• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
18 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Geverê ciwanek 17 salî bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest da

    Li Geverê ciwanek 17 salî bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest da

    ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

    Lokman Babat: Divê siyaset zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane

    Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

    Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 18ê ÎLOANA 2026an

    Tayip Temel bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Oruç da

    Tayîp Temel: Ev ne rojnamegerî ye, tetikkêşî ye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Geverê ciwanek 17 salî bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest da

    Li Geverê ciwanek 17 salî bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest da

    ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

    Lokman Babat: Divê siyaset zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane

    Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

    Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 18ê ÎLOANA 2026an

    Tayip Temel bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Oruç da

    Tayîp Temel: Ev ne rojnamegerî ye, tetikkêşî ye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Sema Gezîcî - Onder Akbûlût / AW

18 ÎLON 2026 - 08:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bedlîs – Ridvan Korkmaz di sala 2015an de li dijî hovitiya DAIŞê ya li ser gelê Kobanê tev li refên Tevgara Azadiya Kurdistanê dibe. Dayika Ridvan Korkmaz, Meryem Korkmaz da zanîn ku kurê wê Ridvan kesekî dilovan û canfedayê hevalên xwe bû û wiha got: “Li dijî êrişên li ser Rojava û Kobanê bêdeng nema, xatir ji me xwest û tev li têkoşîna azadiyê bû.”

Ridvan Korkmaz (Sîser Tetwan) di sala 1989an de li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê di nav malbateke welatparêz de çavên xwe ji jiyanê re vedike. Ew jî wekî bi milyonan zarokên Kurd hê di zarokatiya xwe de şahidiya zilm û zordariya dewletê dike. Di ciwantiya xwe de rastiya xwe, gelê xwe û zordariya dewletê fêm dike, têdigihije û li dijî polîtîkayên bişaftin û qirkirinê bêdeng û bêhelwest namîne. Ridvan Korkmaz di hezîrana sala 2015an de, di pêvajoyeke ku hêzên hegemonîk û mêtinger planên qirkirina gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê dabû destpêkirin de, bi rihê seferberiyê berê xwe dide çiyayên azad û tev li berxwedana dîrokî dibe. Sîser Tetwan li dijî êrişên qirkirinê, her cure polîtîkayên bişaftin û tunekirin bê deng namîne û exlaq û wijdana wî vê rewşê qebûl nake.

Dayika Ridvan Korkmaz Meryem Korkmaz behsa zarokatî, tevlîbûn û şehadeta kurê xwe û têkoşîna xwe kir.

Soza dayika xwe pêk anî

Dayika Aştiyê Meryem Korkmaz bal kişand ser zarokatiya Ridvan û da zanîn ku ew kesekî dilovan û can fedayê hevalên xwe bû, dilxaz bû. Meryem Korkmaz diyar kir ku ew bibû şahidê zor û zehmetî, dorpêç û erişên li ser gundan ên salên 90î û di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ridvan ji êrişên DAIŞê yên li ser Kobanê pir bandor dibû. Her tim digot ez ê herim şerê Kobanê. Rojekî ew û hevalekî xwe bi hev re, di 11 hezîran 2015 de hatin cem min. Bavê wî jî boyaxê dikir. Bavê wî got; ‘Ridvan tu hatiyî alîkariya min?’ Kenîyan û got; ‘Na, ez hatime helaliyê ji we bixwazim, dayê şîrê xwe li min helal bike ez ê biçim.’ Min got dibe ku henekên xwe li min dike. Min jê pirsa, ‘dê ku ve biçî’ kir. Got, ‘me biryara xwe daye, em ê biçin Kobanê. Me biryar daye, em ê herin. Şerekî giran li ser Kobanê heye, em ê biçin Kobanê azad bikin.’ Hevalê wî jî got, ‘Dayê em henekan nakin, em ê biçin, em ê mehekî şûn ve bizivirin. Kurê min hat, ez hembêz kirim û behna min kişand xwe. Min got kurê min çûyîn heye hatin tuneye, zor û zehmetî, tîbûn û birçîbûn heye. Heger tu biçî, rojekî vegerî, di nav hevalan, nav gel de min nedî şermê. Keniya, car din ez hêmbêz kirim û got; ‘Na dayê, min vê carê biryar daye ez ê biçim. Dayê te di salên 90an de sozek dabû Şehîd Xeyrî, te gotiye Ridvan wê bibe alîkarê te.’”

‘Bila bêhna kîmyasalê jê biçe’

Meryem Korkmaz piştî ku kurê wê tevli refên gerîla dibe bi salan jê agahî nagire. Piştî sê salan xebera dilşewat a şehadeta Sîserê wê jê re tê. Meryem Korkmaz wiha behsa şehadeta kurê xwe kir: “Rojekî agahî ji min re hat, gotin Ridvan li Sêrtê ye. Me jî digot li aliyê Rojava ye, li Kobanê ye. Gotin li Sêrtê şehîd ketiye. 2yê Cotmeha 2018an li Sêrtê şehîd ket. Me li wir cenazeyê wî anî, anîna cenaze jî gelekî zehmet bû. Em dorpêç kirin. Ridvan û hevalên xwe bi kimyasalê şehîd ketibûn. Dema me cenaze dianî, em gihiştin Ava Weqfê (Buzlupınar), min got em ê bişûn, bila bêhna kimyasalê jê biçe, nehêlan em cenazeyê xwe bişûn. Li Sêrtê heta Bedlîsê em dorpêç kirin.”

Piştî şehadeta Ridvan tev li Dayikên Aştiyê dibe

Meryem Korkmaz piştî şehadeta kurê xwe di nav Meclisa Dayikên Aştiyê yên Tetwanê de cîh digire û ji bo ku êdî dilê tu dayîkan neşewite, ji bo aştî, azadî û jiyaneke bi rûmet têkoşîna kurê xwe di nava Dayikên Aştiyê de dimeşîne. Meryem Korkmaz herî dawî daxwaz û armancên xwe anîn ziman û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her tim daxwaza me aştî ye, em dibêjin bila êdî aştî, azadî û aramî were. Bila zarokên me azad bin, Serokê me azad be. Em jiyaneke xweş û hevpar dixwazin.”

Etîket: DAIŞDayika AştiyêDayika GerîlaKobanêMeryem KorkmazRidvan Korkmaz (Sîser Tetwan)ŞehadetTevgera Azadiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

16 ÎLON 2026
Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike

Abdullah Ocalan: Şehîdên me bi rêzdarî bi bîr tînim

14 ÎLON 2026
Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

12 ÎLON 2026
Mazlum Ebdî diçe Kobanê

Mazlum Ebdî diçe Kobanê

12 ÎLON 2026
‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

11 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Îzmîrê bang: Israra asîmîlasyonê, israra şer e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kuştina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • E. Pejder Altan: Piştperdeya bûyerên di Sûriyeyê de Tirkiye heye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Jîna Emînî: Em ê bibin serhildana Jînayê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne