Pakrewanên têkoşîna azadiyê li navçeyên Amedê, li Hatayê, Edeneyê û Mêrsînê bi girseyî tên bibîranîn. Di bernameyên bîranînê de peyama dilsoziya bi cangoriyan re hate dayîn.
Bi pêşengiya MEBYA-DERê li navçeyên Bismil û Farqînê yên Amedê, li bajarên weke Hatay, Edene û Mêrsînê pakrewanên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê tên bibîranîn.
BISMIL
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) li navçeya Bismilê ya Amedê ji bo kesên ku di dîrok û cihên cihêreng de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bernameya bîranînê ya ku dê sê rojan berdewam bike dest pê kir. Di bîranînê de wêneyên şehîdan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn, pankartên bi nivîsa “Şehîd namirin”, “Şehîdên me rûmeta me ne” û “Şehîd ronahiya rêya me ye” hatin daliqandin. Serdan bi awayekî girseyî didome.

FARQÎN
Li navçeya Farqînê ya Amedê, bi pêşengiya MEBYA-DERê de ji bo gerilayên ku têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, li Mala Şînê ya Mehmet Emîn Karakûş bernameya bîranînê hat li dar xistin. Malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û gelek welatî tev li bernameya bîranînê bûn. Wêneyên şehîdan bi rengên kesk, sor û zer hatin xemilandin. Di mala şînê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin, pankartên “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Şehîd roniya rêya me ne” û “Şehîd namirin” hatin daliqandin
MÊRSÎN
Li taxa Guneşê ya navçeya Akdenizê, di pêşengiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), li Mala Şînê ya Guneşê pakrawanên têkoşîna azadiya Kurd tê bîranîn.
Li mala şînê pankartên “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin” û “Şehîd namirin” hatin daliqandin. Li ser maseyên ku ji bo bîranînê hatibûn amadekirin, li gel rengên kes, sor û zer, wêneya şehîdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qurnefîl hatin danîn.
Bîranîn bi hatina malbatên pakrawanên têkoşîna azadiyê ya bo salonê û bi dirûşma “Şehîd namirin” dest pê kir.

EDENE
Li taxa Ova ya navçeya Seyhanê, bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîzê (AKKAY-DER), li Mala Şînê ya Ovayê bîranîn tê lidarxistin. Li cihê bîranînê pankartên “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin” û “Şehîd namirin” li gel poster ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Li ser maseyên ku ji bo bîranînê hatine amadekirin, wêneyên şehîdan, wêneyê Abdullah Ocalan û qurnefîl hatin danîn. Bîranîn bi hatina malbatên malbatên şehîdan ji bo cihê bernameyê, bi dirûşma “Şehîd namirin” dest pê kir. Di bîranînê de bi domdarî dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin.
Bîranîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, gel serdana malbatan kir û sersaxî xwest.

HATAY
Li navçeya Dortyolê ya Hatayê, ji bo Hesen Bîndal (Edîp Sirça) ê ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabû, li mala malbatê şîn hat danîn. Malbat û xizmên Hesen Bîndal, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî beşdarî şînê bûn.












