Rêxistinên mafên mirovan derbarê rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Celal Yildirim de daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê Dilan Kunt Ayan jî axivî û diyar kir ku tevî Celal Yildirim krîza dil derbas kiriye jî bi hişmendiya qanûna dijminatiyê di girtîgehê de tê ragirtin.
TUHAY-DER, Baroya Rihayê, Şaxa ÎHDê, Şaxa OHDê yên Rihayê, Odeya Tabîban, Şaxa SESê ya Rihayê bi daxuyaniyek çapemeniyê rapora xwe ya li ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Celal Yildirim eşkere kir. Daxuyaniya çapemeniyê li ber Baroya Rihayê hate lidarxistin û nûner û rêveberên saziyên navborî, Parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Dilan Kunt Ayan, Ferît Şenyaşar, Omer Ocalan, Serokê Baroya Rihayê Serdil Îzol û gelek xizmên girtiyan tev li bûn.
Metna daxuyaniyê ji hêla endamê Nûnertiya TUHAY-DERa Rihayê Parêzer Ahmet Taş ve hate xwendin.
‘Dewlet berpisyariyên xwe pêk nayne’
Ahmet Taş bal kişand ser rewşa Celal Yildirim ê ku li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Hejmara 2an a Rihayê tê ragirtin û di 2yê Cotmeha a 2026an de krîza dil a giran derbas kiriye û got: “Erka bingehîn a dewletê ew e ku jiyan û tenduristiya kesên di bin banê xwe de diparêze, biparêze. Îro ku em li vir in û ji bo parastina mafê jiyanê yê girtusekî giran neçar in daxuyaniyê bidin, ev yek bixwe nîşan dide ku dewlet berpirsiyariyên xwe yên di vî warî de bi cih nayîne.”
Rewşa tenduristiyê
Ahmet Taş diyar kir ku serlêdana ji bo rawestandina înfaza Celal Yildirim a ji ber sedemên tenduristiyê divê bêyî dereng bikeve bê encamkirin û ev yek anî ziman: “Di vê pêvajoyê de divê ji hêla pisporên kardiyolojiyê ve muayeneyeke rojane bê kirin, ger pêwîst be dermankirin li nexweşxaneyê bê berdewamkirin; derman, kontrolên pispor û gihandina destwerdana lezgîn divê bên misogerkirin. Pêwîstiya ambulansê ji bo veguhestina guncav a bi rewşa tenduristiyê re divê ji hêla bijîşkan ve bê nirxandin, ger were dîtin ku divê bi alîkariya tenduristiyê ya bi ambulansê bê veguhestin, divê bi wesayîtên ringê neyê veguhestin.”
Divê berpisyariya xwe pêk bînin
Ahmet Taş destnîşan kir ku tu hinceta bûrokratîk, tu derengxistina îdarî, tu nirxandineke ewlehiyê nikare ji jiyana mirovî nirxtir bê girtin û ev yek got: “Weke saziyên ku îmzeya wan di raporê de heye, em naxwazin piştî ku Celal Yildirim jiyana xwe ji dest bide nîqaşeke berpirsiyariyê bikin, em dixwazin îro di dema jiyanê de jiyana wî bê parastin. Em bang li Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristiyê, Serdozgeriya Komarê ya têkildar û hemû dezgehên fermî yên rayedar dikin ku berpirsiyariyên xwe pêk bînin. Bi serî de Celal Yildirim û Ebdûlkadir Kaya divê dawî li ragirtina girtiyên nexweş ên giran di şert û mercên ku rewşa wan guncav e bê anîn. Divê astengiyên ku ku jiyana girtiyan dixe xetereyê bên rakirin.”
‘Qanûna dijminatiyê tê birêvebirin’
Piştre Parlamentera DEM Partiyê Dilan Kunt Ayan jî axivî û wiha got: “Girtîgehên Tirkiyeyê îro veguherîne malên mirinê. Tevî ku kapasîteya girtîgehan 300 hezar e jî, niha 420 hezar kes tê de dimînin. Girtî di şert û mercên ku ne li gorî rûmeta mirovahiyê ne de tên ragirtin. Polîtîkayên tolhildanê bi taybetî li ser girtiyên siyasî tên birêvebirin. Yek ji wan jî Celal Yildirim e. Tevî ku krîza dil derbas kiriye jî, bi hişmendiya qanûna dijminatiyê tê xebitandin û hîn jî li girtîgehê tê ragirtin.”









