Enqere – Hiqûqnas Mahmût Şakar ku yek ji wan parêzerên ewil e ku li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Mahmut Şakar diyar kir ku bi komployê hiqûqa navneteweyî hate binpêkirin û wiha got: “Ev bêhiqûqî li Girava Îmraliyê didome. Lê berxwedana gelê Kurd armanca komployê pûç kir. Em ê ji bo mafê hêviyê bi nûnerên dewletan ên endamê Komîteya Wezîran re hevdîtinê bikin da ku dawî li vê bêhiqûqiyê were.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî di 9ê Cotmeha 1998an de ji Sûriyeyê derket û berê xwe da Ewropayê. Hezên hegemon ên weke Amerîka, Îsraîl û Ingilîstanê jî di nav de gelek dewletên herêmê û dewletên din ji bo berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn, Tevgera Azadiyê ji xwe re xetere didîtin û ji bo wê jî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployeke mezin pêk anîn. Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê xwe da Ewropayê ji dewletên Ewropî weke Yewnanistanê, Îtaliya, Rusya û Almanyayê daxwaza îltîcayê dike. Lê hemû serlêdanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn redkirin û piştî 130 rojan di 15ê Sibata 1999an de bi komployeke navdewletî li Kenyayê radestî Tirkiyeyê hatibû kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15ê Sibata 1999an ve li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Girava Îmraliyê tê ragirtin. Girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistan û gelek deverên cîhanê dengvedaneke mezin li pey xwe anî. Gelê Kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe ya dûr û dirêj komployê pûç kir û li derdora Abdullah Ocalan bû, xeleka ji agir.
Hevserokê Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navneteweyî (MAF-DAD) Mahmût Şakar ku yek ji parêzerên ewil e çûbû Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû, bi boneya salvegera 28emîn a komployê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Girava Îmraliyê ji bo birêz Ocalan ji nû ve hatibû dîzaynkirin’
Mahmût Şakar anî ziman ku komploya navneteweyî di dîroka Kurdistanê de pêvajoyeke şikestinê bû û wiha axivî: “Komplo di şaxsê birêz Ocalan de êrişeke li dijî daxwaza mafên gelê Kurd bû. Di encama komployê de jî birêz Ocalan di 15ê Sibatê de hat girtin. Girava Îmraliyê ji bo birêz Ocalan ji nû ve hat dîzaynkirin û rejîmek li Îmraliyê hat avakirin. Birêz Ocalan 27 sal in jî li wê Giravê tê ragirtin. Ragirtina birêz Ocalan a li Girava Îmraliyê parçeyekî komploya navnetewî ye. Di hevdîtina me ya yekem de birêz Ocalan qala vê komployê kir. Bi taybetî li ser komployê sekinî. Birêz Ocalan diyar kir ku ev komplo di dîroka Kurdan de pir girîng e û qala armanc û sedemên komployê kir. Wê demê ji me re got, ‘Dostên Kurdan kî ne û dijminê Kurdan kî ne. Kî ev komplo li dijî Kurdan kir, diyar in’. Her wiha birêz Ocalan ji aliyê din ve jî digot em çawa dikarin armanca komployê pûç bikin. Li ser vê yekê jî radiwestiya. Girava Îmraliyê beriya birêz Ocalan girtîgeheke nîv vekirî bû. Beriya birêz Ocalan bê girtin, ev girtîgeh li gorî birêz Ocalan ji nû ve hat dîzaynkirin. Ev girtîgeha li Giravê di serî de bi armanca tecrîdkirinê hat avakirin. Ev der weke Girava tecrîdê hate binavkirin. Hemû sepanên li Îmraliyê û bêhiqûqiyên li wir di serî de hatibû plankirin. Ji bo wê jî her tim hevdîtinên me dihatin astengkirin û em jî di wê pergala îşkenceyê de bi bandor dibûn.”
‘Bi komployê xwestin Kurdan bêstatu bihêlin û îmha bikin’
Mahmût Şakar bal kişand ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê komployê de û wiha pê de çû: “Geşedanên piştî komployê rû dan û daxuyaniyên ji aliyê dewletan ve hatin dayîn nirxandina yekem a birêz Ocalan li ser komployê piştrast kir. Birêz Ocalan di nirxandina xwe ya yekem de qala rola hêzên hegemon kir û got ji bo Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin dînamîka Kurdan ji xwe re asteng dîtin û xwestin tasfiye bikin. Birêz Ocalan hê wê demê qala şerê cîhanê yê 3yemîn kir. Di wê serdemê de amadekariya Amerîkayê hebû ku li ser Iraqê destwerdanê li Rojhilata Navîn bike. Birêz Ocalan wê demê got dora Sûriyeyê û piştre jî wê dor were Îranê. Ev hemû yek bi yek pêk hatin. Birêz Ocalan got bi vê armancê dixwazin Kurdan bêstatu û ji îmhayê re vekirî bihêlin.”
