Şîna cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Eywana Konferansê ya Mardan a navçeya Artemêtan a Wanê dest pê kir.
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Wanê, ji bo cangoriyên endamên Tevgera Azadiyê Kurdistanê ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li navçeya Artemêtanê ya Wanê, şîn hate danîn. Li eywanê wêneyên cangoriyên jiyana xwe ji dest dane hatin danîn û pankartên “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin”, “Şehîd ronahiya rêya me ne”, “Şehîd namirin” hwd. hatin daliqandin. Malbaten cangoriyan, parlamenterên DEM Partiyê endam û reveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl tev li şînê bûn.
Malbatên cangoriyan bi dirûşma “Şehîd namirin” hatin cîhê şînê û bi xem û serbilandahî kesên tên şînê pêşwazî dikin.
Şîn bi serdanên girseyî didome.



















