• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
08 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

    Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

    Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

    Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 8ê COTMEHA 2026an

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

    Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

    Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

    Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 8ê COTMEHA 2026an

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şemzînan bi tirî û titûna xwe bi nav û deng e

Galîp Kirmizigul - Murat Temel / AW

8 COTMEH 2026 - 09:00
Kategorî: KED Û ABORÎ, MANŞET
A A
Colemêrg – Navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ku bi nasnameya xwe ya dîrokî, çandî, xwezayî û aborî tê naskirin, bi taybetî jî cih û warê titûn û tirî ye. Titûn û tiriyê Şemzînanê hem di çandiniya herêmê de cihek bêhempa digire û hem jî di rûpelên dîrokê de xwedî cîhekî bi nirx e.

Navçeya Şemzînanê ya bi ser bajarê Colemêrgê ve ku bi salan e xwedî nasnameyek dîrokî, çandî û xwezayî ye, bi taybetmendiyên xwe yên çandiniyê jî tê nasîn. Li Şemzînanê hilberîna titûn û tirî ne tenê li herêmê, seranserê Kurdistanê bi nav û deng e. Her çend avhewaya hişk li Colemêrgê serdest be jî newala Şemzînanê ji ber bayên germ ên ji başûrê Kurdistanê û Iraqê tên, ev yek dike ku şert û mercên ji bo çandînî û bostaniyê hin baştir be. Mîkro-avhewaya Şemzînanê li ser hevsengiya şekira sirûştî (fruktoz-glîkoz) a di nav tirî de û li ser kîmyaya titûna “Orîental” bandoreke bêhempa dike. Hilberîna titûn û tirî bi salan e bûye hêza aborîyê ya xelkê herêmê. Di belgeyên Osmaniyan yên sedsala 19an de û raporên konsolxaneya Brîtanyayê behsa bazirganiya titûn û tiriyê Şemzînanê tê kirin. Her wiha di belgeyan de tê destnîşankirin ku titûn û tiriyê Şemzînanê di heman demê de bi karwanan dişandin Hewlêr, Mûsil û Urmiyê.

Titûna Şemzînan bi taybetmendiya xwe di wêjeya Kurdî de jî cihek girîng girtiye. Di hejmara 57an a kovara “Roja Nû” de ku di sala 1945an de dihat weşandin, Melayê Gerdî li ser tûtina Şemzînanê ev beyt nivîsandi ye:

“Ez radibim weqta seher
Titina misk û ela ya
Qelûna min agir li ser
Vedixwît şêx û mela ye
Her nefesê ez dikêşim
Kê dibêjît titin bela ye
Defî dike pênc sed keser
Ew nizanît lezzetê.”

Mehmet Selîm Eraslan bi salan e li gundê Bêgoza ya ser bi navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ve hilberîn û bazirganiya hem titûnê hem jî tirî dike. Mehmet Selîm ji bo ajansa me behsa çandin û karê titûn û tirî kir.

Mehmet Selîm Eraslan

Rêbaza lênêrîna tirî

Mehmeh Selîm Eraslan ku qasî 50 sal in karê rezevantiyê dike, behsa despêka çandina tirî kir û da zanîn ku bi hatina biharê re ew rez paqij dikin. Selîm Eraslan diyar kir ku piştî hewa germ dibe û paqijî diqede, êdî pişkok (pêşiyên pûşperan) di mêwan de dide der û got: “Wexta pişkok da, em tên binê mêwan fireh dikin û axa wan dişilînin. Piştre ji bo ku giyayê şîn bûyî rez nexwe, em giyayê nav rez bi tevahî radikin û paqij dikin; bi vê re êdî tirî ber bi çêbûnê ve diçe.”

Lênêrîn kedeke mezin dixwaze

Selîm Eraslan destnîşan kir ku ji bo mêv ber bide û pêş bikeve, xebateke berdewam divê û anî ziman ku ew ji rezên ku berê hatine çandin şitilan digirin û datînin. Selîm Eraslan diyar kir ku axa binê mêwan pir girîng e û wiha pê de çû: “Axa zibilkirî û toze ji ba cîranan tînin û dixin binê mêwê, paşê jî binê wan nerm dikin ku axa nû bi kûrî biçe binê mêwê. Hema hema sê mehan em di nav rez de dixebitin û li mêwan dinêrin. Dema mêw bi vî awayî hat xwedîkirin û bihêz bû, salên pêş êdî ji sermayê naêşe. Salek piştre ku mêw şax û çiqên nû dide, ew çiq ji bo sala pêşiyê tirî nîşan didin. Hêdî hêdî ew pişkok dibin tiriyên baş û bi bereketa Xwedê zêde dibin.”

