Çalakiya Nobedê ya rûniştinê ku ji bo girtiyên nexweş bêne berdan hatiyê destpêkirin di roja 3yan de didomê. Malbatên girtiyên nexweş ên tevlî çalakiyê bûn nîşane bi pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” xistin û xwestin dewlet jî gav biaveje û girtiyên nexweş berde.

Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), çalakiya nobedê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û gihîştina mafê tenduristiyê li ber Wezareta Dadê dabûn destpêkirin di roja 3yan de berdewam dike. Parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes jî ji bo piştgiriyê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de girsê bê navber dirûşmeyên, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kir. Di daxuyaniyê de pankarta navê girtiyên nexweş li ser bû û li ser, “Em ê deriyên zindanê bi berxwedanê vêbikin” dinivisî hat vekirin. Malbatên girtiyên nexweş Omer Gunerî, Yakup Akman, Mizgîn Akman, Selîm Çîfçî ku li Stenbolê hatinê û Dayikên Aştiyê jî tevlî çalakiyê bû.

‘Dewletê tu gav neavetiyê’
Tevî barîna baranê jî girse li ber Wezareta Dadê kombûn û beriya çalakiya nobeda rûniştinê daxuyanî dan. Dayika Aştiyê Fînce Akman ku zarokên wê Yakup Akman û Mizgîn Akman di girtîgehê de ne tevlî nobede bû û destnîşan kir ku tevî pêvajoya aştiyê jî girtiyên nexweş nayên berdan û wiha got: “Dibêjin çareserî ka çareserî? Hê jî girtî di şert û mercên dijwar de tên ragirtin. Hê jî girtiyên nexweş nayên berdan. Tenê Tevgera Azadiyê gav avetiyê. Dewletê tu gav neavetiyê. Em li vir dibêjin; bila Wezîrê Dadê gavan biavejê û girtiyên me berde.”
‘Madem pêvajo heye çima girtiyên nexweş nayên berdan?’
Xwîşka girtiya nexweş Omer Guner, Hulya Guner bi lêv kir ku birayê wê tevî rewşa xwe giranê jî nayê tedawî kirin û got: “Lingê birayê min şikestiyê lê nayê emeliyatkirin. Çima edalet ji Kurdan re tune ye? Ka pêvajo? Madem pêvajo heye çima girtiyên nexweş nayên berdan?”
Hevala girtiya nexweş Newroz Bozkurt, Safiye Dogan Erginê jî diyar kir ku ew ji bo Newroz Bozkurt bigirin û tedawî bikin hatiyê Enqereyê û got: “Girtiyên me berdin û em li dervê tedawiya wan bikin.”
‘Heta girtiyên nexweş bêne berdan dê têkoşîna me dê bidome’
Parlamentera DEM Partiyê Ozgu Sakî jî bertek nîşanî bernedana girtiyên nexweş da û wiha got: “Em ji bo berdana girtiyên nexweş 3 rojin di çalakiyê de ne. Bi hezaran girtiyên nexweş di girtîgehan de ne û gelek ji wan rewşa wan giranê û nikarin pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe dabin bikin. Astengkirina mafê tenduristiyê sûce. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Bernedana girtiyên nexweş sucê şer e. Heta girtiyên nexweş werin berdan têkoşîna me dê bidome.”
Piştî daxuyaniyê girsê dest bi çalakiya nobedê kir.












