Li Wanê krîza aborî, bêkarî û nebûna qadên xebatê, dibe sedema koçberiya ber bi metropolan ve. Ciwanên ji neçarî berê xwe didin metropolan, xwestin li bajarên wan derfetên kar û pîşesaziyê werin hilberîn.
Li Wanê krîza aborî û polîtîkayên bêderfetkirinê, jiyana li welatî û ciwanan zehmet dike. Ji ber vê yekê, salane 15-30 hezar ciwan ji bajarên xwe koç dikin. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê a Tirkiyeyê (TÛÎK) jî bajarê Wanê di rêjeya bêkariyê de di nav herêmên herî jor de ye. Ev rewş dibe sedem ku ciwan welatê xwe diterikînin, berê xwe bidin metropolan.
Ciwanên Wanê yên ku ji bo ajansa me axivîne bal kişandin ser encamên giran ên koçberiyê û daxwaz kirin ku li welatê wan derfetên kar û qadên pîşeyî werin hilberîn.
‘Ji ber bêkariyê ji axa xwe dûr dimînin’
Ciwanê bi navê Kenan Tîmûr anî ziman ku derfetên kar li Wanê gelek kêm in û ciwan ji bo debara xwe neçar dimînin ku berê xwe didin metropolan. Kenan Tîmûr bang li esnaf û karsazên herêmê kir û got: “Ciwan ji ber rewşa aborî û ji bo debara xwe diçin wan deveran û ji welat û axa xwe dûr dimînin. Em dixwazin ku esnafên li vir maaşekî baş bidin ciwanan, da ku neçin metropolan û li welatê xwe bimînin.”
‘Ciwanên diçin metropolan bi madeyên hişbirê dikevin’
Onder Golgezercî jî bal kişand ser nebûna derfetên kar û destnîşan kir ku sedema sereke ya koçberiyê nebûna qadên kar e. Onder Golgezercî bi bîr xist ku şert û mercên metropolan rasterast bandorê li ciwanan dikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Heke li vir bi rastî qadên ku em bikarin tê de bixebitin an jî derfetên kar hebûna, ciwan nediçûn metropolan. Mixabin dema ku diçin wan deran, ji ber şert û mercên dijwar ên jiyanê, gelek ciwan ber bi bikaranîna madeyên hişbir ve diçin.”
‘Li metropolan nijadperestî heye, divê li vir fabrîkayên tekstîlê vebin’
Fatîh Înan bal kişand ser nêzîkatiyên cihêkar ên li bajarên mezin û anî ziman ku li wan deran nijadperestî di asta herî bilind de ye. Fatîh Înan daxwaza ciwanan a ji bo qadên xebatê anî ziman û wiha pê çû: “Daxwaza me ev e ku li vir fabrikên tekstîlê bên vekirin û gelê me li vir bixebite. Ne hewce ye ku em biçin metropolan û li wir kar bikin. Divê derfetên kar li welatê me jî bên afirandin.”
‘Tevî hemû zehmetiyan jî ciwanên Kurd li ser pêyan in’
Sefer Yusufoglû êrişên nijadperest ên li Zonguldakê yên li dijî karkerên Kurd bi bîr xist û sekna ciwanan nirxand. Sefer Yûsûfoglû di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Tevî hemû zordariyên li hemberî wan jî, ciwanên Kurd her tim li ser pêyan in. Ciwanên Kurd her dem xurt û berxwedêr in. Li ku derê be, li cihê xwe an li cihekî din jî, ew her tim ji bo jiyanê têdikoşin.”
‘Daxwaza me avakirina derfetên kar e’
Ciwanê bi navê Murat Maykot jî bal kişand ser mirina ciwanan ên li metropolan û anî ziman ku gelek ciwan di şert û mercên giran ên xebatê de jiyana xwe ji dest didin. Mûrat Maykot bi domdarî ev yek anî ziman: “Em ne gaza xwezayî dixwazin, ne jî neftê. Daxwaza me ew e ku li vir derfetên kar bên afirandin. Heke kesek hebe ku bikaribe vê aboriyê baş bike, ew jî li girtîgeha Edîrneyê ye.”












