Şevê din li Zozanên Karcixê ya navçeya Selîmê ya Qersê berfeke pêşwext bariya û koçerên ku bi pezê xwe li zozanan bûn ji ber berfê şepirze bûn.
Berfa ku çend roj in li serê çiyayên bilind ên Serhedê girtibû, hêdî hêdî berê xwe da zozanên rastê û rûyê xwe yê spî yê ewil nîşan da. Sermaya ku ji duh ve li tevahiya Qersê serdest bibû û barana ku hetanî êvarê bi awayekî bênavber barî, cihê xwe ji berfê re hîşt. Berfa ku şevê din bi awayekî ji nişkave li zozanên Karcixê yên di nava sînorê navçeya Selîmê ya Qersê de cih digirin barî, gelek koçerên ku hê li zozanan bûn, şepirze kirin.
Li gorî agahiyên ku gihîştin li ber destên me vê barîna berfê ya neçaverêkirî bandoreke neyînî li ser jiyana koçeran kiriye û bûye sedem ku ew neçar bin zû vegerin















