Gulazer Akin a 30 sale girtîbû ji girtîgeha Jinan a Bunyanê hat tahliyekirin. Gulazer Akin di pêşwazîkirinê de axivî û got: “Ez piştgiriyê didim vê pêvajoyê. Tu tiştek ji azadiyê xweştir nîne.”
Gulazer Akin piştî girtina 30 salan şûnde ji girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê hat tahlyekirin. Malbata Gulzer Akin, rêveberên TUHAYDER û gelek kesî Gulazer Akin pêşwazîkirin. Di dxuyaniya di pêşwazîkirinê de hat dayîn betek nîşanê neberdana girtiyên nexweş û girtiyên tahliyeya wan tên astengkirin hat dayîn û hat diyarkirin ku dema ku girtiyên siyasî û rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê azadiya rastîn pêk bê.
‘Ez piştgiriyê didim pêvajoyê’
Gulazer Akin jî diyar kir ku beriya wê tahliyeya hevala wê ji aliyê Lijneya Îdarî û Şopandinê ve hatiye taloqkirin û got: “Heta ku hevalên me hemû neyên berdan ez xwe azad hîs nakim. Pêvajoyek nû destpêkiriye. Min di lijneyê de jî anî ziman. Ez piştgiriyê didim vê pêvajoyê. Tu tiştek ji azadiyê xweştir nîne.”
Gulazer Akin piştî axaftinê kevokên spî firand.













