Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Cemîl Tûgay ê ku piştî biryara betalkirinê teqez di meha Hezîranê de ji CHPê îstifa kiribû, bi awayekî fermî tev li AKPê bû. Tayyîp Erdogan rozeta AKPê bi Tugay ve kir.
Serokkomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê bi parlamenterên partiya xwe re civîna vekirina sala qanûndanînê li dar xist. Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser Îzmîrê û got: “Îro Îzmîr pir bi coş e. Ez ji Cemîl Tûgay û yên ku îro tev li me bûne re dibêjim, hûn xêr hatin malbata AKPê.”
Erdogan piştî axaftina xwe gazî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Cemîl Tugay kir û ew çû ser dikê cem Erdogan.
Tayyîp Erdogan rozeta partiya xwe bi Cemîl Tugay ve vekir û bi vî awayî Tugay bi awayek fermî tev li AKPê bû.













