Şaxa TUHAY-DERê ya Çukurovayê li pêşiya Edliyeya Mersînê daxuyaniyek da û wiha got: “Li girtîgehan zext roj bi roj girantir dibe û divê êdî dawî li polîtîkaya taloqkirina berdana girtiyan were.”
Şaxa TUHAY-DERê ya Çukurovayê bi tevlibûna endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek kesan derbarê zext û taloqkirina berdana girtiyên siyasî de li pêşiya Edliyeya Mersînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Mafê tehliyebûnê nayê paşvexistin” hat vekirin û dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.
‘Divê girtî demildest werin berdan û tev li jiyana civakî ya demokratîk bibin’
Daxuyani ji aliyê Hevseroka TUHAY-DERê ya Şaxa Çukurovayê Adalet Kuran ve hate xwendin. Adalet Kuran bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk a ku em tê de ne, nêzî du sal in berdewam dike. Bi banga Birêz Abdullah Ocalan re heyameke nû ya bê şer destpê kiriye û hêviyên aştiyê her roj hinekî din mezin bûne. Dayik û malbat di pêvajoyeke wiha de bi hêvî û bawerî li benda vekirina deriyên girtîgehan in. Ev rewş di nav girtiyên siyasî yên di girtîgehan de jî kelecan û hêviyeke mezin ava kiriye. Daxwaza girtiyên siyasî ew e ku bigihîjin azadiya xwe, demildest tev li jiyana civakî ya demokratîk bibin û di şert û mercên azad de piştgiriya vê pêvajoyê bikin.”
‘Taloqkirina berdana girtiyan parçeyek ji şerê taybet e’
Adalet Kuran destnîşan kir ku polîtîkayên li ser girtiyên parçeyek ji polîtîkayên şerê taybet e û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di serdemeke ku ji bo xurtkirina siyaseta demokratîk û mayîndekirina aştiya civakî hewldan tên dayîn de, berdewamkirina sepanên ku vîna azad a civakê û beşdariya wê ya jiyana demokratîk qels dikin, nakokiyeke mezin ava dike. Polîtîkayên şerê taybet tenê bi rêbazên leşkerî sînordar nînin; ew cîhana ramanî, nirxên exlaqî û vîna siyasî ya civakê hedef digirin û dixwazin civakê ji nirxên wê yên cewherî dûr bixin. Divê binpêkirinên mafan ên ku di girtîgehan de bi israr tên kirin û mexdûriyeta girtiyên ku tevî qedandina cezayê xwe nayên berdan, di vê çarçoveyê de werin nirxandin. Buyerên diqewimin nîşan didin ku zextên li girtîgehan her roj girantir dibin. Lê belê, asayîbûna vê pêvajoya ku em tê de ne, pêwîstî bi nêzîkatiyeke hîn dadperwer heye.”
‘Divê azadiya hemû girtiyan were misogerkirin’
Adalet Kuran bang li rayedarên dewletê kir ku daxwazên girtî û malbatan pêk bînin û wiha dawî da axaftina xwe: “Em li vir di serî de bang li Serokkomar, Wezareta Dadê, saziyên dewletê yên peywendîdar dikin; Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk a ku em tê de ne, di nav hemû gelan û hemû beşên civakê de hêvî, bawerî û biryardariyê mezin dike. Ji bo ku ev daxwaz bibin rastî, divê dawî li nehiqûqiya ku bûye birîneke kûr a welat were anîn, azadiya hemû girtiyên di girtîgehan de were mîsogerkirin, sepanên ku bandorê li ser pêvajoyê dikin werin rakirin û gavên berçav ên ku rê li ber aştiyê vedikin demildest werin avêtin.”







