qut dikin. Ji ber wê em diçin deyn dikin, tînin didin. Xwedê qebûl neke, zilm e. VASKÎyê îhale kirine, ew îhale di nav xwe de parve kirine û di encama wê de me mexdûr dikin. Ava ku ji çiyayên me tînin, bi pereyên zêde difiroşin me. Giliyên min ji bo VASKÎyê ev in, divê xwe rast bike. Êdî bes e ev zilma ku li welatiyan dikin. Em bacê didin, em leşkeriyê dikin, tiştên nexweş û zehmet hemûyan ji bo wan em dikin, lê dema dor tê ser bedela wê, bedela wê jî em didin û davêjin ser pişta me.”
‘Bi avê avê tê jiyîn, ew jî biha ye’
Welatiyê bi navê Abdulazîz Kivanç derbarê bihayê avê de da zanîn ku fatûreya wan carnan 800, carnan hezar û 200 lîre tê. Abdulazîz Kivanç got ku li malê ew zêde kes namînin û zêde jî avê bi kar naynin lê dîsa jî fatûre zêde tê û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Qaweta xizan û belengazan tune ye da ku van fatûreyan bidin. Gel perîşan e, hemû bêkar û bêhêz in. Yanî ev fatûreya avê ji hedê xwe zêde ye. Her kes gilîdar e. Gelek kes nikarin fatûreyên xwe bide, gelek kes dikevin ber îcrayê, îcra tê ser mala wan. Yanî em gilîdar in di heqê avê de. Divê şaredarî erzaniyê bike. Bûne xwînmêj, bi vî awayî nabe. Av tiştekî jiyanî ye mirov nikare bêav bimîne. Li cihê ku av tune be jiyan heye? Jiyan bi avê tê jiyîn. Ew jî biha ye, gel nikare bi kar bîne. Diçin hemamê û newêrin xwe bişon ji tirsa fatûreyan.”
‘Fature biha kirin, hesabên min bloke kirin’
Ersîn Sonmez bal kişand ser polîtîkayên qeyim û got ku piştî qeyim tayînî şaredariyê kirine, VASKÎ fatûreyên zêde biha dişîne û herwiha du caran jî ji ber deynê avê, hesabên wî hatine bloqekirin û tişt gotin: “VASKÎyê milet perîşan kir. Fatûreyek ji min re şand, 9 hezar û 300 lîre. Piştre heqê 2 meh û 10 rojan 15 hezar lîre ji min re hat. Yanî Xwedê û Pêxember dizanin hemû bi îspat in, hemû li cem min in. Bi xwe bloqe danîn ser hesabên min. Min 15 hezar deynê 3 fatûreyan da û piştî wê min nekarî 4-5 fatûreyên xwe bidim ji ber ku rewş nexweş e. 21 hezar deyn hebû, min 21 hezar pere razand û paşê bloqe rakirin. Êdî milet perîşan bûye. Piştî ku Hevşaredarê berê Bekir Kaya çû, van xwe berda ser şardariyê. Ew midûrê VASKÎyê û alîkarê wî jî ne xelkê vir in, biyanî ne, ez nizanim ji ku derê anîne.”













