• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
12 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaxên ÎHDê: Divê girtiyê nexweş Celal Yildirim tavilê were berdan

    Şaxên ÎHDê: Divê girtiyê nexweş Celal Yildirim tavilê were berdan

    ‘Pirsên Azad’ di Zarok TVyê de dest pê dike

    ‘Pirsên Azad’ di Zarok TVyê de dest pê dike

    Mamê Sidik ji HEPê heta DEMê xebitî: Heta roja dawî jî terka doza xwe nekir

    Mamê Sidik ji HEPê heta DEMê xebitî: Heta roja dawî jî terka doza xwe nekir

    Eren Baskin: Dewlet ji kujerên me hez dike, lewma nadarizîne

    Eren Baskin: Dewlet ji kujerên me hez dike, lewma nadarizîne

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 12ê COTMEHA 2026an

    Serokên baroyên Riha, Amed û Şirnexê hatin hilbijartin

    Serokên baroyên Riha, Amed û Şirnexê hatin hilbijartin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Navenda Nûçeyan / AW

12 COTMEH 2026 - 14:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaxên ÎHDê ya Îzmîr, Riha, Sêrt, Êlihê diyar kir ku rewşa girtiyê nexweş Celal Yildirim ê ku li Girtîgeha Rihayê krîza dil derbas kiriye giran e û banga berdana lezgîn û taloqkirina înfaza wî kir.

Şaxên Komeleya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Îzmîr, Êlih, Sêrt û Rihayê derbarê Celal Yildirimê ku li Girtîgeha Tîpa T a No 2 ya Rihayê krîza dil derbas kiribû û derbarê rewşa wî ya tenduristiyê de daxuyanî dan.

ÎHDa Îzmîrê li avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Metna civînê ji aliyê Hevseroka Komîsyona Navendî ya Girtîgehan a ÎHDê Nazli Tûran ve hat xwendin.

Îzmîr

RIHA

Şaxa ÎHDê ya Rihayê, ji bo girtiyê nexweş Celal Yıldırım daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Daxuyaniya li pêşiya Novada Park AVMyê hate lidarxistin, malbata girtiyê nexweş Celal Yildirim, rêveberên TUHAY-DER a Rihayê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), DEM Partî ya Rihayê û gelek kes beşdar bûn.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHDê ya Rihayê Songul Arpa ve hate xwendin. Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindana” bi dawî bû.

Riha

ÊLIH

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Êlihê ji bo girtiyê nexweş Celal Yildirim li ber avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Rêveber û endamên DEM Partiyê û DBPê, OHD, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û gelek kes beşdar bûn. Girseyê pankarta “Em di girtîgehan de ne mirinê jiyanê diparêzin” û “Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan” hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHDa Êlihê Ahmet Şîray ve hate xwendin.

Êlih

SÊRT

Komîsyona Girtîgehan a ÎHDa Sêrtê jî ji bo girtiyê nexweş Celal Yildirim li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Rêveber û endamên DEM Partiyê û DBPê, Hevserokên Rêxistina DEM Partiyê yên Sêrtê û gelek kes beşdar bûn. Pankarta “Ez mafên mirovan diparêzim lewra; Mafê hemû kesiye ji xizanî û tirşe rizgar bibe” hate daliqandin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Rêvebera ÎHDa Sêrtê Nezahat Celen ve hate xwendin.

Sêrt

Daxuyaniya hevpar a ji aliyê şaxên ÎHDê ve hate xwendin bi vî rengî ye:

“Piştî Celal Yildirim krîza dil derbas kir û rewşa wî ya tenduristiyê xirab bû, hat anjîyo kirin û 2 damarên dilê wî hatin vekirin. Celal Yildirim piştî anjîyoyê di yekîneya lênêrîna awarte de hate çavdêrîkirin û ji 2yê Cotmeha 2026an vir ve li nexweşxaneyê tê girtin. Li gorî agahiyên ji malbat û parêzerên Celal Yildirim hatine girtin, xetereya enfeksiyonê heye. Bikaranîna dermanan, nexweşiyên wî û temenê wî, sewqkirina wî ya dîsa ji bo girtîgehê ji bo tenduristiya wî xetereyeke mezin çêdike. Her wiha ligel nexweşiya dil, nexweşiyên şekir, tansiyon û fîtiq jî pê re hene. Tevlî vê yekê, li gorî agahiyan, tevî ku di Nîsana 2026an de mercên wî pêk hatibûn jî, bi hinceta ku ‘di halê baş de nîne’ ji azadiya biderfeta şertî sûd wernegirtiye.

Ji bo gihîştina derman û tedawiyê divê înfaz bê taloqkirin

Ji bo Celal Yildirim di gihîştina tedawiyê de pirsgirêkan nejî divê înfaza wî bê taloqkirin. Li gorî madeya 16an a Qanûna bi jimare 5275an a Cîbicîkirina Cezayê û Tedbîrên Ewlehiyê, di rewşa nexweşiya giran de taloqkirina înfaza cezayî pêkan e. Her wiha di çarçoveya madeya 17an a Destûra Bingehîn de mafê her kesî heye ku bijî û mûameleya li gorî rûmeta mirovan bibîne. Dewlet berpirsiyare ku jiyan û tenduristiya girtiyên di bin çavdêriya xwe de biparêze. Li gorî îctîhadên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) jî, girtina girtiyên nexweşên giran ên di mercên girtîgehê de û ne peydakirina xizmeta tenduristiyê ya pêwîst, têrker û domdar, dibe sedema binpêkirina mafê jiyanê.”

Etîket: girtiyê nexweş Celal YildirimÎHDa ÊlihêÎHDa ÎzmîrêÎHDa RihayêÎHDa SêrtêŞaxên ÎHDê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

22 TEBAX 2026
ÎHD: Bêyî misogeriya hiqûqî û siyasî bêçekbûn mayînde nabe

ÎHD: Bêyî misogeriya hiqûqî û siyasî bêçekbûn mayînde nabe

21 TÎRMEH 2026
Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

13 HEZÎRAN 2026
Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

2 HEZÎRAN 2026
Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

23 GULAN 2026
Hate xwestin ku girtiyên nexweş Aytaç û Yulu tavilê bên berdan

Hate xwestin ku girtiyên nexweş Aytaç û Yulu tavilê bên berdan

16 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Gurbetellî Ersoz bi merasîmeke girseyî hat dayîn 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şemzînan bi tirî û titûna xwe bi nav û deng e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arînê hate damezrandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne