Goristana endamên HPG û YJA-Starê ya li Çiyayê Gabarê careke din bi êrişê re rû bi rû ma.
Hevalên endamê HGPê Evren Akkûş (Çekwar) ê ku di sala 2007an de jiyana xwe ji dest dabû îro ji navçeya Çinarê ya Amedê ji bo serdanê çûn şehîdgeha endamên HPG û YJA-Starê ya li Çiyayê Gabarê û bi êrişek nû ya li dijî goristanê re rû bi rû man. Ev goristan li gundê Basretê ya li Çiyayê Gabarê ye.
Di serdanê de hate dîtin ku kêlên goran hatine şikandin, kulîlk û destmalên kesk, sor û zer ên li ser kêlên goran hatine şewitandin.
Rêveberê Şirnexê yê MEBYA-DERê Firat Dûymak bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: “Ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Em nizanin ev yek kê kiriye. Bi destpêkirina pêvajoya aştiyê re daxwaza me ji nû ve avakirina goristanê ye. Kê ev êriş kiribe divê hesab jê bê pirsîn.”
Piştî serdanê hevalên Akkûş û rêveberên MEBYA-DERê kêlên hatine şikandin parçeyên wan gihandin hev û danîn ber goran.








