Heyetek ji Dayikên Aştiyê ku di ji bo pêşxistina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Enqereyê ne, serdana Koma CHPê jî kir. Dayikan bi bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtin pêk anî. Heyeta dayikan dê sibê jî bi Numan Kurtulmuş re hevdîtinê bike.
Meclisa Dayikên Aştiyê ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Enqereyê ne, li Meclise serdana partiyên siyasî kir. Heyetek temsîlî li ser navê Dayikên Aştiye serdana Koma Yenî Partî, Yenî Yol, MHPê û AKPê serdana Koma CHPê kir û tev li Komcivîna DEM Partiyê bûn. Heyeta Dayikên Aştiyê ku ji Amîna Engudar, Hatîce Yaşar, Turkan Durç, Zeynep Calihan pêk dihat li Koma CHPê bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokwekîla Komê CHPê Sevda Erdan Kiliç re hevdîtin pêk anî. Heyeta dayikan dosyeyek ku daxwaz û nêrînên xwe bi Kurdî û Tirkî anîbûn ziman radestî Kemal Kiliçdaroglu kir.
Piştî serdana CHPê, Dayikên Aştiyê ji Meclisê derketin. Heyeta Dayikên Aştiyê dê sibê jî seat li 15:00an li Meclisê serdana Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş bike.