‘Bê ked çandînî nabe’

Selîm Eraslan anî ziman ku bêked çandinî nabe û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Bi kurtî, bê ked rez çênabe. Lewma jî em vê kedê didin, çi ji bo xwarina malbatê be û çi jî ji bo firotin û parvekirina bi xelkê re be. Ev baxçe berê birayê min ê mezin çandibû, piştre ma mîrat; me jî ew rez nav xwe de parve kir û ji nû ve geş kir. Her birayekî ji xwe re pişkek hilgirt û mezin kir. Tiriyê li vir çêdibe gelekî nerm, şêrîn û tamxweş e; lewma jî zû xerab dibe. Niha li memleketê me tiriyê bêdendik tune ye, ew zêdetir li Îranê heye. Rezên wan tev bêdendik in, lê li vir me hê ew cûre neçandiye. Heke em ji cîhekî din şitilên bêdendik bînin û biçînin, wê li vir jî encam bide û çêbibe.”

Rêbaza çandina titûnê

Selîm Eraslan tenê ne çandiniya tirî dike di heman demê de karê titûnê jî dike. Selîm Eraslan diyar kir ku ev kar ji bav û kalên wan maye û rêbaza çandina titûnê wiha anî ziman: “Pêşiyê em şitil amade dikin. 3-4 meh beriya çandinê em serê wê bi naylonê digirin. Dema ku serê wan ji bin axê derketin, heta ku mezin dibin em her roj av didin. Dema mezin bûn û bûn şitil, em ji wê derê radikin û li zeviyê diçînin. Zeviyê em cot dikin û em şitlên titûnê datînin. Paşê em av didin. Karê cotkaran gelek e, avê didin, çal dikin, gihayên wê paqij dikin. Demsala payîzê titûn digehe û em kom dikin û li ben dixin. Titûna li benan hatiye xistin di bin siyê de li ser şîşan datînin û hişk dikin. Piştî ku hişk bû jî çapa dikin, dikin deste û difiroşin.”

Ked, biha û ferqa titûna Şemzînanê

Selîm Eraslan bi domdarî behsa ferqa titûna Şemzînanê, bihayê kîloya wê û zor zehmetiya çandina titûnê kir û wiha got: “Kîloya tûtina baş ji hezar û nîv, 2 hezar heta 3 hezar û nîv lîre diçe. Di navbera titûna di bin tavê de hişk bûyî û titûna di bin siyê de hişk bûyî ferqeke mezin heye. Titûna ku di bin tavê de hişk dibe mîna tûtina Sariqamîşê zer dibe lê vexwarina wê ne baş e, tama wê nexweş e. Lê em titûna vir di bin siyê de hişk dikin. Ji ber ku di bin siyê de hişk dibe tûtina wê gelekî xweş û şêrîn dibe. Mesela divê ba lê nekeve; heke ba lê bikeve tûtin reş dibe. Ji ber vê yekê em li cihên girtî û parastî vedişêrin da ku ba lê nekeve û titûnê reş neke. Mîna titûna Amedê, titûna Bêdlîsê dibe. Zehmetîya titûnê gelek e. Hemû temen û keda me ji bo vê titûnê diçe.”

Etîket: Melayê GerdîŞemzînantirîtitûn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

6 COTMEH 2026
Li Nehriyê çend mîrateyên giranbiha: Qesra Qayme, Qesra Kelat û Pira Bêgirdî

Li Nehriyê çend mîrateyên giranbiha: Qesra Qayme, Qesra Kelat û Pira Bêgirdî

8 ÎLON 2026
Komkujiya Şemzînanê: Ev 13 sal in tundî didît

Komkujiya Şemzînanê: Ev 13 sal in tundî didît

14 HEZÎRAN 2026
Gundê Êlê 30 sal in qedexe ye: Em dixwazin qedexeya li ser gund bê rakirin

Gundê Êlê 30 sal in qedexe ye: Em dixwazin qedexeya li ser gund bê rakirin

9 GULAN 2026
Serokê Baroya Colemêrgê: Li ÎŞKURê bêhiqûqî heye

Serokê Baroya Colemêrgê: Li ÎŞKURê bêhiqûqî heye

8 GULAN 2026
Baroya Colemêrgê derbarê gendeliya AKPê de serlêdana giliyê kir

Baroya Colemêrgê derbarê gendeliya AKPê de serlêdana giliyê kir

5 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne