Platforma Saziyên Demokratîk, Partiyên siyasî, sazî û dezgehên civakî yên demokratîk bi boneya salvegera 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek navendan bi meş, daxuyanî û çalakiyên cuda pîrozbahî li dar xistin.
Bi boneya 1ê Mijdara Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek bajar û navendan pîrozbahiyên rizgarkirina Kobanê tên lidarxistin. Kobanê ya ji hêla çeteyên DAIŞ û alîgirên wê ve hatibû dorpêçkirin, bi berxwedaneke bêhempa û piştgiriyeke mezin a ji çar aliyên Kurdistanê, Tirkiye û welatên derve ve hatiye raberkirin hate rizgarkirin.
Wan
Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê, bi boneya salvegera 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Kolana Hûnerê ya navçeyê Rêya Armuşê ya Wanê daxuyanî da. Endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser ” Li hemberî tarîtiya DAÎŞê em berxwedana Kobanê silav dikin” hat hilgirtin. Girsê dirûşmeya “Bijî berxwedana Kobanê” berz kir. Metna daxuyaniyê ya Kurdî rêveberê rêxistina DEM Partiyê ya Wanê Alî Ataman xwend.
Li Kobanê ne tenê hebûn pêşeroj jî hat parastin
Alî Ataman diyar kir ku di salvegera berxwedan û serkeftina Kobanê de, ew berxwedana mezin a ku bi îradeya hevbeş a gelan, bi rêz û silav pêşwazî dikin û wiha got:” Berî 12 salan, Kobanê di hemberî êrîşên tarî yên çeteyên DAIŞê de. Ne tenê hebûn û pêşeroja xwe parast, di heman demê de nirxên azadî, wekhevî û jiyana bi hev re ya mirovahiyê jî parast. Berxwedana ku li dijî tarîtiya dorpêçkirina bajarekî rabû, di demeke kurt de sînor derbas kir û bû şerê hevpar ê gelê Kurd û hêzên azadîxwaz û demokrasîxwaz ên ji çar aliyên cîhanê.
Piştî daxuyaniyê ji bo pîrozkirina 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li ŞanoWanê nîşandana belgefîlma Veysî Altay a bi navê “Nûjîn” hat kirin. Pêşiya nîşandana belgefîlmê ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê deqeyek rêz hate girtin.
Bername bi temeşekirina belgefîlmê ve dawî bû.
Colemêrg
Li Colemêrg bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi daxuyanî û danîşana sînevîzyonê hate pîrozkirin.
Li navçeya Geverê jî bi heman rojevê daxuyanî hat dayîn. Daxuyaniyê ji rêvebariya DEM Partiyê Emîne Yaşarê xwend. Di daxuyaniyê de 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîroz kirin û hat ragihandin ku li hemberê hovîtiya DAIŞê gelê Kurd bi berxwedaneke bêhempa, dîrokî û civakî destkeftiyên xwe parast. Hat diyarkirin hemû cîhan şahidiya ruhê berxwêdêr ê li Kobanê pêş ketiye, kiriye. Bername bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.
Navçeya Şemzînanê jî bi boneya rizgarkirina Kobanê daxuyanî hat dayîn û sînevîzyonê hate nîşandan.
Riha
Platforma Saziyên Demokratîk, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ku sînorê Kobanê ye, bi boneya 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê bernameyeke pîrozbahiyê li dar xist.
Qada pîrozbahiyê bi panqarta “1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê Pîroz Be” hat xemilandin. Welatî bi cil û bergên xwe yên neteweyî tev li pîrozbahiyan bûn û bi çoşeke mezin govend gerandin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.
‘Kobanê bi pêşentgiya jinan hatiye bidestxistin’
Piştî rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Kobanê, Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu axivî û diyar kir ku serkeftina Kobanê bi pêşengtiya jinan hatiye bidestxistin û wiha got: “Di şexsê Viyan Peyman û Arîn Mîrkanê de em hemû lehengan bi bîr tînin. Berxwedaneke bêhempa hat meşandin. 12 sal berê li dijî DAIŞê bi têkoşîneke mezin serkeftin hate qezenckirin. Em Şoreşa Jina ya Rojava ji Pirsûsê silav dikin. Ji bo pêşveçûna pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û ji bo gav bên avêtin, em bang li dewletê dikin ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê bi lezgînî gav bên avêtin.”
Pîrozbahî bi gerandina govend û stranên hunermendên herêmî bi dawî bû.
Edene
Rêxistina DEM Partiyê li Parka Înonu ji bo 1ê Mijdarê, Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hevserokê DEM Partiyê yê Adanayê Yakup Ataş nivîsa hevpar a çapemeniyê xwend.
Ataş di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya berxwedana Kobanê û got: “1ê Mijdarê roja ku gelan li hemberî tarîtiyeke bêdawî berxwe dan û îradeya xwe ya jiyanê nîşan dan e. Sûriyeke demokratîk tê wateya Rojhilata Navînek demokratîk, ku tê de hemû gel, bawerî, nasname û çand bi azadî bijîn.”
Ataş da zanîn ku Şoreşa Rojava, bi pêşengiya jinan, hêviyeke gelên herêmê ye û berxwedana Kobanê jî hêzê dide têkoşîna navneteweyî. Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.
Îzmîr
Rêxistina DEM Partyê ya Îzmîrê, li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê bi boneya 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “1ê Mijdarê Roja Kobanê li hemû gelên cîhanê pîroz be”, “Mîrasa Arînan şîn dibe li kampûsan” hatin vekirin û dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk jî di nav de gelek kes amade bûn, metna daxuyaniyê Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Selçûk Odabaşi xwend.
‘Kobanê nexşeya têkoşîna li dijî mêtingeriyê ye’
Piştî xwendina daxuyaniya çapemeniyê, Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk axivî û destnîşan kir ku Kobanê, li Rojhilata Navîn li dijî zîhniyeta ku bi şeran gelan tine dike, bûye qêrina hêviyê û got: “Kobanê, navê wê yekê ye ku em ê aştiyê bi destên xwe bînin. Şoreşgerên enternasyonalîst li Kobanê bûn nemir. Gelê Kurd li Kobanê bû nemir. Kobanê di heman demê de ji bo me hemûyan nexşeyeke ku nîşan dide têkoşîna li dijî mêtingeriyê di vê erdnîgariyê de divê çawa bê dayîn. Em bi tiştên ku me ji Kobanê, ji Rojava fêr bûn dikarin planên şer ên mêtingeran vala derxînin û çarenûsa xwe bi hev re diyar bikin. Em neçar in ku têkoşîna xwe ya hevpar mezin bikin. Em neçar in ku li kêleka hev bin, aştiyê biparêzin, aştiyê birêxistin bikin û herî dawî aştiyê ji pêşerojê re bihêlin. Rojava, Rojhilat, Bakur, Başûr an jî di vê erdnîgariyê de her bajar, her herêm qada têkoşîna aştiyê ye. Îro em careke din we vedixwînin ku hûn aştiya xwe ava bikin. Em ê pêşerojê di nava du lêvên axayên şer de nehêlin. Werin em bi hev re axayên şer ên mêtinger ku dixwazin vê erdnîgariyê parçe bikin, têk bibin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye” bi dawî bû.



























