• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Têkildarî êrîşa li ser karkerên Kurd lêkolîn hate destpêkirin

    Li Duzceyê kesê ku êrişî karkerên Kurd kir hate girtin

    Şîna ji bo cangoriyan li Wanê dest pê kir

    Şîna ji bo cangoriyan li Wanê dest pê kir

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 24ê TEBAXA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Ew rûmeta me ne, em deyndarên wan in’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Ew rûmeta me ne, em deyndarên wan in’ derket

    Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

    Têkildarî êrîşa li ser karkerên Kurd lêkolîn hate destpêkirin

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em ê şoreşgerên Kurdistanê biparêzin  Çetîn Arkaş: Hûn bi wan re çi qas serbilind bin jî kêm e

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em ê şoreşgerên Kurdistanê biparêzin
    Çetîn Arkaş: Hûn bi wan re çi qas serbilind bin jî kêm e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Têkildarî êrîşa li ser karkerên Kurd lêkolîn hate destpêkirin

    Li Duzceyê kesê ku êrişî karkerên Kurd kir hate girtin

    Şîna ji bo cangoriyan li Wanê dest pê kir

    Şîna ji bo cangoriyan li Wanê dest pê kir

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 24ê TEBAXA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Ew rûmeta me ne, em deyndarên wan in’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Ew rûmeta me ne, em deyndarên wan in’ derket

    Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

    Têkildarî êrîşa li ser karkerên Kurd lêkolîn hate destpêkirin

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em ê şoreşgerên Kurdistanê biparêzin  Çetîn Arkaş: Hûn bi wan re çi qas serbilind bin jî kêm e

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em ê şoreşgerên Kurdistanê biparêzin
    Çetîn Arkaş: Hûn bi wan re çi qas serbilind bin jî kêm e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Elafên Êlihê: Hemaltiyê em dikin dewlet û bazirgan qezenc dikin

Abdullah Esen / AW

24 TEBAX 2026 - 09:52
Kategorî: KED Û ABORÎ, MANŞET
A A
Êlih – Elafên bazara genim ên Êlihê destnîşan kirin ku îsal xêr û bereketa zad pir zêde ye û diyar kirin ku ÇKS û TMOyê li pêşiya karê cotkariyê, dibin asteng. Elafan anîn ziman ku tevî ewqas zêdebûna zad a îsal heye jî ew hem di kirîna zad de û hem jî difirotana zad de gelek tehdeyê dibînin.

Yek ji bajarên çandînî lê zêde tê kirin Êlih e û hem ji ber zehmetiyên kar hem jî polîtîkayên tên meşandin her ku diçe rêjeya kesên bi vî karî re debara xwe dikin kêm dibe. Elafên Êlihê yên bi salan e li bazarê ganim bi karê danûstendina zad re mijûl dibin, ji rewşa aborî gelek bi gazinc in. Tevî ku îsal hilberîna zad zêde ye jî dîsa bihayê serbest ê bazara Ofîsa Berhemên Axê (TMO) li gora xwe bihayeke pir kêm rayîşê diyar dike.

Li gorî gotina esnafan cotkar îsal ji hêla Pergala Tomarkirina Çandiniyê (ÇKS) ve rastî gelek pirsgirêkan hatin, ÇKSê îsal buhayê berheman pir erzan diyar kiriye lewma jî piraniya berheman di hewşa bazarê de dimînin. Esnaf anîn ziman ku ji ber bihayê pir erzan cotkar nikarin hemû berhemên xwe bifiroşin û ev yek dibe sedem ku berhem di destê wan de dimîne. TMOyê bihayê berheman di meha Hezîranê de diyar kiribû, lê berhemên weke ceh, nîsk, genim û hwd. li gorî bazarê pir erzanî tê firotan.

‘Dibêjin lê belê ne dostê cotkaran in’

Recaî Cengîz ê ku bi salan e bi karê cotkariyê re mijûl dibe anî ziman ku berhemên ku wan sala borî distendin, îsal bi erzantir dikirin û wiha axivî: “Sala dinê me ceh bi 12 hezar û nîvan dikirî, îsal jî me bi 11 û nîvan kirî. Sala dinê me genim bi 14an dikirî, em îsal jî bi hema bêje heman buhayî dikirin û difiroşin. Ev jî ji polîtîkayên ofîsê yên hindik diyarkirina bûhayên zad pêk tê. Dema bûhayên zad hindik lêdixin, em cotkar mexdûr dibin. Dibêjin; em dostên cotkaran e, lê ne dostên cotkaran e. Ger ku dostê cotkaran bûna buhayê zad wisa hindik lênedixistin. Dibêjin; yên ku ÇKSya wan hebe, ew dikarin zadên xwe bînin ofîsê yên ku tune be jî ew ê li gora xwe fiyet lêxin û bidin. Cotkar jî li gora derfetên xwe difiroşin. Û bi erzanî hate difiroşin. Her wiha genim ne çû derveyî welat. Me îsal neşand, Adana, Dîlok û hin bajarên dinê jî. Bi tenê em ji ofîsê re xebitîn. Ofîs jî bihayên herî kêm lêdixin. Digotin; em bi 16 hezar û nîvan rayîş lêdixin, lê dema ku em dibin ji kesî re ewqas lênaxin. Ji ber ku tav û îsal hindik bû û baran jî zêde bû, proteîna zad kêm bû. Cotkar îsal gelek mexdûr bûn.”

‘Li şûna zad pere didin faîzê’

Recaî Cengîz got ku divê pergal ji derve genim, ceh, nîsk û nokan nexwazin, alîkatiyê bidin cotkaran û wiha qala rewşa zehmet a cotkaran kir: “Divê ji bo kesên ku ÇKSyê wan tune be jî tiştekî bikin. Da ku ew jî dikaribin malê xwe bifiroşin. Dema ku ji bo wan jî tiştek bihata kirin, malê wan erzan nediçû. Îro li vê herêma ku em lê dijîn bi piranî çeqeseyên wan hindik in. Em weke cotkar dixwazin ku ev pergal bê guhertin. Divê hin şert hebin lê divê ji bo kesên ku fatûreyên wan tune bin jî bibin alîkar. Em dixwazin Wazîrê Çandiyê kêmasiyên heyî bibîne. Tu salî bihayê zad weke xwe nemaye, her tim biha hatiye guhertin. Îsal em dikarin bêjin xerabtir jî bûye. Her tim nîskan ji derve dixwazin, ji ber ku îthalat ji îxracatê zêdetir e. Ew jî bandoreke neyênî li ser me dike. Sala çûyî li hinek deveran nîsk bi tona xwe heta 70 hezarî jî diçû. Me îsal bi 30-40î hezarî da. Dewlet û fabrîkator bi zanibûn van tiştan dikin. Di wir de cotkaran hewceyê xwe kirin. Ji ber ku di vê pergalê de faîz zêde ye, fabrîkator jî pereyên xwe naxin nîskan dixin faîzê. Sed qamyon nîsk lazim be, du heb distîne. Pereyên mayî dixin faîzê. Em dixwazin ku pergal pêşiya cotkaran veke, da ku ew jî dikaribin bi hêsanî karê xwe bikin.”

‘Lîdaş hem ji cotkaran û hem jî ji dewletê pere digire’

Fahrettîn Karaman ê demeke dirêj e bi karê danûstendina zad re mijûl dibe, bi lêv kir Ofîs û Lîdaş li ser pişta cotkaran pereyekî baş qezenc dikin û wiha qala sixtekariya Ofîs û Lîdaşê kir: “Yên ku hay ji Şîrketa Anonîm ya bi Lîsans a Depoyê (LÎDAŞ) tune bûya, dê gelek caran bi hejmareke zêde li gora kîlo, ton û biha lê bixista. Kesên ku jê haydar in LÎDAŞ nikaribû wisa bikira. Di wir de jî hinek cotkaran ruşwet didan û derbas dibûn. Carna jî li vir em bi kîloyan û bi tonên hindik difiroşin, ew jî em nikarin pere bidin hev. Milet di vir de gelek şerpeze dibe û zehmetiyan dikşîne. Demên berê me zad dişand Dîlok û Mersînê. Niha êdî em naşînin wan bajaran, LÎDAŞ derketiye pêşî ew diziyê dikin, piştre jî ji bo hinek kesan torpîlê dikin. Ji cotkaran re dibêjin ‘Heke ku ne erebeya me be, em nikarin malê we bibin. Serê seferê pazdeh bîst hezar dibin û tînin. Cotkar jî ji bo ku zadên wan li erdê nemîne neçar dimîmin, pereyên zêde didin LÎDAŞê. LÎDAŞ di vir de hem ji cotkaran û hem jî ji dewletê pere dîstîne. Em li vir gelek esnaf in em nîvê LÎDAŞê jî qezenc nakin.”

