Riha – Berxwedana gelan a Kobanê, li hemberî hovîtî û paşverûtiya DAIŞê û piştgirên wê, bû serhildana rûmetê. Têkoşîna li dijî tarîtî û paşverûtiyê hatiye dayîn li cîhanê deng veda û 1ê Mijdarê bû remza destana gelan û fedakariyê.
Di dîroka têkoşîna azadiyê ya gelan de hin bûyer û roj hene ku bîranîna wan ne tenê ji bo gelên herêmê, di heman demê de ji bo tevahiya mirovahiyê xwedî wateyeke mezin û giranbuha ye. 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê jî yek ji wan rojên dîrokî ye ku bi berxwedaneke bêhempa û îradeya fedaî hatiye afirandin. Ev roj, di bîra mirovahiyê de ne tenê weke bîranîna şerekê, lê wekî sembola serketina ronahiyê ya li dijî tarîtiyê tê naskirin.
Sedsala berxwedanê û armanca qirkirinê
Kobanê, wekî her du kantonên din ên Rojava yên Cizîr û Efrînê, her tim bû hedefa çeteyên DAIŞê û polîtîkayên Tirkiyeyê. Projeya neteweya demokratîk û rêveberiya xweser tevî hemû zor û zehmetiyan li ser axa Rojava aj da û ji bo avakirina tifaqa gelen bû qonaxeke dîrokî. Lewre ev helwêsta azadîxwaz û pergala demokratîk, bû hedefea sereke ya hêzên tarî û çeteyên hov ên DAIŞê.
Di havîna 2014an de, dema ku çeteyên DAIŞê bi dagirkirina Mûsilê dest danîbûn ser depoyên mezin ên çekên giran ên Artêşa Iraqê û piştre berê xwe dan Şengalê, xaka Rojava kirin hedefa xwe ya duyemîn. Armanca herî sereke ya çeteyan ew bû ku Kobanê têk bibin û bi vî rengî têkiliya her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê; Cizîr, Efrîn û Kobanê bi tevahî qut bikin, îrade û daxwaza azadîxwaz û demokratîk têk bibin.
Planên qirêj û xiyaneta dîrokî
Bi lewaziya rejîma Baasê li Sûriyeyê tevlîheviyeke mezin hebû. Hikûmeta Tirkiyeyê di serokatiya Erdogan de bi hemû derfetên xwe ve hewl da ku komên çeteyên wekî El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞê, li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar bîne. Di dorpêça çeteyan û tifaqên qirêj de li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê komên çeteyan kuştin, talan û serjêkirinê rojane li dar dixistin, li hemberî xwe jî tu hêz û rêxistinan nedidîtin.
Li ser îlankirina xweseriya demokratîk 10 meh derbas nebûbûn ku Kobanê di 15ê Îlona 2014an de bi piştgiriya Tirkiyeyê, çeteyên pavşerû ji çar aliyan ve Kobanê dorpêç kirin. Beriya wê jî, di 2ê Tîrmeha 2014an de bi êrîşa li ser gundê Zormixarê re şer û pevçûnên hebûn ku bi vê êrişê destana berxwedanê dest pê kir. Li hemberî vê pêla qirkirinê, şervanên YPG û YPJê li ser bingeha parastina rewa, dest bi berxwedaneke bêhempa kirin. Li hemberî tank, top û çekên giran ên ku ji baregehên artêşên Sûriye û Iraqê bêyî şer û pevçûn hatibûn terikandin û ji DAIŞê re mabûn, şervanên Kurd bi çekên sivik û bi ruhekî fedaî li eniyên pêş ên şer Kobanê ji çeteyan parastin. Li gel vê yekê Pêşmergeyên PDKê jî ji Şengalê vekişiyan û rê li ber komkujiyeke mezin a Kurdên Êzidî vekirin.
12 şervan
Yek ji xalên herî girîng a vê berxwedanê li gundê Serzorî pêk hat. Gundê Serzorî ku bi 37 kîlometreyan dûrî rojhilatê Kobanê bû, şahidiya fedakariyeke mezin a dîrokî kir. Şeva 15 û 16ê Îlonê, balafirên keşfê yên Tirkiyeyê li ser sînor digeriyan, liv û tevgera şervanên Kobanê yên li Serzorî kontrol dikirin. 12 şervanên di bin fermandariya Rodî Efrîn û Peyman Tolhildan bûn vînek ji pola ku rê nedin çeteyan li herêmê fermana nû ya Êzidiyan pêk bînin.
12 şervanên welatê rojê, ji bo ku nehêlin DAIŞ sivîlan qetil bike û derbasî navenda bajar bibe, di dibistana gund de heta dawiyê şer kirin û di encamê de bi çalakiyeke fedaî xewn û xeyalên dagirkeran vala derxistin. Bi vê çalakiyê re berxwedan derbasî qonaxeke nû bû. Tevî ku DAIŞê zêdetirî 300 gund û hin taxên bajar dagir kiribû jî, şervanên YPG û YPJê li her kolan, tax û xaniyekî şerekî bêhmpa da meşandin.
Arîn Mîrkan û jinên azad
Di nav van rojên têkoşînê yên giran de dîmenên qehremaniyê yên ku wijdana mirovahiyê ya cîhanê hejand derketin holê. Şervana YPJê Arîn Mîrkan di 5ê Cotmeha 2014an de li Girê Miştenûrê yê Kobanê çalakiyeke fedaî li dar xist. Ev çalakî ne tenê tirs û xofê xist dilê çeteyan, herwiha ji bo hemû jinên cîhanê bû sembolekî mezin a azadî û berxwedanê, ev çalakî li seranserê cîhanê deng veda. Arîn Mîrkan bû dilsozî, fedakarî û remza berxwedanê.
Hêrsa gelan ya li hember tarîtiyê
Li ser bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û KCKê ya xwedîderketina Kobanê û berxwedanê, ji her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê ciwan bûn pêleke ji agir. Ciwanên Kurd, tevî hemû astengî û gefan Tirkiyeyê ji sînorê Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê bûn û ciwanên enternasyonel jî li hember gef û zextan pêl bi pêl tev li refên têkoşîna rûmetê bûn. Dema ku serokwezîrê demê yê Tirkiyeyê Erdogan ji bo Kobanê daxuyaniya ‘Niha Eyn el-Ereb, ango bi navê din Kobanê ber bi ketinê ye’ li çar aliyên cîhanê bû pêla nerazîbûnê û bi sed hezaran kes li hember vê helwestê û daxuyaniyê rabû l ser pêyan. Di 6-8ê Cotmehê de li Bakurê Kurdistanê û li gelek welatên cîhanê gel daket li kolanan. Di bin serokatiya rewşenbîr û xelatgirên Nobelê de, dengê piştgiriyê mezin bû û di encamê de 1ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin.
Mizgîniya serkeftinê
Berxwedana ku 6 mehan bênavber bi berdelên mezin, fedakariyeke bêhempa, piştgiriyeke cîhanî hatiye lidarxistin, di zivistana 2015an de gihişt encamê. Dema ku salname 26ê Rêbendana 2015an nîşan dida, şervanekî YPGê bi rûkenî mizgîniya dîrokî da cîhanê û got: ‘26ê Meha Çile 2015, Kobanê rizgar bû. Saet 3 kêm 10 deqe.’ Bi vê mizgîniyê re, xewn û xeyalên çeteyê paşverû û hêzên piştgirî didan wan ku dixwestin bingeha şoreşê tune bikin, têk çûn. Kobanê bû keleha berxwedanê û ev berxwedan û serkeftina dîrokî li Rojhilata Navîn hêviya pêkanîna şoreşê geş kir, baweriya jiyana wekhev û azad xurt kir. Ev berxwedan bû destan, bû serkeftina îradeya mirovahiyê ya li dijî tarîtî û paşverûtiyê. 1ê Mijdarê bi tîpên zêrîn di rûpelên dîroka cîhanê de cih girt û bû remza têkoşîna xwişk û biratiya ya gelan û ruhê fedaîtiyê.












