Serokwekîlê Koma AKPê Abdulhamît Gul li ser pirsa rojnamgeran diyar kir ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyî dê sibê pêşkeşî Serokatiya Meclisê bê kirin.
AKP, derbarê qanûna çarçoveyî de serdanên partiyên siyasî didomîne. Serokwekîlê Koma AKPê Abdulhamît Gul û Serokê Komîsyona Edaletê ya Meclisê Cuneyt Yuksel derbarê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî de bi Serokwekîla Koma CHPê Sevda Erdan Kiliç re hevdîtin kir. Heyeta AKPê piştî serdana CHPê çûn serdana Serokê Koma Yenîyolê Mehmet Emîn Ekmen û Serokwekîlê Komê Selçuk Ozdag û Bulent Kaya re jî hevdîtin pêk anîn. Serdan li Meclisê pêk hatin.
Serokwekîlê Koma AKPê Abdulhamît Gul ku piştî hevdîtina li CHPê bersiva da pirsa rojnamegeran û diyar kir ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyî dê sibê pêşkeşî Serokatiya Meclisê bê kirin.













