Enqere – Dayikên Aştiyê ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avetina gavên şenber ên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ber bi Enqerê bi rê ketibûn, gihiştin Enqereyê.
Meclisa Dayikên Aştiyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, avetina gavên şênber ên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji 24 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi rê ketine, gehiştin Enqerê. Nêzî 300 Dayikên Aştiyê ku li Navenda DEM Partiyê ya Balgatê ya navçeya Çankaya ya Enqerê hatine ba hev, dê di seat 12:00an de li Parqa Meclisê werin ba hev û li wir daxuyaniyê bidin. Dayikên Aştiyê piştî lidarxsitina daxuyaniyê dê li parqa Kurtuluşê Konê Aştiyê vegirin û dest bi nobetê bikin. Dayik dê şevê jî di konê nobetê de derbas bikin.