‘Em ji wan re hemaltiyê dikin’

Zekî Aydin ê bi salan e li gund îcareya erdan dike anî ziman qezenc mafê cotkarên ê ked didin jî ye û ev tişt anî ziman: “Dewlet jî ji xwe re dibêje, ‘Jixwe xwediyê erd çi qezenc dike jê re dimîne.’ Di îcareyê de gubre, mazot, karkerî û hemaltî hemû em dikin, lê dewlet bacê hemû dide xwediyê erd. Îro li vir weke berê genim pere nake. Dewlet tevî prîm a erd û bihayê genim 16 hezar û nîv rayîş lêxist. Di wir de dîsa xwediyê erd prîmê distîne, em nastînin. Kirînê jî xist destê LÎDAŞê. Lîdaş jî ji çar tucarên mezin pêk tê, ew tucar jî tişta ku dixwazin, li gora dilê xwe dikin û difiroşin. Cotkaran li hin deveran 12-13 hezar lîre genim firotine. Gelo dê cotkar çawa qezenc bike? Tona gubre bûye 30-40 hezar lîre, mazot derketiye 80 lîreyî û berhemên ku cotkar bi dest dixin weke salên borî jî pere nakin. Min îsal nêzîkî 600-700 donim erd îcare kir, sala bê nikarim pereyê destê xwe bi qasî wî îcare bikim. Pergeleke newxweş e. Me kîloya nîska bi 62 lîre stendiye, me daye bi 30 lîreyî. Em hemaltiyê dikin ji wan re. Ji hatinê bêhtir çûyîna me heye.”

‘Lê li gorî salên borî em kar nakin’

Herî dawî Şukru Ûras ê ku li gund bi xwedî kirina heywan re mijûl dibe wiha axivî: “Bihayê ceh, genim û nîskan yên ku em distînin gelek giran e. Dema ku em bi hev re dixebitin em kareke wisa zêde ji hev re nahêlin. Em gelek caran dema ku ji bo heywanên xwe ji derve ceh distînin. Em gelek caran ji Mûşê distînin, em bi 12 hezar lîreyî distînin heta em tînin vir nêzîkî sefera anînê li ser me gelek zêde dibe. Heta em ji wir tînin vir em gelek zehmet dikşînin. Em jî li vir tona ceh didin 13-14 hezarî. Niha dema ku em tiştekî distînin, heqê neqliyatê jî gelek zêde ye. Di wir de jî em karekî ji hev re nahêlin. Li gorî par û îsal ji sedî sed cudahî heye. Lê dîsa jî li gorî salên borî bûhayê zad normal e. Îsal dayîn jî baş bû. Lê li gorî salên borî em kar nakin.”

Etîket: berhemên çandiniyêbihabûnÇKScotkarîElafên ÊlihêFahrettîn KaramanLÎDAŞRecaî CengîzŞukru ÛrasTMOZekî Aydin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Zêr dîsa biha bû, lê çima?

Zêr dîsa biha bû, lê çima?

30 TÎRMEH 2026
Bi keda xwe bajêr veguherîndine baxçeyên berhemdar

Bi keda xwe bajêr veguherîndine baxçeyên berhemdar

9 TÎRMEH 2026
Li Amedê kelecana cejnê kêm e: Her kes xweziya xwe bi cejnên berê tîne

Li Amedê kelecana cejnê kêm e: Her kes xweziya xwe bi cejnên berê tîne

24 GULAN 2026
‘Qiymeta pincara me nayê zanîn’

‘Qiymeta pincara me nayê zanîn’

6 GULAN 2026
Li gorî TUÎKê enflasyon meha Nîsanê ji sedî 32,37 zêde bûye

Li gorî TUÎKê enflasyon meha Nîsanê ji sedî 32,37 zêde bûye

4 GULAN 2026
Ne kes dikare bifiroşe, ne kes dikare bikire!

Ne kes dikare bifiroşe, ne kes dikare bikire!

9 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi wêneyan bîranîna cangoriyên azadiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne