Stenbol – Haşîm Ozturk (Artêş) di zaroktiya xwe de digot: “Ez ê biçim Kurdistanê azad bikim û tola Şêx Seîd û Seîd Riza hilînim”. Artêş bi vê armancê di sala 1994an de li Stenbolê bi 15 hevalên xwe re berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Artêş li pey gotina xwe çiya bi çiya têdikoşiya û di sala 1997an de li Soran-Haci Umranê şehîd ket.
Di salên 90î de li ser gelê Kurd rêbazên şerê taybet dihatin meşandin. Ev rêbaz ji damezrandina Komara Tirkiyeyê ve herdem li dijî Kurdan dihatin meşandin. Ji salên 90î ve şerê taybet gihîşt astekî bilind. Bi destpêkirina têkoşîna PKKê re gelê Kurd jî dest bi serhildanan kir. Bi vê yekê dewleta Tirkiyeyê zilm û zexta xwe li ser gelê Kurd zêde kir û sivîl kirin hedef. Bi vê yekê dewlet dixwest pêşî li piştgiriya gelê Kurd ji têkoşînê bigire. Zext û zordarî li gelek deverên Kurdistanê belav bûbû. Li dijî zext û zordariyê gelê Kurd li Şirnex, Licê û Pasûrê serî hilda.
Serhildana Pasûrê
Dewleta Tirkiyeyê li Pasûrê dest bi operasyonan kir. Di 19ê Kanûna sala 1991an de kampa gerîlayan a li herêma Serê Spî, ku di navbera Pasûr û Çewligê de ye, bi balafirên şer hate bombebarankirin. Di encama bombebaranê de 16 gerîla şehîd ketin. Gelê Pasûrê ji bo xwedîderketina şehîdan rabû ser piyan. Li tevahiya Pasûrê, ji Licê û Farqînê bi hezaran kes berê xwe dan herêmê da ku cenazeyan bistînin û merasîmeke mezin li dar bixin. Li hemberî serhildana gel, dewletê li Pasûrê dest bi operasyonan kir da ku serhildana gel ji holê rake. Gelek xanî û dikan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şewitandin. Bi hezaran malbat rastî zextê hatin û çîroka koçberiya bi zorê ya gelê Pasûrê dest pê kir.
Koçberiya Stenbolê
Malbata Ozturk yek ji wan malbatan e ku tevlî serhildana Pasûrê bû û şahidiya komkujiya Pasûrê kir. Leşker bi hinceta alîkariya rêxistinê gelek caran êrîşî mala malbata Ozturk kirin. Zekî Ozturk û bavê xwe bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Mala wan hate şewitandin û gundê wan hate valakirin. Malbat ji ber zext û zilma dewletê di sala 1992an de koçî Stenbolê kir. Îşkence û zext li Stenbolê jî dom kirin, derdorên nijadperestan zext li ser malbatê kirin, ji bo kirêkirinê xanî nedan malbatê. Malbata Ozturk 11 zarokên wê hebûn. Yek ji wan Haşîm Ozturk bû. Haşîm Ozturk di sala 1974an de li navçeya Pasûra Amedê ji dayik bû. Piştî ku dibistana seretayî xelas kir, êdî neçû dibistanê. Haşîm Ozturk ji bo alîkariya debara malbatê bike, dest bi kar kir.
Rêwîtiya çiyayên azad
Haşîm Ozturk li Stenbolê di xwaringehan û karên cuda de dixebitî. Şewitandina mala wan û serhildana Pasûrê bandorek mezin li ser Haşîm Ozturk ava kiribû. Li Stenbolê di nav xebatên ciwanan de cih digirt. Tevlî civîn û çalakiyan dibû. Kesayetekî pir kêfxweş û hevalhez bû. Pir nirxê dida heval û hevaltiyê. Di nav malbat û hevalên xwe de pir dihat hezkirin. Ji zaroktiya xwe ve digot, ‘Ez ê biçim Kurdistanê azad bikim û tola Şêx Seîd û Seîd Riza hilînim.’ Haşîm Ozturk bi vê armancê di sala 1994an de ji Stenbolê bi 15 hevalên xwe re tevlî refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û navê Artêş li xwe kir. Artêş bi salan li çiyayên Kurdistanê têkoşiya. Artêş, ku di nav gelê Pasûrê û hevrêyên xwe de bi navê Haşîm Ozturk (Artêş) dihat nasîn, di sala 1997an de li Soran-Haci Umranê şehîd ket.
Birayê Artêş, Zekî Ozturk qala serpêhatiyên malbatê û têkoşîna birayê xwe kir.
‘Serhildana Pasûrê bandoreke mezin li Haşîm kir’
Zekî Ozturk anî ziman ku ew ji ber zilm û zordariya dewletê ji Pasûrê koçî Stenbolê kirine û derbarê wan deman de wiha got: “Malbata me malbateke welatparêz e. Me li Pasûrê debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikir. Di wê demê de gel rastî li ser gel zilm û zordarî dihat meşandin. Di komkujiya Pasûrê de destên mirovan girê didan û bi devkî li ser berfê dihîştin. Ev îşkence bi saetan didomiya. Di vê navberê de mal û wesayîtên wan dişewitandin. Mal û milkên gel dihat talankirin û wêrankirin. Gelek tişt li ser me jî hatin. Kesên ku bûbûn sîxûr, navê malbata me dabûn. Ez û bavê min hatin binçavkirin. Malbata me jî ji ber zext û zilmên dewletê di sala 1992an de koçî Stenbolê kir. Dema em hatin Stenbolê jî gelek zehmetiyan dîtin. Ji ber ku em Kurd bûn, xanî nedidan me. Birayê min Haşîm li Stenbolê dest bi kar kiribû û li xwaringehan û gelek karên cuda dixebitî. Haşîm ji xwe kesekî welatparêz bû, lê li Stenbolê rêxistinê baş nas kir. Valakirina gundan, şewitandina malan û serhildana Pasûrê bandoreke mezin li Haşîm kiribû. Her tim digot: Ez ê biçim Kurdistanê azad bikim û tola Şêx Seîd û Seîd Riza hilînim.”
‘Hemû enerjiya xwe dida rêxistinê’
Zekî Ozturk diyar kir ku Haşîm kesekî fedekar û hevalhez bû û wiha axivî: “Haşîm kesekî pir henekbaz û pir fedakar bû. Me gelekî jê hez dikir. Herwiha hevalên Haşîm jî pir jê hez dikirin. Her tim hewl dida ku daxwazên hevalên xwe bi cih bîne. Bi hevalên xwe re tevlî çalakî û bernameyan dibû. Berî ku tevlî têkoşînê bibe, ji me re nameyek nivîsîbû. Nameya wî piştî çûyina wî gihîşt me. Di nameyê de nivîsîbû, ‘Ez ê biçim Kurdistanê û divê hûn xemgîn nebin, ji ber ku ez bi daxwaza xwe tevlî rêxistinê dibim.’ Beriya ku biçe, zarokan yek bi yek hembêz kiribû. Dema min bihîst ku tevlî refên gerîla bûye, ez gelekî keyfxweş bûm. Tevlîbûna Haşîm ji bo me serfirazî ye. Haşîm hemû enerjiya xwe dida rêxistinê. Daxwazeke wî hebû, ew jî tenê azadiya Kurdistanê bû. Serê gelê me sax be, em tu carî şehîdên xwe ji bîr nakin. Şehîd namirin.”













