Wezîra kevn û Cîgira Serokê Giştî ya AKPê ya berê Fatma Betul Sayan Kaya di çarçoveya lêpirsîna derbarê gendeliya fonê de hate girtin. Hevjînê Fatma Betul Sayanê, İlyas Kaya û Serokê berê yê SPKê Îbrahîm Omer Gonul jî bi şertên kontrola edlî hatin berdan.
Demek dirêje krîz û gendeliya fon û aboriyê rojeva sereke ye. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê gendeliya fonê de lêpirsîn dabû destpêkirin û ev lêpirsîn didome. Serkêşên vê gendeliya fonê jî wezîra kevn a AKPyî Fatma Betul Sayan Kaya û hevjînê xwe Îlyas Kaya ne. Fatma Betul Saya Kaya û hevjînê xwe duh li gel hev çûn Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê û îfade dan. Her wiha Serokê berê yê Desteya Piyasaya Sermayayê (SPK) Îbrahîm Omer Gonul jî di çarçoveya lêpirsînê de li Dadgeha Stenbolê îfade da.
Piştî îfadeyên van serkêşên gendeliyê hate wergirtin, İlyas Kaya û Îbrahîm Omer Gonul bi şertê kontrola edlî ku îmzeyê biavêjin û qedexeya derketina derveyî welat ji aliyê dadgeriya nobedar ve hatin berdan.
Wezîra kevn û Cîgira Serokê Giştî ya AKPê ya berê Fatma Betul Sayan Kaya piştî îfade da Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar, ji sûcên weke, “Li dijî Qanûna Piyasaya Sermayeyê muxalefet kiriye” û “Bûye endama rêxistina ku bi armanca sûckirinê hatiye avakirin” hate girtin û dadger ew şand girtîgehê.













