Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan serdana şîna siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana kir. Tuncer piştî serdanê daxuyanî da çapemeniyê û bal kişand ser têkoşîna Mehdî Zana û wiha got: “Mehdi Zana berxwedan û helwest e. Hem bi berxwedana ya li zindanê û hem jî bi pratîka xwe ya di şaredariyê de nirxekî pir mezin afirand. ”
Siyasetmedarê Kurd û şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana, ji ber nexweşiya KOAHê roja 29ê Tebaxê li nexweşxaneyek Amedê jiyana xwe ji dest da. Mehdî Zana duh bi merasîmekê li Goristana Yenîkoyê hate veşartin. Şîn ango taziyeya Mehdi Zana li Mala Şînê ya Licêyiyan hate danîn û bi hezaran kes serdanê dikin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervin Buldan, Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, malbata Rojîn Kabaiş, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî serdana şînê kir.
Tuncer Bakirhan û heyeta pê re hevjîna Mehdî Zana, Leyla Zanayê hembêz kirin û êşa wê parve kirin. Leyla Zana di şînê de amade ye û pêşwazî li serdanan dike.
‘Di zindanê de bû dengê vî gelî’
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan piştî serdanê daxuyanî da çapemeniyê. Tuncer Bakirhan bal kişand ser têkoşîna ku Mehdî Zana ji bo gelê Kurd kir û wiha got: “Îro em gelekî xemgîn in. Mehdi Zana berxwedan e û helwest e. Di demên zehmet de kesekî ku di warê şaredariyê de weke mînak were girtin e. Di heman demê de bi berxwedana zindanê re bû dengê vî gelî. Hem bi berxwedana xwe ya li zindanê û hem jî bi pratîka xwe ya di şaredariyê de nirxekî pir mezin afirand. Em kêfxweş bûn ku me ew nas kir. Serê gelê Kurd sax be. Tişta ku dikeve ser milê me ew e ku em têgihiştin û têkoşîna wî bidomînin û xeyalên wî pêk bînin.”
Serdanên sersaxiyê bi girseyî berdewam dike.


















