• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
17 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji bo girtiya nexweş Newroz Bozkurt kampanyaya tagê hat destpêkirin

    Ji bo girtiya nexweş Newroz Bozkurt kampanyaya tagê hat destpêkirin

    Mirovên Şemiyê serdana Koma DEM Partiyê kir

    Mirovên Şemiyê serdana Koma DEM Partiyê kir

    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

    Çalakiya rûniştinê ya ji bo girtiyên nexweş dê sibê bidome

    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

    Jinan li ber dadgehê daxwaza edaletê kir

    Jinan li ber dadgehê daxwaza edaletê kir

    DMMEyê derbarê Can Atalay de biryara binpêkirinê da

    DMMEyê derbarê Can Atalay de biryara binpêkirinê da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Tuncer Bakirhan: Êdî tehamûla me nemaye girtiyên nexweş berdin

Enqere / AW

17 MIJDAR 2026 - 13:52
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi lêv kir ku bêyî qanûna çarçoveyî jî girtiyên nexweş dikarin bên berdan û wiha got: “Êdî tehamûla me nemaye. Em bang li rayedaran dikin ku demildest girtiyên nexweş berdin. Îro jî li ber Wezareta Dadê çalakiya nobede dê be destpêkirin. Heta girtî bên berdan wê çalakî bidome.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe de li Meclisê axivî.

Tuncer Bakirhan di destpêka axaftina xwe de Abdulvahap Aksoy ku piştî 30 salan di sala 2024an de hat berdan û duh jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û ji malbatê û gelê Kurd re sersaxî xwest.

‘Divê girtiyên nexweş tavilê werin berdan’

Tuncer Bakirhan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: “Çend roj berê jî girtiyê nexweş Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da. Her wiha girtiya nexweş Newroz Bozkurt jî li nexweşxaneyê tê derman kirin. Teşhîsa nexweşiya pênceşêrê danîn ser girtiya nexweş Evîn Zapsû. Ji bo berdana girtiyê nexweş hewcehî bi qanûna çarçoveyî tine ye. Êdî tehamûla me nemaye. Em bang li rayedaran dikin ku demildest girtiyên nexweş berdin. Îro jî li ber Wezareta Dadê çalakiya nobede dê be destpêkirin. Êdî tehamûla kesî nemaye. Heta girtî bên berdan çalakî wê bidome.”

‘Em ê siyasetmedarên Kurd biparêzin’

Tuncer Bakirhan bertek nîşanî binçavkirina Serokê PSKê Bayram Bozyel û siyasetmedarên din ên Kurd da û got ku fikir û ramanên me cuda bin jî ji bo me parastina wan rêgezek e û em vê binçavkirinê şermezar dikin. Tuncer Bakirhan bertek nîşanî tayinkirina qeyimê ser Sozcu TVyê jî da. Tuncer Bakirhan nerazîbûn nîşanî binçavkirina parêzerên endamên ÇHDê da û xwest dawî li sepanên li pêşiya demokrasiyê dibin asteng bê anîn.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

Tuncer Bakirhan bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêvajo bi îradeyeke mezin berdewam dike. Em vê pêvajoyê weke avakirina jiyana hevpar dibînin. Di pêkanîna aştiyê de tişta şaş taloqkirin e. Bêtehamûliya li dijî demokrasiyê ye. Rêveberiya Tevgerê helwesta xwe bi îradeyeke şênber nîşan da. Gotin, îradeya wan a çareseriyê tam e û heke dewlet gavên pêwist biavêje ew amade ne. Pêvajo bi çar merhaleyan pêk tê. Ya yekemîn bidawîkirina ji pevçûnan bû. Ev pêk hat. Ya din muzakere ye û ev jî pêk hat. Ya din jî çarçoveya hiqûqî ye. Ev jî tevî kêmasî û nebasiyan pêk hat û em di nav de ne. Ya din jî demokratîkbûyîn e û ev jî li pêş me ye.”

‘Şertên xebata birêz Ocalan guherî’

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku divê qanûna çarçoveyî bikevê meriyetê û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan cihê xwe yê nû bû. Di şert û mercên xebata wî de guhertin hate kirin û sekreteriya wî hatiye xurtkirin. Em van agahiyan cara ewil parve dikin. Em jî dibêjin werin em siberoja Tirkiyeyê bi hev re binivisînin. Divê li şûna çekan hiqûq were bicihkirin. Em bi hev re di deriyê aştiyê de derbas bibin. Bila ev Meclis bibe meclisa çareseriya pirsgirêka sed salan. Me di hevdîtinê de bi birêz Numan Kurtulmuş re jî got mayindêbûna aştiyê bi demokrasiyê pêkan e û divê Komîsyona Meclisê tenê çavderiyê neke û piştgiriya civakîkirina aştiyê bike. Birêz Numan Kurtulmuş jî bi erênî nêzî rexne û peşniyarên me bû. Di vê pêvajoyê de niyeta me ji dil û baş e.”

‘DEM Partî li rex karkeran e’

Tuncer Bakirhan diyar kir ku li Tirkiyeyê karker bi mirinê re rû bi rû ne û bertek nîşanî kedxwarina mirina karkeran da û got ku kî dibe sedema mirina karkeran, pereyên ku digirin jî bila wan heram be. Tuncer Bakirhan pirsa “Çima mirin her tim para karkeran e?” kir û karkerên di teqîna HABAŞê de jiyana xwe ji dest dan jî bi bîranî û got ku DEM Partî her tim li rex karkeran e.

Talankirina aboriyê û xwezayê

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku bi gendeliya fonê hinek kes xwe dewlemend dikin û hinek jî nikarin debara xwe bikin û bertek nîşanî polîtîkayên desthilatê yên li ser aboriyê da. Tuncer Bakirhan bal kişand ser qirkirina xwezayê jî û got ku Tirkiye yek ji welatê ku herî zêde xwezayê talan dike ye.

Etîket: Komcivîna DEM PartiyêTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan bang li rayedarên Başûr kir: Kurd li benda çareserkirina pirsgirêkê ne

Bakirhan bang li rayedarên Başûr kir: Kurd li benda çareserkirina pirsgirêkê ne

7 MIJDAR 2026
Bakirhan û Hatimogullari: Hevalên me deryasayî di zindanan de ne

Bakirhan û Hatimogullari: Hevalên me deryasayî di zindanan de ne

4 MIJDAR 2026
Hevserokên DEM Partiyê serdana nobeda Dayikên Aştiyê kirin

Hevserokên DEM Partiyê serdana nobeda Dayikên Aştiyê kirin

2 MIJDAR 2026
Bakirhan: Em dixwazin wêneya yekîtiyeke xurt bidin gelê xwe

Bakirhan: Em dixwazin wêneya yekîtiyeke xurt bidin gelê xwe

25 COTMEH 2026
Bakirhan: Em ê xeyalên şehîdan pêk bînin

Bakirhan: Em ê xeyalên şehîdan pêk bînin

25 COTMEH 2026
Tuncer Bakirhan li Amedê serdana saziyên rojnamegeran kir

Tuncer Bakirhan li Amedê serdana saziyên rojnamegeran kir

25 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dikandar û karkerên li Stenbolê ji rewşa aboriyê bi gilî û gazinc in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Avahiyên ji serdema Ûrisan mane Qersê dixemilînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Qersê amadekariya zivistanê ku 7 mehan diajo tê kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne