• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

Amed / AW

5 TEBAX 2026 - 13:17
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
TJAyê ku derbarê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî de, li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. TJAyê diyar kir ku divê qanûn bibe destpêka serdemeke nû ku tê de bingehên hiqûqî, siyasî û civakî yên civaka demokratîk werin danîn û wiha got: “Jin wê bi berdewamî bibin hêza pêşeng a aştiya civakî û avakirina jiyaneke azad.”

Pêvajoya Aştî û Civaka Demoktatîk ya ku di 27 Sibata 2025an de bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir êdî kete merheleyeke nû û girîng. Tevgera Jinên Azad (TJA) bi tevlibûna nûnerên jin ên saziyên sivîl ên Amedê derbarê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ku li bendê ye îro pêşkêşî Serokatiya Meclisê bê kirin, li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist.

Aktivîsta TJAyê û siyasetmedar Ayla Akat Ata, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê û endam û nûnerên jin yên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser “Niha dema jinan e” dinivîsî hat daliqandin. Metna daxuyaniyê ya bi Tirkî hatibû amadekirin ji aliyê Ayla Akat Atayê ve hate xwendin.

‘Divê pêngava qanûnî ya sereke ya vê serdema dîrokî be’

Ayla Akat Ata diyar kir ku îro erdnîgariya Kurdistanê û Rojhilata Navîn li ber serdemeke nû ya dîrokî ye û wiha got: “Ji sed salan zêdetir e pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê tê kûrkirin û êdî çareseriya wê ya demokratîk û siyasî mecbûriyeteke lezgîn e. Qanûna çarçoveyî ya ku tê payîn bikeve rojeva parlamentoyê jî, divê pêngava qanûnî ya sereke ya vê serdema dîrokî be. Qanûna çarçoveyî ne dawî ye, îfadekirina prensîban ku çareseriya demokratîk, qanûna aştiyê û pêvajoya veguherîna demokratîk dê li ser wan bingeha xwe bigire. Divê ew bibe destpêka serdemeke nû ku tê de bingehên hiqûqî, siyasî û civakî yên civaka demokratîk werin danîn.”

‘Divê perspektîfa azadiya jinan li ber çavan were girtin’

Ayla Akat Ata da zanîn ku ew weke TJA dizanin ku aştiya mayînde tenê bi avakirina civakeke demokratîk a li ser azadiya jinan pêkan e û wiha pê de çû: “Me bi afirandina şert û mercên pêşketina civaka demokratîk, serdema pevçûnê li pey xwe hişt. Berpirsyariya me ya bingehîn ew e ku em jiyana wekhev, azad û birêxistinkirî ya jinan, gelan û hemû beşên civakî misoger bikin. Di çareserkirina pirsgirêka Kurd û derbaskirina krîzên herêmî de, divê stratejiya aştî û civaka demokratîk a ku ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin û perspektîfa azadiya jinan li ber çavan were girtin. Hemû rêziknameyên qanûnî yên ku îro têne pêkanîn û nîqaşkirin, divê bi vê perspektîfa civaka demokratîk bên çareserkirin.”

‘Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyeke dîrokî ye’

Ayla Akat Ata anî ziman ku misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo şert û mercên xebat û ragihandinê yên azad ji bo pêşveçûna pêvajoyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye û wiha axivî: “Garantiya qanûnî ya vê rolê divê di qanûna çarçoveyî de hevsengiya xwe ya şênber bibîne. Di vê xalê de, rêziknameyên qanûnî yên ku dê werin çêkirin çawa têne amadekirin, çawa tên bicihkirin û heta çi radeyê dikarin bêyî cihêkarî meşrûiyetê û baweriyê di beşên cuda yên civakê de biafirînin, ji bo pêşveçûna pêvajoyê girîng e. Qanûna ku dê were derxistin; divê ji cudahiyên kategorîk dûr, di çarçoveyekê de ku bingeha çareseriyeke demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd ava bike. Li şûna nêzîkatiyên teng û ewlekariyê yên ku dê rê li ber pêşveçûna pêvajoyê bigirin, divê xwedî kalîteyeke damezrîner be ku hemû dînamîkên civakê hembêz bike, bawerî û edaletê saz bike û rê li ber jiyana hevpar veke.”

‘Divê jin di hemû mekanîzmayan de cihê xwe bigirin’

Ayla Akat Ata bi lêv kir ku pêvajoyên aştî û muzakereyê ne ji perspektîfeke mîlîtarîst, zayendperest û serdestiya mêran in û wiha got: “Divê bi nêzîkatiyeke ku jin mijarên damezirîner in û xwedî gotin bin, were çareserkirin. Di vê çarçoveyê de, divê temsîliyeta jinan a wekhev di hemû komîsyonan de bê misogerkirin ku di nav Meclisa Tirkiyeyê de û li ser bingeha civakê bên avakirin. Divê mekanîzmayên jinan ên serbixwe werin avakirin ku jin dê rasterast bibêjin. Divê rêxistinên jinan wek pêkhateya sereke ya pêvajoyê werin qebûlkirin û divê jin di hemû mekanîzmayan de cihê xwe bigirin.”

‘Em ê qanûna ku were çêkirin û pêvajoyên pêkanînê bişopînin’

Herî dawî Ayla Akat Ata da zanîn ku têkoşîna azadiyê ya jinan, berxwedana jinan îro garantiya herî xurt a çareseriya demokratîk e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin dê bi berdewamî bibin hêza pêşeng a civakîbûna aştiyê û avakirina jiyaneke azad. Weke TJA em ê ji perspektîfa civaka demokratîk a li ser azadiya jinan, daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û têkoşîna ji bo hiqûqa aştiyê ku jin dibin damezrîner paşve gav neavêjin. Em radigihînin ku em ê qanûna ku dê were derxistin û pêvajoyên pêkanînê bişopînin.”

Piştî daxuyaniyê nûnerên jin ên saziyên sivîl axivîn û daxwaz û pêşniyarên xwe yên derbarê pêşnûmeya qanunî de anîn ziman.

Dayika Aştiyê: Bila Serokê me azad bibe

Ewilî Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Mûrvet Demîr axivî û wiha got: “Pêvajoya ku Serokatî da destpêkirin, em ê hemû tê de cîh bigirin. Em ê hemû di komîsyonan de cîh bigirin. Ev pêvajo pir girîng e. Salek û nîv e em li benda derketina qanûnê ne. Asta ku berxwedana 50 salan gihiştiyê, pêkanîna aştiyê ye. Mafê hemû gelan çi be, bila mafên Kurdan jî ew be. Me tu carî şer nexwest, em naxwazin jî. Bila Serokatî ji girtîgehê derkeve, yên li serê çiyê werin nav gelê xwe û li vir ji bo gelê xwe xebatê bimeşînin. Xwîn bi xwînê nayê paqijkirin. Qanûna ku dê li Meclisê bê çêkirin, gelek girîng e.”

‘Divê mafên Kurdan bên nasîn’

Cîgira Serokê Baroya Amedê Şîlan Çelîk Şîmşek jî diyar kir kû bi destpêkirina pêvajoyê re wan xebata hiqûqê da destpêkirin û wiha got: “Me rapora berfireh amade kir û ji partiyên di meclisê de re şand. Xebatên me berdewam kirin. Îro em dibînin ku metna ku aliyên pêvajoyê li ser lihevhatine vediguhere qanûnê. Em difikirin ku ev pêşnume dê derî vebike. Em nafikirin ku dê bi tenê bibe çareserî, dê derî vebike. Em dikarin bibêjin ku derket holê ku mesele dê bi piştgiriya civakî çareser bibe. Her çend dereng be jî gavê hiqûqî hat avêtin. Çareseriya dawî ji bo Kurdan nasîna mafên ji dayikbûnê ye. Pêdivî ye ku veger, mijarên girtiyên di girtîgehan de di qanûnê de werin xuyakirin.”

‘Divê dawî li binpêkirinên mafan bê anîn’

Li ser navê Şaxa ÎHDa Amedê Suzan Mehmetoglu Aksoy axivî û wiha got: “Berî ku pêvajo dest pê bike me ji bo avakirina aştiyê konferansek li dar xistibû. Piştî 8 meh derbas bû pêvajo veguherî aştî ye. Weke ÎHDê em her tim di nav pêvajoyê de bûn. Me belgekirin û raporkirinê pêk anî. Me malbatên PKK û leşkeran anîn cem hev. Weke ÎHDê em ê di avakirina aşitiyê de xebata xwe berdewam bikin. Çareseriya meseleya Kurd bi rakirina binpêkirinên ku hatine kirin re çêdibe.”

‘Jin bi rola pêşeng radibin’

Li ser navê OHDê jî Şehrîban Demirel axivî û û ev yek anî ziman: “Em vê pêvajoyê pir girîng dibînin. Qanûna çarçoveyî îro dê bê Meclisê. Ev gav her çend dereng be jî em girîng dibînin. Weke OHDê xebatên me berdewam dikin. Pêdivî bi çêkirina qanûnan heye û divê jin di navenda vê xebatê de bin. Di avakirina aştiya civakî de jin bi rola pêşeng radibin û dê rabin. Em bang li jinên hiqûqnas dikin ku di vê pêvajoyê de, anku di avakirina qanûnê de cîh bigirin. Em ê aştiya civakî hemû bi hev re ava bikin. Weke OHDê tiştê dikeve ser milê me em ê bikin.”

‘Gava yekem hate avêtin’

Li ser navê Platforma Şaxan a KESKê ya Amedê Yildiz Ok Orak jî axivî û wiha got: “Ji bo avakirina vivaka demokratîk avêtina gavên qanûnî girîng e. Pêdivî pê heye ku desteya şopandinê ya ji jinan pêk tê saz bibe. Weke KESKê em bi salan e ji bo avakirina aştiyê li qadan e. Bi OHALê re 2 hezar û sed hevalên me hatin îxrackirin. Ji sedî 30yê van jin bûn. Bi awayekî neheq û nehiqûqî hatin îxrackirin. Beşek vegeriyan, beşek nekarîn vegerin. Em ê di avakirina aştiyê de bi berpirsiyariya xwe rabin. Gava yekem a rêya bi hezaran kîlometreyî hat avêtin. Ji bo avêtina gavên din em ê têkoşînê berdewam bikin.”

Civîna çapemeniyê bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Etîket: Abdullah Ocalanpêşnûmeya qanûna çarçoveyîTevgera Jinên Azad (TJA)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Nagîhan Akarsel li Erziromê hate bibîranîn

Nagîhan Akarsel li Erziromê hate bibîranîn

5 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne