Wêne: Arşîv
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo koça dawî ya siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana sersaxî ji li Leyla Zanayê re xwest.
Siyasetmedarê Kurd û şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana, pêr li Amedê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir. Duh jî bi merasîmekê li Goristana Yenîkoyê hate veşartin. Şîna ji bo Zana li Mala Şînê ya Licêyayan hate danîn.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan duh bi şev bi rêya telefonê bi parlamentera berê ya DEM Partî û DEPê Leyla Zanayê re axivî. Erdogan di pêwendiya bi telefonê de ji ber koça dawî ya hevjînê wê Mehdî Zana sersaxî da Leyla Zanayê.













