Stenbol- Dikandar û karkerên li Stenbolê diyar kirin ku zêdebûna kirê, krîza fonê û kêmbûna danûstendinê bandoreke neyînî li ser jiyana wan kiriye û gotin: “Tevî ku em zêde dixebitin jî em nikarin debara xwe ya malbatî bikin.”
Krîza aborî ya li Tirkiyeyê her roj kûrtir dibe û bandora xwe li ser hemû qadên jiyanê dide hîs kirin. Zêdebûna buhayan, lêçûnên esnaf û karkeran, her wiha kêmbûna hêza kirîna gel, esnaf û karkeran jî di rewşeke dijwar de dihêle. Esnafên li Stenbolê dibêjin ku danûstendin kêm bûye, lêçûnên dikanan zêde bûne û nikarin debara xwe bikin. Esnaf û karkeran ji bo çareserkirina rewşa aboriyê û banga çareseriyê li rayedaran kir.
‘Li malekê yek kes bixebite, mimkûn nîne ku debar bê kirin’
Xebatkar Summeyye Sûna anî ziman ku ew beriya niha nedixebitî, lê ji ber nekarî debara mala xwe bike niha dixebite û wiha got: “Nirxa pere pir kêmbûye. Dema li malê yek kes bixebite, ne mimkûn e ku debara xwe bike. Stenbol bajarekî mezin e û krîza aboriyê heye. Kirêya xaniyan her ku diçe zêde dibe. Mirov di kirêkirina xaniyan de zehmetiyê dikêşe. Yek kes tenê ji bo kirê dixebite. Heta nîvro yek-du xerîdar tên dikanê, danûstandin pir çênabe. Xwezî ne wisa bûya. Xwezî her tişt wek berê bûya. Niha mirov çiqas bixebite jî, ji ber ku nirxa pere pir kêmbûye, pere dîsa têra mirov nake. Xwezî ji bo pêşeroja zarokan di destê me de tiştên baş hebûna.”

‘Rewşa Tirkiyeyê her ku diçe xerabtir dibe’
Welat Yildizoz jî diyar kir ku beriya çend salan dikana wî li Amedê hebû û ji ber ku li Amedê kar çênedibû, hatiye Stenbolê û axavtina xwe wiha domand: “Dema em ji Amedê hatin Stenbolê, em gelekî bi hêvî bûn. Li Amedê rewş ne baş bû û danûstendin tune bû. Me got Stenbol bajarekî mezin e, helbet ewê kar çêbibe. Lê rewşa niha qet ne baş e. Ji bo kirêya dikanê gelek pereyan dixwazin. Em nikarin kirêya dikanê derxînin. Heke kar çêbibe, bi saya tûrîstan çêdibe; kesên li vir dijîn danûstendinê nakin. Ev şerê ku li Rojhilata Navîn diqewime, li ser karê me pir bandor kiriye. Buhaya her tiştî her ku diçe zêde dibe. Kesek nikare pêdiviyên mala xwe bistîne. Divê dewlet piştgiriya me bike. Em hêvî dikin krîza aboriyê ji holê rabe û rewş baştir bibe.”

‘Em neçar dimînin ku meaşê karkeran kêm bikin’
Murat Yildizoz jî da zanîn ku ji ber krîza aboriyê ew neçar maye ku hin karkeran ji kar derxe û wiha got: “Berê karê me baştir bû, nêzîkî 30 karkerên me hebûn. Gelek kes dixwazin kar bikin, lê em nikarin wan bidin xebitandin. Em neçar dimînin ku meaşê karkerên xwe kêm bikin. Çimkî em jî dizanin mirov nikare debara xwe bike. Ji ber ku em jî malzemeyên dikanê ji derveyî welat tînin, rewşa Tirkiyeyê û cîhanê li ser me pir bandor dike. Divê pere di bazarê de bigere, lê niha bi derketina vê gendeliyê û krîza fonê re pere li bazarê tune ye. Divê pêşiya gendelî û krîza fonê bê çareserkirin. Heke li vir fabrîqe hebûna me yê malzemeyên xwe ji vir bikiriya. Rewş her ku diçe ber bi xerabiyê ve diçe. Em dixwazin dewlet zêde bacê negire û kirêya xaniyan daxîne.”

‘Ev mijara gendelî û krîza fonê li ser me hemûyan bandor dike’
Îbrahîm Yildizoz jî bal kişand ser gendeliya di vê serdema hikûmetê de tê kirin û krîza fonê û wiha axivî: “Ev mijara gendelî û krîza fonê li ser me hemûyan bandor dike. Ji bo vê yekê, kî dibe bila bibe, parlamenter, serokwezîr an wezîr, divê dev ji vê mijarê neyê berdan û kesên berpirsiyar bên darizandin. Her wiha îro em di pêvajoya aşitiyê re derbas dibin û di warê aboriyê de jî hêdî hêdî başbûnek heye, divê ev pêvajo bidome.”