‘Armanca komployê hat pûçkirin’
Mahmût Şakar destnîşan kir ku armanca tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya komplogeran pêk nehatiye û got: “Dixwastin bi hezên Kurd ên wekî xwe re tevbigerin û dînamîka şoreşger a Kurdistanê tasfiyê bikin. Lê dema em niha lê dinêrin êdî nikarin dînamîka şoreşger a Kurd tasfiyê bikin. Nekarin daxwazên Kurdan ên azadî û mafên wan ji holê rakin. Birêz Ocalan jî ev nirxandin kir; ‘Bi komployê xwestin hêza Kurdan tasfiyê bikin. Lê em niha ji beriya komployê jî xurttirin’. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji berê bêtir xurt e û belavî dinyayê bûye. Ji bo wê jî ji aliyekî ve ew armanca komployê hate pûçkirin. Ji ber ku li dijî komployê berxwedaneke mezin hat dayîn. Lê armanca komployê ku niha bi şerê Îranê ve berdewam dike hê bi dawî nebûye. Hê jî em bi xetereyan re rû bi rû ne. Di vê pêvajoyê de destkeftiyên mezin jî çêbûn. Lê helbet xetere jî hene. Hêzên komploger hê jî dixwazin Kurdan bêstatu bihêlin û tasfiye bikin. Ji aliyekî ve her çiqas hêzên komploger hebin jî ji aliyê din ve jî bi pêşengiya birêz Ocalan hêza berxwedêr a gelê Kurd heye.”
‘Bêhiqûqiya komploya navneteweyî li Girava Îmraliyê didome’
Mahmût Şakar diyar kir ku piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê hate dîlgirtin hem hiqûqa navneteweyî û hem jî hiqûqa Tirkiyeyê hate binpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komplo bi xwe bêhiqûqî ye. Gelek dewlet bi redkirina daxwaza îltîcayê bûn parçeyek ji vê komployê. Bi vê yekê re jixwe hiqûqa xwe jî binpê kirin. Biryara girtinê ya Almanyayê hebû lê piştî birêz Ocalan diçe, nagirin û ji Almanyayê derdixînin. Dewletên herêmî jî parçeyekî vê komployê bûn. Ew yek jî cidiyeta komployê derdixe ber çavan. Piştî em çûn Girava Îmraliyê birêz Ocalan bixwe ji me re qal kir. Birêz Ocalan got heyetek ji Ewropayê hatiye û li Giravê çavderî kiriye û piştre erê kirin e. Yanî çawa birêz Ocalan bi destê dewletên hegemon bi komployê radestî Tirkiyeyê hat kirin bi heman awayî jî ragirtina birêz Ocalan a di Girava Îmraliyê de jî bi destê komplogeran bû. Ew bêhiqûqî li Îmraliyê jî berdewam kir. Ji ber ku dewletên Ewropî bixwe ew bêhiqûqî plan kirin ji pêkanînên îşkenceyê yên Tirkiyeyê re jî bêdeng in. Di van 27 salên dawî de jî bi destê CPTyê hin tiştên biçûk gotin lê îtîrazeke wan a mezin li dijî van pêkanînan tune ye. Ji ber hewldanên gelê Kurd û serlêdanan parêzeran; çend tiştan dibêjin lê ji pergala Îmraliyê re tu îtîraza wan tune ye. Jixwe ew pergal wan plan kiribû.”
‘Em ê ji bo mafê hêviyê bi nûnerên komîteyê re hevdîtinan bikin’
Mahmût Şakar bi lêv kir ku derbarê bicihanîna mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên zêdetirî 25 sal in di girtîgehan de ne ew ê bi nûnerên Komîteya Wezîran re hevdîtinan bikin û ev yek anî ziman: “Li ser serlêdana parêzeran di sala 2014an de Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa derbarê cezayê muebeda girankirî ya birêz Ocalan de biryar da ku ew ceza li dijî mafên mirovan e û tu kes heta hetayê nabe ku di girtîgehê de bê hiştin. Ji bo wê jî biryar da ku girtiyên di ser 25 salan re ne di girtîgehê de ne divê ji mafê hêviyê sûdê bigirin. Lê tevî biryarê jî Komîteya Ewropa piştî heft salan mafê hêviyê bir rojeva xwe. Heta niha jî 3 caran kirine rojeva xwe. Em jî bi awayekî rêk û pêk serî li komîteyê didin û name dişînin. Em bi van serlêdanan jî dibêjin divê Komîteya Ewropa li dijî Tirkiyeyê ku vê biryarê pêk nayne xwedî helwest be. Lê heta niha tu geşedanek di warê mafê hêviyê de çênebû ye. Ji bo mafê hêviyê pêk were divê li Tirkiyeyê hin sereratkirina qanûnan pêk were. Li dijî vê yekê têkoşîna me jî berdewam dike. Komîteya Wezîran dê di 3yê Kanûnê de mafê hêviyê dîsa bike rojeva xwe. Em ê jî heta wê rojê li Strazburgê rû bi rû hevdîtinan bikin û bi nûnerên dewletên di komîteyê de cih digirin re dan û standinan bikin. Em li ser vê esasê li gorî civîna meha Kanûnê xebatên xwe didomînin.”
‘Komîte bi awayek cidî li ser biryara xwe nasekine’
Mahmût Şakar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser biryara komîteyê ya sala par ku îşaret bi Meclisa Tirkiyeyê kiribû û wiha got: “Em di biryarên komîteyê de jî dibînin ku vê mijarê bi awayek cidî nagirin rojeva xwe. Bi vê biryarê xwestin Tirkiyeyê teşwîq bikin. Derfet di destê Komîteya Wezîran de hene. Dikarin bêtir li ser vê mijarê bisekinin û li dijî Tirkiyeyê prosedurekê pêk bînin. Lê van derfetên xwe li gorî polîtikayê bikar tîne. Hinek jî giredayî têkoşîna gelê Kurd û rêxistinên sivîl e. Ji ber ku dema li ser vê têkoşîneke xurt hate kirin û xebatên dîplomasiyê hatin kirin dikarin neçarî gav avêtinê bibin. Em jî bi vê mantiqê li ser van mijaran disekinin.”













